27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xebatên cuda mijarên hevpar

Li Amedê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşengehek ji aliyê Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê ve hat lidarxistin. Di pêşengeha ku bi xebatên Neşe Toprak, Zozan Bor û Fîgan Ektî ve hatî amadekirin de jinan bi navê xebatên ‘Ked’, ‘Hêvî’ û ‘Jin kî ye’ tev li pêşengehê bûn. Pêşengeha ji wêne û xêzên li ser jiyan û keda jinan hatine xêzkirin pêk tên. Der barê pêşengehê de em bi Neşe Toprak, Zozan Bor û Fîgan Ektî re axivîn.

Neşe Toprak mamosteya beşa wênexêzê ya KASED’ê bi xebata xwe ya bi navê ‘Hêvî’ beşdarî pêşengehê bû. Toprak di derheqê xebata xwe de diyar kir ku ew di xêzên xwe de rengê reş û şîn bi kar tîne û wiha got: “Min wêneyên xwe li ser rûpelên rojnameyê bi rengên şîn û reş çêkirin. Reş tarîtiyê, şîn jî hêviyê temsîl dike. Di wêneyan de min xwest bal bikişînim ser jinên ku di girtîgehê de ne aliyekî wan çiqas di tarîtiyê de be jî alî wan ê din tim şîn e yanî hêvî ye.”
Toprak têkildarî mijara ku wêneyên xwe yên li ser rojnameya Xwebûnê çêkiriye wiha axivî: “Bi taybetî em nûçeyên der barê jinan de di çapemeniya azad de dibînin, ji ber vê yekê min wêneyê xwe li ser rojnameya Xwebûnê xêz kir. Navê beşa min ‘Hêvî’ ye. Min bi xebata xwe xwest bêjim jinên rojnameger, jinên di girtîgehan de û jinên ku di nav têkoşînê de ne çiqas di tengasiyê de bin jî hêviyên wan bi dawî nabin.”

Bi wênayan keda jinan xêz dike

Wênasaz Zozan Bor a ji bajarê Wanê bi xebata xwe ya bi navê ‘Ked’ê tev li pêşengeha 8’ê Adarê bû û der barê pêşengiha 8’ê Adarê de ev tişt anî ziman: “Em sê jin bi xebatên cuda lê bi mijarên hevpar tev li vê pêşengehê bûn.”
Bor têkildarî naveroka xebata xwe da zanîn ku bi sedema êdî civak her diçe pişta xwe dide çanda xwe û bi vî awayî keda gundewar ji holê radibe û ev tişt anî ziman: “Ez li ser keda jinan sekinîm, ji ber ku jinan jiyan bi keda xwe afirandiye û diafirînin. Lê helbet ev ked her diçe bi modernbûnê re êdî nayê ber çav. Ji ber vê yekê min xwest bi wêneyên xwe balê bikişînim ser keda jinan û çanda ku ava kiriye. Bi rêya wêneyan keda ku em bûne şahidê wê, bigihînim nifşên li dû xwe.”

Dixwazim dîrokê zindî bihêlim

Wênegir Fîgan Ektî bi xebata xwe ya bi navê ‘Jin kî ye?’ tev li pêşengehê bû. Ektiya ku di temenê biçûk de dest bi wênegiriyê kiriye, diyar kir ku armanca wê ya bi girtina wêneyên jinan ew e ku ji bo pêşerojê bibin arşîv û wiha got: “Wek tê zanîn dîroka jinên kurd a bi awayekî rêzkirî tune ye. Ji bo vê yekê jî ez bi van wêneyan arşîvê amade dikim. Armanca min bi wênegiriyê de avakirina arşîvekê ye û dixwazim bi vê arşîvê dîrokê zindî bihêlim ku çend sed sal şûnde yê ku li dû me werin bibînin ku jin çawa ked dane û jiyan çawa ava kirine. Ev 25 sal in ez aktivîst im û di xebatên TJA’yê de cih digirim. Wênegirî jî yek ji van xebatan e.”