Rojnameya Heftane

Ne cudakarî xizmet hewce ye

Ligel belavbûna vîrusê daneyên rast ji welatiyan tên veşartin û her wiha hikûmet nêzikatiyeke her tişt di bin kontrolê de ye nîşan dide. Ligel rewşeke wiha jî îktîdar aşkera di xizmetan de cudakariyê dike

Navenda Nûçeyan

Wekî hefteyên borî vê heftê jî mijara me ya sereke vîrusa koronayê ye. Tirkiye di serî de wekî welatên din ji dûr ve pêvajo şopand. Ligel Amerîka, Îngilîstan, Îtalya, Îspanya û Fransayê li ber çavan bû jî, tedbîrên pêwîst nehatin girtin. Cara yekem di 11’ê adarê de wezareta tenduristiyê daxuyaniyek fermî da û diyar kir ku hewceyî bi tirs û fikaran nîne, tenê li paqijiyê baldar bin, xwe îzole bikin û ji temasa nêz dûr bikevin!

Rayedarên hikûmetê êdî her roj bilançoya rojane, pakêtên aboriyê û biryarên li dijî belavbûna vîrusê hatine girtin ji raya giştî re aşkera dikin. Di serî de heta niha rayedarên dewletê li ser hev bangewaziyên ‘li malên xwe bimînin’ dikin. Bi hinceta ku hîn kargehên qelebalix dibin sedema belabûna vîrûsê hatin girtin. Derketina dervê ya kesên temen mezin hat qedekirin. Her roja ku vîrus belav dibû cureyên tedbîran hatin guhertin. Di 7’ê nîsanê de li 30 bajarên mezin qedexeya ketin û derketina ji bajêr hat destpêkirin, her wiha derketina derve ya kesên 20 salî hat qedexekirin, kontrolkirina trafîkê jî derxistin asta herî jor.  Bikaranîna maske û lepik jî hat mecbûrîkirin. Hikûmet ligel hişyarî û aşkerakirina pakêtan jî banga bikaranîna kolonyayê kir û daxwaz kir ku welatî duayan bikin..!

Dewletê alîkarî xwest

Dewlet di çarçoveya tedbîran de bi taybetî bangewaziya ‘Li malên xwe bimînin’ û ‘Jiyan li malê ye’ dikin. Ev bangewazî her roj bi rêya medyaya alîgir ji hêla kesên alîgirê hikûmetê û kesên ku bi saya hikûmetê dewlemend bûne ve tên kirin. Lê ji ber berjewendiyên dewletê û newekheviya aboriyê ya di navbera welatiyan de niha bi milyonan welatî ji neçarî li derve bê parastin dixebitin. Her wiha bi milyonan welatî jî li gorî derfetên xwe yên kêm li malê ne. Li malê fikara dayina fatoreyan û li derve jî tirsa vîrusê heye. Hikûmet bangewaziya xwe kir lê belê tedbîr negirt û şert û mercên welatiyên xwe sererast nekirin. Hikûmet bi hinceta di nav dewletê de dewletek nabe dest danî ser alîkariyên ku ji hêla şaredarî, partî û sazî û dezgehên sivîl ve hatî komkirin. Piştre jî li şûna alîkariyê bide welatiyên xwe kampanyaya bi navê ‘Kampanyaya Piştevaniya Millî’ da destpêkirin û ji welatiyan alîkarî xwest.

Pakêt ji bo sermayedaran bû

Çend sal in li Tirkiyeyê krîzeke aboriyê heye û ev krîz her ku diçû bandorê li civakê dikir. Lê belê piştî belavbûna vîrusê krîza aboriyê bêtir li pêş ket. Ji ber girtina kargeh û fabrîqeyan hejmara betalan zêde bû. Deriyên sînor hatin girtin, hawirde û hinardekirin kêm bû û ev tişt bi tevahî bandorê li bilindbûna enflasyonê jî kir. Niha deynê Tirkiyeyê hem li hundir û hem jî li derve qat bi qat zêde bû. Serokomar Tayyîp Erdogan demên borî pakêta “Mertalê Îstîkrara Aborî” aşkera kiribû û li gorî pakêtê deynê şîrketên mezin ên sîgorta, pirîm û bankeyan hatin taloqkirin û her wiha deynên faîzan jî hatin daxistin. Lê ji pakêtê tenê şîrket û sermayedarên mezin sûdê girtin, lê kargeh û esnafên biçûk jî di halê xwe de man.

Dê rojê 39 TL bê dayîn

Ligel pakêta ku ji bo sermayedar û dewlemandan hat aşkerakirin, ji bo karkeran jî pêşnûmeyek hat amadekirin. Dûrxistina ji kar heta 3 mehan hat qedexekirin û lê belê mafê karsazan heye ku destûra bê pere bide karkeran. Her wiha dê ji bo karkerên ku ji kar hatine derxistin dê rojê 39 TL bê dayîn. Li vir jî heman tablo derket karsaz hatin parastin û karker, kedkar û xebatkar dîsa kirin qurbana pêvajoyê. Sendîka û dezgehên karker û kedkaran bertek nîşanî pakêtên aboriyê dan û gotin ev paket feydeyê nade welatiyan û bêtir xizaniyê kûr dike.

Kedkar nayên parastin

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Tenduristiyê ya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), li dijî koronayê heta niha ji bo 20 milyon karker û malbatên wan tu tedbîr nehatine girtin; gelek karker bê heq ji kar hatin derxistin an jî bê perê derxistin destûra salane. Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di meha adarê de 14 karker ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye. Bi girtina cihên komî, kafe, qehwexane, restorant, berber, kuafor, eywaneyên înternetê, maxaze û hwd, bi hezaran welatî jî bê kar man. Piraniya kesên ku li vir dixebitin debara mala xwe dikirin. Bi vî rengî li Tirkiyeyê hejmara betalan derket asta herî jor. Li gor Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ji ber betaliyê niha 21 milyon dosye ketine ber îcrayê, ji du kesan kesek deyndarê bankeyane.

21 jin hatin kuştin

Bi belavbûna vîrusê re şîdeta li hemberî jinê jî her ku çû zêdetir bû. Bi taybetî bangewaziyên ‘Li malên xwe bimînin’ re rê li ber kuştin û şîdeta li hemberî jinê vekir. Berê jî jin nedihatin parastin, lê niha jin bêtir bê parastin man. Li gorî daneyên meha adarê 21 jin hatin kuştin. 18 jin jî bi taybetî li malên xwe hatine kuştin. Sazî û dezgehên sivîl ên jinan li gorî derfetên xwe alîkariyê didin jinan û bangên hişyariyê dikin.

Ne cudakarî xizmet

Qada tenduristiyê qada herî bi rîsk e û her roj bi nexweşiyê re rûbirû dimînin. Heta niha îro jî şert û mercên xebatê nehatin sererastkirin û kêmasiya amûrên tenduristiyê nehatin temamkirin. Ligel her tiştî gelek xebatkarên tenduristiyê yên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin daxwaza vegera kar kirin, lê daxwaz bê encam man.

Li herêmê bîlanço ne zelal e

Lê belê tablo li bakurê Kurdistanê ne zelal e û parvekirina daneyên li herêmê rê li ber fikaran vedike. Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl çend kiryarên sazî û dezgehên dewletê rexne kirin, alternatîfên çareseriyê raxistin ber çavan û xebatên hevpar dan meşandin. Li gorî derfetên xwe li kolan, gund, bajarok, navçe û bajaran dest bi xebatên hişyariyê kirin. Der barê xebat û hişyariyan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi kampanyaya “Malbatên Xwişk û Bira” xwest alîkariyê bide welatiyan. Her wiha dînamîkên civakê li dijî xizmetên cudakar, xizmeteke hevpar dimeşînin.