26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serpêhatiyên jinan li ser dîwaran xêz dike

Li Yemenê jina bi navê Heyfai Sibî, ramanên xwe bi xêzkirina wêneyan a li ser dîwaran tîne ziman. Wê heta niha gelek kampanya li dar xistine û beşdarî çalakiyên navneteweyî bûye.

Sibî li ser dîwaran, tiştên tên serê jinan xêz dike û bi vî awayî dibe dengê jinan.

Der barê xêzkirina wêneyên li ser dîwaran de, Sibî diyar kir ku ew dixwaze bi rêya dîwar, xwe û pirsgirêkên ku jin di nav civakê dijîn û êşên dikişînin bîne ziman, nameza jî êşên jinên di nav şer de.

Sibî destnîşan kir ku ew bi hunerê dikarin gelek peyaman bidin û wiha behsa kampanyayên xwe kir: “Ji 2012’an vir ve gelek dîwar hene lê dîwarên ku min di kampanyaya xwe ya yekem de, Mexdûrên Bêdeng neqişandin 13 wêne li Sanaiyê, dû re jî kampanyaya Kevoka Aştiyê ji bo Yemenê, kampaneyeke elektronîkî bû, ji bo piştgiriya aştiyê û mirovan bû. Piştî wê, min pêşangehên şer û mirovan li Singaporê ‘Bienala Singapore’ di 2019’an de li dar xist û pêşangehên min 9 dîwarên li ser erdek 22 metreyî bûn. Hemû nîgarên li ser dîwaran, li ser pirsgirêkên yemeniyan bi giştî û bi taybetî di dema şer de ya jin û zarokan bû. Di van demên dawî de, min kampanyaya xwe ya nû ya bi navê ‘Jin û şer’ li bajarê Adenê da destpêkirin. Min dîwarê bi navê ‘Em ê bi hev re bijîn’ xêz kir, heke li bajarên din piştî zayîna xwe derfet hebe ez ê hewl bidim bêtir dîwaran çêbikim. Her wiha li ser dîwar em ê bi hev re bijîn, min ezmûna xwe ya jidayikbûnê xêz kir û hewl da ku xewna xwe ya pêşerojek tijî aştî, şahî û evîn nîşan bidim. Dîwar jinên ducanî ronî dike.”

Çavkanî: NûJINHA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê