26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêrane, wêrane çi ye

Yan jî gundeki kor, we qet gundê kor dîtiye?

Wisa gundekî mezin, li ser çar taxan, li ser sê newalan, li ser çar-pênc giran, lê kor! Xir û xalî!

Ka di tavheyvekê de em bimeşin. We go bekesî! Bêxwedîtî! Bêxwedî û bêXwedan! Wêran, wêranî, xerabe… Ê weleh jiyan zilm e. Kê gotiye jiyan pîroz e, hebûn pîroz e, de wir de, de here lo! De here ji xwe re karekî bike.

Qaşo taveheyv hestewariya dilxweşiya evînê ye. Mala mine! Va li ber Dara Zolê me. Berê keç û xortên dilevîn ji bonî ya dile wan bê cî, bigihên miradê xwe zolik bi vê darê, bi guliyên vê darê vedikirin. Zolikên sor, gulgulî, şîn, kesk… Tew, ku evin û meqseda dilan ma ji zolikan re, ji zolikên perpitî… Mala minê dilo, mala minê mirovahî, pîrozî. Kes nabêje jiyan pêkarî ye, hêzdarî ye.

Dile min, mejiyê min wêrane mîna warê min. Ka wê çawa be! Dildariya zarokî, ciwanî, kêfxweşî û lîstokên zarokîn ên li bin vê darê. Hevdana berûyan, xwarina sîtehlkan… Kuştina mar û gumgumokan. Deranîna hêkên niqniqorkê ji hêlînan û çavsoriya marên di hêlînan de. Lîstokên kortikan, qapan, deq, hisomeyn û herwiha. Herê Dara Zolê, herê dinyayê…

Destpêka ketina gund ji hela rojhilat ve, ji aliyê Stewrê. Vaye kêlika tirba kalikê min Hecî Izêr ê ku xwe spartiye tirba apê min Miheme û fatîheyekê dixwaze tevlî “vî şexsî, vî cebanî…” Tew lîstoka darçoqîtkan. “Şepo lîstika qîzan e. Em bi çilko bileyzin, lîstika kurikan, a meran!”

Vaye ciyê ku me bi deq ango xeleka berûyan dileyst. Vaye ber tirba jinxala min, ciyê gangilokan, ê gangilokên mor û rengên moravî, pêşî li vira difetiqin ji stûxwariya xwe, lê stûxwariya me didome. Gangilokên sor, spî, reş û hwd. li vê kêleka rê, li ber vê tirba xerîb, bêkes… Ev der cebanê xerîban e. Herê dile zarokî û bi ser de dile ciwan!

Rêya çalan, çalên Hemiya Şemdîn. Rebana xwa min Nûrê di vê rêyê de çi kişand û nekişand. Tew bi şev ez jî li ser pişta wê. Bêavî, ava çalan a baranê û kurmikên wê. De dilo bihêle lo… rebenî, tunetî, belengazî para me kurdan. Herê bindestiya malxerab.

Tavheyv îşev dildar e… Çi fêde war wêran e.

Qesra kalkê min wêran, ya bavê min wêrantir. Wexta me ew çêkir, li qubleyê wê me eyneyeke biçûçik î girover a xort û keçan di dîwêr de bi cî kir, min û Rifet.. Rifet jî koçber, xwecî, malwêran, dildar, evînqurmîçek, her bêqederî li bejnê tê, weke me. Hey gidî dinya, ew niha li ku ye! İlim jî esirkî ta ji Qarqosekê biriqîna wê dida her dere. Şewqa evîna nîvcomayan, nîvcomayiyan an jî ya yekalîtî yan jî evîna dîlê nîrê toreyan. Kilamên evînê diteyisand, denge Radyoya Erîvanê, Gerbêtê, Xaco, Meryamxan… dinimand. Ligel wê du kevokên ku nikul didan hev, maçî dikirin dilê kezidî.

Tev bûn çîrok!

Lê çi bi cam û pencereyan hatiye, çi li wan qewimiye. Yek jî nînin. Bi kêmanî sêsed û nizam çiqas mal, qesr û eywan, hêwan tev kor. Rohniya çavên wan nîne. Hela, hela… Qey ji ber tavheyvê ye.

Lê sibehê jî heman dîmen.

Ku tu ji derve yan jî ji hundirê gund, li gund dinêrî cam û pencere, pace vala ne, tarî ne. Ne cam ne pencere, ne takrîhan û ne kenê keçikên xama, ne jî li binya paçan xwe qurekirina xortên nûgihaştî ku av di wan de geriyaye. Xanî kor in û hilbet gund jî.

Gundê kor, wêran, wêrane.

Herê dilo!

Çi bibêjim vala, bê wate.

Li bende ye, li benda azadiyê.

Rewş wek kefareta azadiyê,

Herê!

Dê roj ji sere Gêra Aşan derbikeve û rohnayiyê bide pozê Devê Gur û Warkê Ereban. Dê çavên qesran jî ji rohnayiya azadiyê bibiriqin; ji kûrahiya terpîna dil, ji kûrahiya evînê…

26.Adar.2017 / HepsaXopanaMêrdînê

D.12

Saet: 21.35