27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şoreşger in ew!

Hefteya borî bi sernavê “kî ne û çi ne?” min xwest balê bikişînim ser zindaniyên ku bi dehan salan e di qefesan de, di dojehên vê cîhanê de bi bedelên gelek giran ên ‘nedîtî’ dijîn. Kesek dema ku ji salek heta deh salan di zindanê de bimîne, ji aliyê madî û menawî ve dê pir guherînên neyînî di jiyana wî/ê bi xwe de yan jî ya malbatê de çênebin. Lê ger ji deh salan zêdetir, ber bi bîst û sih salan ve biçe; ku ev  dibe çaryeka sedsalê û ev salên dirêj bi xwe re gelek rewşên neyînî tînin. Ev hejmar, êdî hem ji bo girtî, hem jî bo malbatê dibe xala dawî, sebra dawî! Dibe mijara civakî lewre ew kes; ne ji bo xwe û malbata xwe, ji bo civaka xwe di wê rewşê de ne loma jî divê ku civak, bi sazî û siyaseta xwe bi aqil û wijdan nêzî ‘wan kesan’ bibe.

Çi mijar dibe bila bibe, hin rewş hene heta tu bi xwe nejî, nikaribî empatî bikî yan jî hîs nekî nikarî mafên wan bidî. Her yek ji me bi xwezayî xwe berpirsyarê/a hinek tiştan dibîne ku ev yek hem xwezayî ye, hem jî îradeya me diyar dike. Bifikirin; ger dema em sibehê ji xew rabin, tu tiştek nekin, hema wisa bi halê tevizandî li cihê xwe rûnên dê rewşa me, mekanê me, derdora me, gund û bajarê me çawa bibe? Ya girîng jî dê bedena me moral û motîvasyona me bi çi rengî bin?

Gelek pirsên wiha divê em ji xwe bikin, yan na em ê nikaribin ‘xwe’ bibînin, dema em xwe nebînin em ê hev jî nebînin. Dema em xwe nebînin, em ê çi bin, çawa bin? Xwenedîtin korîtî û kerîtî (nebihîstin) nîn e gelo? Dema ku em hev nebînin, jiyan, têkilî, kar û barên me dê çawa pêk werin?

Niha pirsgirêka esasî ya ji bo me ew e ku em ‘xwe’ bibînin, ji xwe dest pê bikin. Ger em ji xwe dest pê nekin dê çavên me her tim li derdora me be, em ê ji neçarî hewl bidin xwe ‘wekî din’ nîşan bidin, xwe bişibînin ‘kesên din’ ku ev yek teqlîd bi xwe ye heta em dikarin bibêjin ku ev nahêle em dirust bin, dibe sedem ku em ji xwe birevin… Encam; xwenenasî, bêbaweriya ji xwe, girîngînedayîna xwe, seranserî û valahî… Pêşiyên me gotine; “Çavên li deriyan, xwelî li seriyan” ev ne tenê ji bo rewşên madî hatiye gotin, ji bo mijara me jî derbasdar e lewre divê em aqil, wijdan, raman û hestên xwe bizanibin, nas bikin û ji bo bi kêrî tiştek werin bixebitînin.

Em kes û civak awêne ne ji bo hev lê divê em vê yekê veneguherînin ezber û teqlîdê. Hêza her yekê ji me hêza hev, bêhêziya her yekê ji me jî bêhêziya hev e lê divê em vê veneguherînin çavnebarî û pêşbaziyê! Em xwerû, dirust, ne li gorî pergala ku her tişt îmal kiriye; li gorî çanda xwe ya sedan salan, çanda xwezayî bijîn baştir û hêsantir nîn e gelo?

Helbestvanê îranî Şemsê Tebrîzî dema ku bi mûman li kolanan geriyaye jê pirsîne tu li çi digerî? Wî ev bersiv daye; “Ez li însanan digerim.” Tebrîzî 800 sal berê wiha gotiye, îcar em ên di vê serdema ku her tişt lê serûbin bûye, ji hev parçe bûye, gelek tişt tenê bi nav mane lê wateya xwe winda kirine dijîn, em ê bi çi û çawa li xwe bigerin? Bi kîjan gotin û karî, bikaribin mafên hinek mijaran bidin?

Dixwazim bi sernavî ve girêdayî, navek ji kesên ku nakevin kategoriya kesên daxwaza berdana wan tê kirin re bibînim da ku dema mijar bû berdana girtiyan, em bikaribin navê wan jî bê sansur û fikar bibêjin. Belê kî ne ew kesên ku di bihara temenê xwe de berê xwe dane nava şer, di demek kurt de hatine girtin û gelek ji wana ji ber parastina siyasî cezayê muebedê girtine? Ne bijîjk, akademîsyen, siyasetmedar, pêşengên gel û hwd. in. Şoreşger in ew! Serhildêrên dawiya sedsala 20’î ne, gelek tişt bi ked û bedela canê wan ê ciwan pêk hatine û ew kesên behsa wan tê kirin jî li ser ked û bedela wan çêbûne. Divê her kes vê rastiyê bizanibe, qe nebe tenê bi gotinê be jî; layiqê keda wan bimîne!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê