Rojnameya Heftane

Tenê dîwar lê nakin…

Armanca lêkirina dîwarê rêya trênê ya di nav Amedê re derbas dibe, ne tênê nûkirin e, di heman demê de ji hêla ewlehiyê ve kontrolkirina bajêr e. Divê siyasetmedarên kurd jî li gorî vê nêzî lêkirina dîwar bibin

Qedrî Esen

Bajarê Amedê ku li ber dilê kurdan gelek şêrîn e û weke paytexta Kurdistanê tê qebûlkirin, ji bo rantê û polîtîkayên ewlehiyê di hedefa dewletê û desthilata AKP’ê de ye. Piştî rûxandina navçeya wê ya dîrokî Sûrê niha jî tê armanckirin ku Amed bi tevahî bê dabeşkirin.

Ev yek bi destê Midûriyeta Herêma 5’emîn a Rêyên Hesin a Dewletê tê kirin. Midûriyeta navborî, di bin navê nûkirina rêya trênê ya di nav Amedê re derbas dibe de dixwaze bi dîwarekî bi qasî 2 metreyan bilind navenda Amedê dabeş bike.

Armanc ne ji bo xêrê ye

Heke jê re nûkirin bê gotin gelo li navenda Amedê pêwistî bi nûkirineke bi vî rengî heye?

Teqez na. Lewre tişta ku tê kirin ne nûkirin tenê ji bo rant û polîtîkayên ewlehiyê astengkirina pêşveçûna bajêr e. Heke armanc nûkiribûna diviyabû ku destpêkê seferên trênên bar bihatina rawestandin û ji navenda bajar bihatina derxistin.

Ji ber ku armanc ne ji bo xêrê ye, projeyek baş ji bo nûkirinê nehatiye amadekirin. Bi projeya heyî hemû rê û dirbên çûn û hatina mirovan a bi pêya tên girtin. Ev yek jî bandoreke mezin li jiyana rojane ya nav bajêr dike.

Ewlehiya dewletê

Dîsa bi vê tê xwestin ku bajêr bi van dîwaran bê kontrolkirin û liv û tevgera li nav bajar li gorî daxwaza dewletê bê kirin. Çawa ku gelek rêyên bejahiyê ne ji bo welatiyan ji bo operasyonên leşkerî tên çêkirin, ev dîwar jî ne ji bo ewlehiya welatiyan ji bo ewlehiya dewletê tê çêkirin.

Bi gotineke din ev dîwar ne dîwarê xêrê ye. Divê ev ji aliyê herkesî ve bê zanîn û li gorî vê helwest bê nîşandan. Heke wiha nebe dibe ku piştî vê projeyê ji bo kontrolkirina bajêr hin projeyên din jî bikevin meriyetê.

Rê tê zexmkirin

Mînak beriya çend salan dema ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di destê DBP’ê de bû, ji bo rêya trênê ya nav bajêr projeyek hatibû amadekirin. Li gorî vê projeyê dê rêya heyî derketina derveyî bajêr û li her du aliyên rê dar bihatina çandin.

Dîsa ji bo parqên bi dîwar ên nav bajêr biryara hilweşandina dîwarên wan hatibû dayîn lê tişta tê kirin berovajiyê vê ye. Li şûna derxistina derveyî bajêr, rêya heyî tê zexmkirin û bi dîwarên bilind rê û dirb li niştecihên bajêr tên girtin.

Daxwazên rêxistinên sivîl û gel

Ji ber vê sedemê 21 rêxistinên sivîl ên li Amedê li dijî projeyê derketin. Rêxistinan der barê mijarê de daxuyaniyên hevpar dan û xwestin ku proje demildest bê rawestandin û ji bo berdewamkirinê careke din bê nirxandin.

Her wiha rêxistinan pêşniyar kir ku seferên bar ên li ser rêya trênê ya heyî bên rawestandin û ji bo van seferan li derveyî bajar rêyek nû bê çêkirin û rêya heyî tenê ji bo rêwitiyê bê bikaranîn.

Gelê Amedê jî li ser medyaya civakî li dijî projeyê derket û daxwaz kir ku li şûna betona heta 12 kîlometreyan a li her du aliyên rê, dar bên çandin. Ev bertek û daxwaz di cih de ne û heta pêkanîna vê jî divê şopandin bê kirin. 

Divê armanc bê teşhîrkirin

Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Garo Paylan û Semra Guzel jî projeyê birin rojeva meclisê daxwaza rawestandina projeyê kirin. Lê li gorî min tenê daxwaza rawestandinê ne bes e. Divê ji hêla siyasetmedarên kurd ve armanca dewletê ya nûkirina rê jî bê teşhîrkirin.

Piştî van hewldanên rêxistinên sivîl û HDP’ê Wezareta Ragihandin û Binesaziyê ya Tirkiyeyê projeyê da rawestandin lê ev nayê wê wateyê ku wê careke din proje neyê berdewamkirin.