Rojnameya Heftane

Pir

Berêvariya havîneke Nisêbînê weke tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê. Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik…

Teoriya medyaya femînîst II

Di teoriya medyaya femînîstan de hîpotozek heye: Heke jin medyayê kontrol bikin, naverok cuda û wê baştir bibe. Li vir nêzîkatiyeke femînîstan heye ku pejirandineke baviksalarî red dikin. Bi…

Şimamok

Jiyanê zêde fersend nedabû. Ma ka jiyana me û fersend!

-Ka te ji min re şimamok neanî?

Ez mam şaşwazî…

***

Jiyana berxwedêrî û têkoşêrî, hestên me yên şoreşgerî zêde dabûn pêş û hestiyariya me hatibû veşartin, bincil bûbû.. Min bawer nedikir ku peyvek wiha ji te bibihîsim. Te nedihişt em te bipêçin, maçî bikin. Te digot, “hestiyarî ne hewce ye.” Her kesî te bi cidiyetiyê dinasî, zarok, kulîlik, hestiyariyên rojane dûrî te bûn. Û em tiyê te bûn. Ma jiyana me asayî bû!

***

Bindestî wêranî ye hevalo!

Wêraniyê rewşa me xistibû rewşa malkambaxiyê. Ji karê xwe re em zede cidî bûn û ev jî giraniya kedxwarî û mêtingeriyê bû, bêjiyanbûn em… Xwebûnê kar nedikir, xwebûn ji me re biyanîbûn û hovîtî bû. Fesla fîstanê me ev bû! Erebî, erebîtî dinyaya din û bihuşt, tirkî, tirkîtî jî ev dinya, qaşo dinyaya derewîn dagir kiribûn, a wan bû. Em diçûn ber dehşikan û nan di kurdîtiyê de tunebû, tew ew sebeba her xirabiyê bû… Heta ji te bê jêhatî be, ku tu kurd bî, berhewa. Îca ma hest û dinyaya te ya veşartî heja bû çi! Evîn, hezkirin, dilbijokî, jiyana xweş, ev tev ji me re qedexe û ev ne liyaqî me ne, ma ne dinya derewîn bû û ya esas dinyaya din bû û ev zagon bi tene ji bo me derbasdar bû. Sedema her xerabî û nehewcetiyê em. Mala mine!

Xaniyê mezin jî ev ecêba anîbû ziman, “Mame di ecêbmayiya Xwedê de…” berdewamê vê tu jî û her bindest û stûxwar dizanin.

Ê de ka em çi bikin!

Divê em ji vê rewşê xelasbin, vî fîstanî biçirînin û hestên xwe, xewn û xeyalên xwe- ji bonî em wan bidest bixin- bincil bikin, veşêrin û paşde bidin. Hezkirin, evîn, bengîtî… bila bimînin! Ma ev jî jiyane! Lê çare tunebû, em dereng mabûn û eceleya me hebû, divê em azad bibûnan, bibûnan “xwe”… Rê pir asê, her rê encama rêyekê û destpêka rêyekê, naqedin û cahili jî bela, feqîrî û nezanî jî zêdebûna ser kezebê! Em heyranê serdestên xwe, aşiqên qatilê xwe…

Herê dilo, bijarteyê qorziya herî birûmet î cegera min, dilê min, hesreta min, delalê min. Ka ez çawa bibêjim, ji xwe hema me hevdû xweşik nedît. Zindan, çiya, xebat, ked û hewldan, em zû mezin bûn. Me ne zaroktî dît, ne ciwanî û ne jî jiyanek asayî. Ka ez qala dexsiyê, qala çevnebariyê bikim an jî qala xencera ji pişt de, ji xwe re nebûn lê “dehwedaro di ber xelkê de” bû dustura jiyana malkambax. Herê dûvpişkî, tûpişkî, li welatê dûvpişkan, li Dûvpişkîstanê têkoşîn, têkoşîna azadiyê ma hêsane! Hilbet ligel dûvpişkan leheng jî, ked keda lehengan. Bi zeman re pêşbazî ne kare her egîtî ye. Ma ne zeman û gerdûn afirînê asas in û em ê biserkevin.

Me her tişt xistibû emrê azadiya mezin, me her tişt kiribû fîdakarê evîna mezin. Wisa ye, jî.

Melûliya min di bîra te de ye. Min wisa digot.

Werê

Wiha nenêre Berxo

Wisa nenêre Berano

Wilo nenêre ezîz ber dile min

Werê nenêre kuro

 

Ne ez im sedema

Stûxwarî

 Bindestî

  Bêkesî

  Xizanî

  Nezanî

  Belengazî û

  Mazlûmiyê

 

Na…

Werê nenêre kuro

 Jana dile min

 

Ne ez im sedema

Bêevînî/Bêvînî

 Evînên nîcomayî

 Xweziyên di qirikê da mayî

 Xewn û xeyalên neqişandî yên fetisî

 Bihara qurmiçî û peritîn û şewitîna kulîrkên bihîvan

 Û ziwabûna çeman û wêraniya baxçeyan

 

Na…

Bila bimre bindestî, bila bimre bindestî

Bila bimre mêtingerî…

 

                         ***

 

A va wisa ye.

Bi hesreta te me, bêriya te dikim. Me xweşik hevdu nedît lê baş hevdu fêhm kir. Bawer im, dizanim. Xewn û xeyalên me welatekî azad, têrevîn, azadî û jiyanek di baxçeyê bihuştê de ye. Jixwe welatê me bihuşt e, herku hatiye wêrankirin. Bila asteng hebin. Bêminet in. Ma ne Siyabendê Silîvî digot, “her roja ku hezar û yek bela tê de tunebe, ew ne roj e…” Em ê di rojên xweş û geş de, di azadiyê de hevdu himbêz bikin û ez ê şimamokekê tevlî dayika te ya heja û pîroz diyarî te/we bikim.

Ez emaneten te; dayik, yextiyar û zarokan, rêzdariya pakrewan û jinan ji bîra nakim.

Em ê jiyaneke azad, jiyanek xwerû evin a liyaqî mirovahî biafirînin. Evin, hezkirin û xwebûn ew ê bibe mîna bêhna gulan, Gulên Aptîn, Gulên Evdî… Bîstanên tev bi bêhna şimamokan li heviya me ne. Va bêhn xweş tê me. Bêhna evînê, bêhna azadiyê tê.

Şimamoka te amade ye, li baxçeyê binya malê, baxçeyê bêcenan…

Jixwe tu şimamok î, hebûna te bêhna şimamokan.