Rojnameya Heftane

Pir

Berêvariya havîneke Nisêbînê weke tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê. Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik…

Teoriya medyaya femînîst II

Di teoriya medyaya femînîstan de hîpotozek heye: Heke jin medyayê kontrol bikin, naverok cuda û wê baştir bibe. Li vir nêzîkatiyeke femînîstan heye ku pejirandineke baviksalarî red dikin. Bi…

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Segvan Şingalî

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye.

Reşîd di sala 2006’an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê derê jî, ji ber zilm û zora Roma Reş a li ser gelên êzidî û ermen derbasî alî Sovyetê bûne.’

Gelên koçber ji wê zilm û zordestiyê bi tenê canê xwe xelas dikin. Hinek tên kuştin û hejmarek kêm jî derbasî Komarên Ermenistan û Gurcistanê dibin. Belê ew ji tevkûjiyeke dîrokî rizgar dibin. Di salên destpêka koçberiyê de êzidî jiyanek sext û dijwar dijîn. Ji ber ku ola wan êzidiyatî ye, qedera wan jî tev li bextê gelê ermen bûye. Reşîd di sala 1946’an de dizewice.

Ji ber hestên wî yên niştimanî, azadxwazî û kurdewarî, di dema desthilatdariya Stalîn de Reşîd tê mişextkirin û şeş salan li  Sîbîryayê dimîne. Bi mirina Stalîn re şûnve vedigere Ermenistanê.

Piştî salên 60’î reşîd diçe Radyoya Rewanê û dengê xwe yê germ di serê çiyayê Agirî re derbasî welatê bav û kalan dike. Di radyoyê de Reşîd bi dengbêjên mîna Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Efoyê Esed, Dawidê Xelo, Memoyê Silo, Egîdê Têcir û dehên din xeml û rewşa civata dengbêjên kurd digîhînin asteke herî bilind. Di radyoyê de ew dibin nûnerên nasnameya muzîka kurdî ya resen. Stranên ku Reşîd û hevalên xwe di Radyoya Rewanê de digotin, nîşaneya xerîbî û xûrbetiyê bûn û bêhna welêt û axê jê dihat.

Ferqa Reşîdê Baso ji hinek dengbêjên din ew bû ku wî piraniya stranên gotiye bi xwe afirandine û  hin stranên wî jî hin hunermendên din gotine. Stranên mîna Felekê, Peyayo, Delal Ha Delal û hwd. Hunermendên mîna Şemdîn û Dilovanê kurê wî di berhemên xwe de stranên Reşîd gotine. Bila neyê jibîrkirin ku her dengbêjekî ji nav me koç dike arşîveke dewlemend jî bi xwe re dibe nav axa sar û ew kaniya stran û zanînê bi wan re dimiçiqe.

Hewce ye ku dema dengbêj hêj saxin arşîvên wan bên çekirin  û stran û zanînên wan bên tomarkirin. Li ser wan berhem bên nivîsandin û çêkirin.

Her wiha Reşîd di jiyana xwe de gelek belengazî û feqîrî dîtine û ji bo debara malbata xwe 43 salan di kargehan de xebatiye. Di sala 2003’yan de ji bo çareseriya nexweşiyê diçe Ewropayê. Heta mirina xwe li wir dimîne.

Belê, hezar heyf dengbêjê nemir û kaniya stranên kurdî ya mezin û resen di 12’ê nîsana 2006’an de li Astanbroka Almanyayê koça dawî kir.