27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xêzeromana jinên têkoşer ên Rojava derket

Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanî li cîhanê deng vedaye, roj bi roj berfireh dibe. Nimûneyên jiyana azad û tekoşîna jinan a li Kurdistanê û nexasim ya di van salên dawîn de bi Şoreşa Rojava re li cîhanê belav bûye, bêhtir bala jinên cîhanê dikişîne ser xwe.

Rojnameger û derhêner Myléne Sauloy di sala 2016’an de li ser jinên kurd ên ku li Rojava li beramberî DAIŞ’ê şer dikirin belgefîlmeke bi navê “Şerê Keçan” (Girls at War) kişandibû. Myléne vê carê ji ser belgefîlma xwe grafîkromaneke bi fransî ya bi navê Keçên Kurdistanê (La guerre des filles)  nivîsî. Ev roman dê di meha hezîranê de bê çapkirin  belavkirin.

Destana jinên azad a efsûnî

Myléne bi belgefîlma xwe hêjayî gelek xelatan hatibû dîtin. Myléne diyar kir ku wê bi pêşniyaza weşangerek ku belgefîlm dîtibû dest bi xêzeromanê kiriye û wiha pê de çû: “Bi min pir efsûnî bû ku destana van jinên azad nêzî mirovan bibe, li gorî rewşa giyanên wan bibişkive, di xwe de israr bike. Lewra em di fîlmekî de dibînin û pê re ji holê radibe. Pirtûk, hevrêyê di rê de ye, çavkaniyeke siruşî ye ku kengê mirov bixwaze dikare lê vegere û digel vê yekê jî ew jinên ku ji ber ewlehiyê me nekarî em tev li fîlmê bikin, hemû wek karakteran tê de bi cih dibin. Ev rêzgirtineke bi rengekî din e ji bo vê destanê. Bê guman rêyek e ku mirov dikare pê xwe bigihîne girseyeke din jî.”

Myléne ji bo her kesî jineke kurd a hevrê afirandiye. Her wiha Myléne bi salan e li ser têkoşîna gelê kurd û nexasim jî ya jinên kurd dixebite. Xêncî rojhilatê Kurdistanê Myléne li hemû parçeyên Kurdistanê geriyaye. Herî dawî bi armanca çêkirina dokûmentarekê der heqê jinên li hemberî DAIŞ’ê şer kiribûn serdana Rojava kiribû.

Berxwedana jinan û îmaja nû ya jinan

Myléne bal kişand ser pergala pederşahiyê ya li erdnîgariya ku jinên kurd lê dijîn û wiha berdewam kir: “Nemaze rejîma tirk li hemberî hemû rêxistinên kurdan kampanyayeke reşkirinê û çewisandineke bêhempa dide meşandin. Çawa li Başûr têdikoşin bi heman awayî li Bakur jî têkoşîna xwe didomînin. Cudahiya Rojava ya herî mezin ew e ku bi Peymana Civakî ya sala 2014’an û Destûra Bingehîn a 2016’an mafên jinan di nav hiqûqê de cihê xwe digire. Her wiha li gorî min berxwedana jinan ya li hemberî DAIŞ’ê jî bû sedem ku ew îmaja jinan ya di nav civakê de biguhere.”

Myléne destnîşan kir ku piştî vê pêvajoyê li ser nifşê nû dê guherînên gelek mezin çêbibin. Her wiha li gorî Myléne derdibire jinên kurd dê di mijara veguhertina mêran de, perwerdekirina wan de û di dabaşa azadbûnê de ji bo jinên Ewropî yên ku difikirin ew azad in, bibin nimûneyeke berbiçav. Myléne di axaftina xwe de diyar kir ku ew cardin dixwaze biçe Rojava û heke şert û mercên pandemiyê guncav bibin ew ê ji bo projeyeke fîlman a dîtir biçe Rojava. Her wiha Myléne ragihand ku di nav meha hezîranê de xêzeroman dê bigihîje ber destê xwîneran.