26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwebûn ji Azadiya Welat welidî

Încîl Selçûk

Di jiyana mirovan de her tim tiştên yekemîn hene. Weke zaroka dê ya ewil, heval an jî hezkirina ewil. Tiştên ewilî bin cihek wan ê taybet bi mirov re dimîne. Rojnameya “Azadiya Welat” jî ji bo jenerasyona me hem şanazî bû û hem jî bû mamosteya yekemîn.

Sala 1992’an, ez ne şaş bim demsal payîz bû. Ew 2-3 hefte bûn li ser hev ji rojnameya “Ulkede Gundem”ê reklama rojnameyeke kurdî dihate kirin. Em hemû malbat, dost û heval bi kelecaneke mezin li hêviyê bûn. Ji ber ku ji bo me derketina rojnameyeke kurdî wek xeyalekê bû. Tevî ku min li cem mamekî xwe yê li zanîngeha Camiu’l-Ezher xwendî nivîsa kurdî dîtibû jî lê kelecana rojnameyeke heftane kelecaneke pir mezin dida min.

Sibeh zû bû ji mal derketim, min berê xwe da bayiyê, pirsa rojnameyê kir. Li çend bayiyan geriyam peyda nebû. Piçekê jî min bi tirs pirsa rojnameyê dikir. Bi çavek xerîb li min temaşe dikirin, digotin rojnameyek wisa nîne.

Welhasil li cem yekî hebû lê, pereyên di dest min de hûr nebûn. Zilam rojname û pere herdu dan dest min û got navê xwe bibêje û paşê perê xwe bîne. Tirs û kelecana min li bin guhê hev diketin min newêrî navê xwe bêjim, min got, ‘avê min Necla ye.’ Zilam li ser kaxizek biçûk notek nivisî danî wir û ez hatim.

Rojnameyeke kurdî di binçenga min de û li sûka bajarê Tarsûsê dimeşim. Pehniya lingê min nedigiha erdê, wek balerînekê li ser tilyokên lingan bi rê ve diçim. Dilê min di sînga min de hilnayê, wek çiyayekî mezin bûye, dikim bifirim. Carna ji binçenga xwe derdixim li ser nivîsê dinihêrim û cardin dipêçim li aliyê ku manşet xuya neke. Ji ber ku tirs jî bi min re heye. Wan rojan her roj dewletê davêt ser malên welatparêz û gelek kes digirtin.

Dema gihiştim malê min rojname ji hev vekir, pel bi pel. Hema bêje sê çar rojan bê navber min ew rojname xwend bê ku bi temamî jê fam bikim. Lê bi israr min bi alîkariya beşa ferhengê ya di rojnameyê de dihate weşandin xwe gihand asta famkirinê.

Di wê navberê de çend zilamên ji malbata me derketin derveyî welêt. Wexta vedigeriyan malê bi xwe re çend kasetên kurdî û kovarek biçûk bi navê “Serxwebûn” di nav pakêtên sabûnê û hwd. de bi xwe re tanîn. Êdî her ku çû nivîsa kurdî li derdôrê dihat dîtin. Lê Azadiya Welat di jiyana me ya rojane de cihekî girîng girt.

Rojnameya Azadiya Welat rojnameya yekemîn a xwerû kurdî bû. Lewra êdî ew bûbû bar ketibû mil. Têkiliyeke xurt di navbera xwendevanan û rojnameyê de hebû. Em di demeke kurt de bûbûn hosteyê xaçepirsa wê ya bi xelat. Hemû nivîskarên wê me weke ferdên ji malbatê dihesibandin û her carê em bi meraq diman li hêviya hejmara nû. Wexta hejmara nû derdiket me despêkê xaçepirs çêdikir û dişand bê ka ew ê kî xelatê bigre. Sê xelatên xaçepirsê jî min girtin.

Wexta me xelat qezenc dikir û nameyên xwendevanan jî di rojnameyê de derdiketin têkiliya me ya bi rojnamê re xurtir dibû. Êdî malên ku Azadiya Welat neketayê me ew mal ji malbatan nahesiband, ew qasî xweş bi dildarî dihate belavkirin.

Di wê navberê de berdêlên gelek giran dihatin dayîn, dewletê bi hemû hêza xwe belavkirina wê asteng dikir. Li aliyê din jî serokkomarê demê Silo Demirel rojname dixist binçenga xwe li qada navnetewî digerand digo aha binihêrin kurd li welatê me bi azadî rojnameyan jî derdixin. Mixabin her roj belavkarên rojnameyê heta xwendevanên wê jî dihatin tehdîtkirin û bi reşkujî dihatin kuştin. Lê ne xebatkaran serî li ber wan gefan ditewand ne jî xwendevanan. Car kalekî 70 salî dikir binçenga xwe ve digerand û car jî zarokekî 7 salî, lê rojname her hate derxistin û belavkirin.

Bi ya min sedema vê yekê; rojnameyê xwerû bi kurdî û gelêrî bû. Lew di dîrokê de jî hatiye îspatkirin ku her tişta gel piştgiriya wê bike têk naçe û gel barê wê hildigire. Îro jî encama wê rastiyê ye ku Xwebûn jê za û her xwendevanekî/e wê rojnameyê îro bûye nivîskarek ku bi dehan berhem afirandine û di wî çemî de diherikin û ew ê her   biherike…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê