26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xewdank

Berfê

Xewn I

Van xewnan serê wê xwaribûn, heyat jê re nehiştibûn. Mesela wê û xewnan bi bavê re des pê kiribû. Carekê bavê wê yê berî niha bi çend salan miribû, hatibû xewna wê. Nûr ji wechê wî dibariya; pariyek nan xistibû destê wê û jê re gotibû: “Ev teberika mala Şêx e, ha ji te re vî nanî bide Rihanê. Ku bixwe wê di derbekê de rehet bibe.” Wê jî rahişte nan û bi lez çû ba Rihanê. Lê dema li xwe zîvirî bavê xwe li tu derî nedidît. Li her derê lê digeriya; leqayî kê dihat ji wan dipirsî… Wilo ji xew şiyar dibû. Hingî di nav livînan de kêferat kiribû, di nav xweydanê de mabû. Ji kesî re behsa xewna xwe nekiribû lê dilê wê jî hîç ne rehet bû.

Piştî çend rojan telefona wê lêxist, xwişka wê ya mezin bû. Wextê navê xwişka xwe dît, hema dilê wê go tik, telefona xwe bi tirs vekir. Xwişka wê digiriya: “Pitika Rihanê ji ber çû.”

Xewn II

Ji esirkî ve li wê kafeyê bûm; çaxê ez hatim hê ti kes nehatibûyê. Peyre min dît jinek hat û çû û li ser maseyeke li ber şibakê rûnişt. Hinekî aciz xuya dibû; awirên xwe vedabûn û tiştin dinivîsandin. Carna serê xwe radikir, li derve dinêrî û serê her kêliyê jî li saeta dîwêr dinêrî. Li hêviya hinekan bû yan tenê dixwest wextê xwe derbas bike?

Yeke porxelek û kurisandî jî hat, çû cem wê jinika ber şibakê rûnişt. Bi kelecanî bû. Devê wê kêliyekê jî neketibû hev. Bi qasî ku dengê wê dihate min behsa xewnên xwe dikirin. Digot: “Beriya niha bi hefteyekê pitika jinbira min ji ber çû. Min berî hingî di xew de bavê xwe dîtibû û pariyek nan…”

Mehdê min tirş bû. Ji nişka ve  diya min hate bîra min. Hema ku çavê wê diçûn ser hev, xewn ditîtin û hemû xewnên xwe jî ji min re digotin. Mixê min biribû bi xewnên xwe. Gelek caran min lê guhdarî jî nedikir. Lê dîsa jî dev ji gotina xewnên xwe bernedida. Di ber xwe de digot: “Xwedê li ser xêrê binivîse.”

Carna di nîvê civatê de dest bi xewnên xwe dikir, min jî digot qey tiştekî rast e. Carekê ez ji mektebê hatibûm, betilî û kerixî bûm. Dîsa ji xwendevanên xwe aciz bûbûm. (dinya jî hingî germ bû, şişreşira xweydanê bû) Min nedixwest tu kes tengî min bibe. Xêratin li min anî, ez rûniştim.

-Îro zarokên jinxala te Şikriyayê hatin vir. Min kir û nekir neketin hundir.

-Jinxala min Şikriya kî ye?

-Xwiha jinapa te Etiyayê lê.

-Wa! Hatibûn vir çi?

-Kengî hatine vir?

-Te got ew hatine.

– Ji kuuu, min ew di xew de dîtin.

-…

Gelek caran di wechê wê de min xeyal û rastî tevlîhev dikirin.

Teqez min li vê stranê guhdarî kiriye lê li ku? Lê ew jinika li ber şibakê çima wilo veciniqî? Tu dibêjî qey bi vê stranê ji xew şiyar bû û heman kêliyê awira wê li saeta bi dîwêr ve ket: 07:48

Xewn III

Wê sibê giraniyek li ser laşê wê hebû; hîç nedixwest ji nav cihan derkeve. Çavê xwe bel kir, pêşî li saetê nerî, hê zû bû. Lê ev bûbû demeke dîrêj ku di heman saetê de çavên wê bel dibûn. Tu mane nedida vê meselê. Li şibaka xwe ya ku perde li ber e nêrî. Ji ber ku dinya şilî bû her der tarî bû. Hîletê wê ji rojên wilo diçû. Lihêfa xwe ya qesebî kişande ser serê xwe û çavên xwe miç kirin. Bi alarma saetê veciniqî. Her çiqas saet du-sê caran taloq kiribe jî, xew ji çavê wê çûbû êdî. Rabû. Pişta xwe da dîwêr û rûnişt. Rahişte berçavka xwe ya li ser qomîdînê û li nûçeyan nêrî.

Şeva din dîsa pîrika xwe di xew de dîtibû. Ji zû de nedihate xewna wê, Xwedê li ser xêrê binivîse, dikir û nedikir xewna wê nedihate bîra wê. Her ku pîrika xwe ya ku berî niha bi şeş salan miribû di xew de didît, piştî ku şiyar dibû porê xwe dikire du kezî û dihûnand. Terîşk û merîşk lê girêdidan. Wê sibehê jî porê xwe kire kezî û hûnand. Bi vê meselê nizanîbû bê bi kê û çawa despêkiribû. Diya wê û pîrika wê dema pêşiyên xwe yên jinên mirî di xew de didîtin. Wê rojê porê xwe dikir du keziyên hûnandî û bi miherk û terîşkên rengorengo dixemilandin keziyên xwe.

Pîrikê ev mîrate ji dê re û dê jî ji keçê re hiştibû lê gelo kê ji pîrikê re hiştibû?

-dank

“-Seyda, dev ji vana berde, ez van tiştên ku tu dixwînî hemûyan dizanim. Tu bi qedrê Xwedêkî wê Quranê bigirî û benta Şakiro ji min re deynî ser.

-Temam, Mele Mihemed.

Devê Qurana pîroz girt, ew maç kir, danî ser eniya xwe, xiste qewlikê wê û bi dîwer ve kir. Devê qutiya ku bent tê de ne vekir:

“Karapetê Xaco, Aram Tîgran, Eyşe Şan… ha va ye Şakiro!”

Rahişte bentê, pêl pişkoka çaran kir, qelpaxa teybê vebû. Bent xistiyê û pêl pişkoka duyem kir. Bent zîvirî û hey zîvirî… Dengê Şakiro li mezelê olan dida…

Ew bûbû heft meh bi vê mîratê ketibû. Pêşî di lingê wî de derketibû, hino hino xwe li hemû laşê wî gerandibû. Lê ti tiştî bi qasî guhê wî ew neêşandibû. Kwînerek di guhê wî de derketibû. Roj bi roj guhê wî girantir dibû. Wî her tişt bi guhê xwe dikir: bi guhê xwe hîs dikir, bi guhê xwe didît, bi guhê xwe diştexilî… Ji ber wê jî wexta guhê wî ji dest çû kerr, kor û lal bûbû…”

Par havînê dema diçûm Amedê min ev çîrok di telefona xwe de nivîsîbû. Lê min bi temamî ji bîr kiribû…

Ev jinika han, li devê derî çima wilo di bin baranê de sekiniye û şemsiya xwe ji ser xwe hilandiye? Berê xwe zîvirand, dît ku ez lê dinêrim. Min hemanekê berê xwe da alîkî. Ber bi derî ve hat; çembilê derî girt; hinekî sekinî ma; tu dibêjî qey dudilî bû… Bê çilo kete hundir bayekî cemidî jî xwe li rûyê min xist; ez ji serî heta binî ricifîm. Hema xuşexuşa avê bû jê dihate xwarê. Te porê wê biguvaşta teştek av jê derdiket.

Erê, porê wê… Her du guliyên wê yên dirêj ku digihane ser sîngên wê bi ta û terîşkan xemilandî bûn. Çima gelo? Çavên wê tije bûn, ne giriyabû ne jî ji baranê wilo şil bûbûn? Çavê xwe li hundir gerand, te digot qey li hinekan digere. Min di bin çavan re lê dinêrî, destên wê dilerizîn. Bi destên wê ve boyax hebû. Deng jê dernediket. Qederekê wilo li devê derî şipiya ma; piştre derket û çû. Bû dilopeke li ser camê û hêdî hêdî hate xwarê.

Ew bû peşkek baranê û bariya û hey bariya. Min ew di wî halê wê de hişt û li derdora xwe nêrî: li ser her maseyekê hinek hebûn tev li çîrokên xwe…

Min pişta xwe da paldankê, rahişte qedeha xwe ya çayê û qurtek jê da guhê xwe bel kir û li dinyayê hisand.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê