26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xebatên yekitiyê xurt dibin

Xebat û hewldanên li darxistina kongreya yekitiya neteweyî didomin. Li her çar parçeyên Kurdistanê partî, rexistin û saziyên sivîl ji bo parastina destkeftiyên kurdan bal kişandin ser yekitiyê

Piştî hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li tevahiya Kurdistanê û li Ewropayê kurd ji bo yekitiya neteweyî ku pêk bînin û kongereyekê ji bo yekitiya neteweyî ku bi tevlibûna nûnerên rêxistin û saziyên kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê tevli bibin li dar bixin ketin   tevgerê.

Di vê çarçoveyê de li Başûr, Bakur û Rojava û li Rojhilatê Kurdistanê, her wiha li Ewropayê nûnerên gelê kurd, sazî, rêxistin, hunermend û rojnameger ji bo yekitiyek di nav gel de bê avakirin gelek civîn, konferans hatin lidarxistin û daxuyanî dan.

Li Başûr rêzecivîn

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo lidarxistina Kongreya Yekitiya Neteweyî demek dirêj e di nav liv û tevgerê de ye. Di vê çarçoveyê de li başûrê Kurdistanê bi sazî, rêxistin û partiyên siyasî ên kurd re hevdîtinên berfireh hatin kirin. Heta niha bi 38 sazî, rêxistin û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Her wiha ji derveyî PDK’ê hemû partiyan hevdîtin qebûl kir û civîn erênî derbas bûn.

Li Bakur xebatên yekitiyê

Her wiha li bakurê Kurdistanê jî partiyên siyasî ji bo yekitiya kurdan ketin nav hewldanan. Di hefteyên borî de Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva ‘yekitiya neteweyî’ hatin gel hev. Li gel ku banga tevlibûna civînê li wan hat kirin jî nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) tevlî civînê nebûn. Encamên ku di civînê de derket holê dê li Ewropa, başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê bên nirxandin.

Li Ewropayê meş

Di 5 û 6’ê kanûnê de zêdeyî sed siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên sazî û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistenê ji bo yekitiya neteweyî ji bajarê Lozanê heta Cenevreyê meşek li dar xistin. Di meşa ku hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku kurd di vê serdemê de gihîştine wê astê ku bi yekitiya neteweyî karibin encamê bigirin.

Divê destkeftî bên parastin

Ligel çalakî û hewldanan, nêrînên welatî, nivîskar û siyasetmedaran jî di rojeva vê hefteyê de cih xwe girtin, banga yekitiya neteweyî berjewendiyên niştimanî bi parêzin derket pêş.

Endama rêveberiya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Nîga Seîd got: “Ger aliyên siyasî ji bo destkeftiyên niştimanî dev ji mijarên rêxistinê bernedin, wê nekaribin bigihîjin armancên xwe jî. Divê rêxistin dostên miletê xwe bin.”

Ji bo gel xizmetê bikin

Nivîskar û endamê înîsiyatîfa hunermend û rewşenbîrê kurd Melevan Resûl bang li aliyên siyasî yên kurd kir ku  divê partiyên kurd bê şert û merc Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin.

Hunermend Selah Îbrahîm bang li partiyên kurdî kir ku berjewendiyên derve terk bikin û ji bo xizmeta gelê xwe kar bikin.

Hunermend Mihemed Şêxmûs da zanîn ku pêwîst e êrişên li ser herêmê werin sekinandin û wiha axivî; “Ji bilî yekrêziya kurdî tu rê li pêşiya me nîn e. Lewra divê partiyên kurd hêza xwe bi rêxistin bikin û ji bo berjewendiyên vî gelî kar bikin.”

Ji bo xebatan komîteyek hat avakirin

Bi dirûşma “Ber bi konferansa niştimanî û nexşerêya çareseriya doza Kurdistanê’ li Silêmaniyeyê bi tevlîbûna rewşenbîr, aktivîst û siyasetmedaran civînek hat lidarxistin. Di encama civînê de komîteyek hat avakirin. Komîteya ku hatî avakirin dê xebatên yekitiya neteweyî bi rê ve bibin. Komîte dê ji bo yekitiyê li bajaran semîneran li dar bixin.

Di civînê de ev nexşerê jî hat pêşniyar kirin û xalên nexşerêyê wiha ne:

3 Destpêkê pêwîst e hemû ragihandinên fermî û ne fermî, hemû torên civakî di van şert û mercan de li gorî berpirsyarî û erka xwe tevbigerin. Divê bi yekrêzî û bernameyên taybet pêşkêş bikin. Berpirsyariya dîrokî a xwe bicih bînin û zêdetir xelkê hişyar bikin.

3 Pêwîst e li gorî roj û demek diyar, bername bi nûnerên hemû aliyên siyasî, pekhate û hemû kesayetên navdar yên civakê re were kirin. Nûnerên Neteweyên Yekbuyî ji bo nîqaşên siyasî yekgirtî û diyarkirina rêya çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka gelên Kurdistanê danîn holê.

3 Di civîna giştî û berfireh de, komîteyek giştî, siyasî, dîplomasî, ji bo kar û rêya çareseriya pêşniyaran a gelên Kurdistanê bê diyarkirin.

Di civîna ku hatî lidarxistin de li ser rewşa rojavayê Kurdistanê jî nîqaş hat kirin û hat diyarkirin ku li dijî êrîşan divê yekitiya Kurdan pêk were.

‘Divê xizmetê ji gelê kurd re bikin’

Şandeya KNK’ê hevdîtinên xwe di nav hefteyê de jî domandin. Şandeya KNK’ê di çarçoveya xebatên ji bo avakirina yekitiya neteweyî de, çû serdana Rêxistina Kurdên Feylî Bo Mafên Mirovan.

Di hevdîtinê de şandeya KNK’ê derbarê avasaziya KNK’ê de, her wiha xebatên wê yên ji bo yekitiya neteweyî de, agahî dan. Endamên şandeyê destnîşan kirin ku berxwedanên li bakur û rojavayê Kurdistanê hatine nîşandan, kurd zêdetir nêzî hev kirine. Endamên şandeyê dan zanîn ku Kurdên Feylî jî gelek êş kişandine, lewre pêwîst e kurd hemû hevkariya hev bikin û yekitiya xwe pêk bînin.

Rêveberên Rêxistina Kurdên Feylî Bo Mafên Mirovan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana şandeya KNK’ê anî ziman û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî. Reveberan her wiha got ku ew jî dixwazin bi KNK’ê re kar bikin.

Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Şehla Hafîd û Seroka Rêxistina Kurdên Feylî Bo Mafê Mirovan Nezîra Îsmaîl Kerîm, destnîşan kir ku ew gelekî girîngiyê didin Kurdên Feylî, sedema serdana wan a îro jî ev e û da zanîn ku wan di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên kurdên feylî kiriye, her wiha li ser rêyên çareseriya pirsgirêkan rawestiyane. Şehla Hefîd bibîr xist ku wan heta niha li ser pirsgirêkên kurdên feylî 3 konferans li dar xistine û niha jî hewl didin ku peywendiyên Komiteya Kurdên Feylî ya KNK’ê bi rêxistin û saziyên li Herêma Kurdistanê û Iraqê re xurt bikin.”

‘Armanca me yek e’

Nezîra Îsmaîl Kerîm jî diyar kir ku ew dixwazin bi KNK’ê re hevkarî bikin û got: “Ji ber ku armanca me hemûyan yek e. Weke miletekî serbilind, divê em nîşanî gelên cîhanê bidin ku em kurd yek in. Me beriya niha dixwest tevlî kongreya KNK’ê bibin, lê mixabin ji ber pirsgirêka vîzeyê pêk nehat. Em dixwazin hevkariya hev bikin û xizmetê ji gelê kurd re bikin.”