27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwaza perwerdeya kurdî kirin

Lijneya Xwendina Bilind (YOK), di sala 2011’an de vekirina beşa ziman û wêjeya kurdî pesend kir. Piştî vê erêkirinê di serî de li Zanîngeha Artûklûyê li çend zanîngehan ev beş vebû û mamosteyên kurdî hatin perwerdekirin. Li gel ku mamoste tên gihandin jî tayînkirina wan gelek bi sînor e û hema bibêjê nayên tayînkirin.

Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî, der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku bi sedan xwendekar ji beşa ziman û wêjeya kurdî derçûne û wiha got: “Hîn jî her sal zêdeyî 100 kesî ji vê beşê der diçin. Mixabin wezareta perwerdeyê salê 2-3 kesan ji van mamosteyan wezîfedar dike. Em dixwazin ku di demeke nêz de hem mamoste hem jî xwendekar bigîhêjin mafê xwe yê rewa.”

Înîsiyatîfê, di berdewamê de jî bang li xwedî û berpirsên kolej û kreşên li bajarên bi piranî kurd lê dijîn kirin ku zimanê kurdî jî li waneyên xwe yên îngilîzî, erebî, fransî zêde bikin û têxin nav perwerdeya xwe ya pirzimanî. Her wiha înîsiyatîfê ji hemû nûnerên siyasî, çandê, zimanê kurdî, saziyên sivîl û berpirsên komeleyan û rewşenbîrên kurd xwest ku ji her demê bêtir li kurdî xwedî derkevin.” MÊRDÎN

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê