spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wek paradîgmayeke çandî kevneşopî-1

Di fîlmên ku dê sînemaya kurdî biafirîne de dê rengekî vegotinê yê çawa bê bikaranîn, ev vegotin dê xwediyê teşeyeke çawa be, çîrokên van fîlman dê li gor, kîjan pevçûnan bên honandin, honakeke çawa, têkiliyeke cih û demê ya çawa dê bê sazkirin; ji bo ku ev hemû bên diyarkirin, divê paşxaneya çandî ya civaka kurd û erdnîgariya kurdan bê nirxandin. Divê kevneşopiyên civaka kurd li ber çavan bên girtin. Ji bo vegotin û domandina kevneşopiyên kurdan amûra herî bingehîn vegotina çîrokan e. Ji ber vê yekê jî divê sînemaya kurdan jî çîrokên rast bihone û karakterê rastîn biafirîne. Heta ku karakterên di çîrokên kurdan de (Derwêş, Mem, Zîn, Edûlê), cih (kon, çiya, gund, xweza bixwe) û dem (dema çîrokên çarsed sal berê û awayê nirxandina vê demê) neyên hînkirin, ne pêkan e ku binesaziyeke rast a sînemayê jî bê avakirin.

Ev paşxane jî têkiliyên navbera hişmendî, dab û nêrîtên vegotinê û hunerê pêk tîne. Binesaziya ku dab û nêrîtên vegotinê yên ku kurdan di encama ezmûnên xwe yên dîrokî de afirandine bi piranî li ser gotinê û temaşekirinê hatiye avakirin. Bi awayekî giştî jî xwediyê vegotineke ne xapîner e. Ji bo ku xebatek ji aliyê awayê derbirînê yê estetîk ve û wek alaveke derbirîna ramanî bibe xwediyê nirx, beriya her tiştî divê xwediyê nasnameyeke çandî be û divê vê nasnameyê bi awayekî ramanî jî karibe bide der. Wisa be, divê derhênerên kurd fîlmên ku bîr û bawerî, felsefe û hunera ku civakê di vê pêvajoyê de afirandiye wek xalên bingehê bigirin dest û fîlmên xwe bi wî awayî çêbikin. Ev rewş ji aliyê nasnameya çandî ve wek pirsgirêkeke pir girîng derdikeve hemberî me.

Her civakê ji bo xwe rêyên vegotinê yên xweser afirandine. Ev vegotin ji xewn û xeyalan bigire heta bêdawîbûnê rengên cuda di nav xwe de dihewînin. Wek nîşanên ku civakan ji hev cihê dikin jî mirov dikare binirxîne. Lewra ew awayê herî baş ê derbirîna ramana civakî ne. Kurdan bi piranî xwe bi çanda dengbêjiyê ve kirine û bi hezaran salan hebûna xwe bi vî awayî domandine. Vê yekê jî di çîrok, destan û serpêhatiyên xwe de vedibêjin. Ev sazî ji bo veguhestina çandê xwediyê hêz û wateyeke pir mezin e. Hemû civak her tim der barê cîhan, hebûn û tiştan de û der barê hebûn û pêşketina wan de xwediyê hinek tesawiran in. Dîsa her civak xwediyê hinek agahiyên ku bi rengên xwe derdikevin holê û di heman demê de hem xwediyê taybetiyeke ceribîner in û hem taybet (deductive) û hem jî diyalektîk û şîroveker in. Ji ber vê yekê hişmendî rengê ‘berhemên’ endamên civakê diyar dike. Horkheimerê ku bi xebatên xwe yên ku di qada felsefeya civakî de tê naskirin, der barê têkiliyên di navbera berhema hunerî, hunermend û civakê de hinek xalan destnîşan dike û mijarê bi qasî ku tê xwestin zelal dike: “Kesê/a hunermend ji aliyekî ve hem civakî ye hem jî takekesî ye. Ji ber vê yekê ye ku xebata hunerî bêyî daxwaza afrînerê/a xwe, meylên civakî yên objektîf jî vedibêje.”

Li tu dera cîhanê, tu huner ji şert û mercên polîtîk, aborî, civakî, çandî, hunerî, hiqûqî, teknolojîk, serdem û rewşê nikare bê cudakirin. Tu çalakiya hunerî ji rehendên xwe yên civakî bi awayekî cuda nikare bê nirxandin. Her berhema hunerî ligel afrînerê/a xwe girêdayî şert û mercên aborî, têkiliyên hilberînê, bingehên çandî yên civaka ku ji navê derdikeve ye. Ji bo vê yekê mînaka herî balkêş jî destana Keleha Dimdimê ya ku ji aliyê dengbêjan ve tê gotin. Ev destan hem pirsgirêkên civakî û hem jî yên takekesî vedibêje û têgihîştineke hunerî ya ji civakê qut nîşan nade. Huner hewl dide ku têkiliyên navbera avaniya civakî, hişmendî û takekesî rave bike. Têkiliyên navbera vegotina sînemayî û avaniya civakî her tim bi avaniya civakî re û hişmendiya takekesî re têkel e. Lewra di bingeha ramanê de honaka mantiqî ya ku ji nêrîna cîhanê û hişmendiya civakî pêk tê heye. Wek mînak; derhêner vegotina xwe ya sînemayê li gorî nêrîna xwe ya takekesî disêwirînin; li vir her çiqas vegotina derhêner takekesî û li gorî daxwaza wî bixuye jî hem awayê vegotinê û hem jî naveroka wê (peyam û kod) nikarin derkevin derveyî hêmanên ku pergala civakî saz kiriye.

Ji ber vê yekê ye ku tu vegotin nikare ji derdor, raman û têkiliyên ku tê de hatiye afirandin bê cudakirin. Ev bi vî awayî tê pejirandin. Bi gotineke din; di fîlman de vegotinên civakî (teşe, fîgur, nimandin) bi awayekî şîfrekirî û rêbazeke sînemayî tên ragihandin. Ne pêkan e ku ev berhem jî nebin beşek ji pergala nimandinên çandî yê ku rastiya civakî diafirînin. Sînemagerekî/e ku li Kurdistanê sînemayê çêbike, ne pêkan e ku haya wî/ê ji şert û mercên xweser ên Kurdistanê, Tevgera Azadiya Kurdan û dewlemendiya çandî ya Kurdistanê tune be. Yên ku ji van re çavên xwe bigirin, civakê nebînin, nikarin bibin sînemagerên ku ji bo civakê difikirin û diafirînin.