26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jean-Paul Sartre û Osman Sebrî

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

“Eger ez ji Xwedê netirsama, min dê ev gedeyê pîs bavêta ber kelemekê. Ji roja bûye, me rihetiya xwe nedît. Niha jî mimkun e bi vî giriyê han me têxe nava destê dijmin.”

Bîranînên Min, Osman Sebrî

Gelo we Sözcükler’a1  Jean-Paul Sartre(helbet ya bi wergera Bertan Onaranî) xwendiye? Ku heya roja îro we nexwendibe, heye ku piştî vê nivîsê û piştî Bîranînên Osman Sebrî dest bavêjinê û bixwînin, hêviya min ev e. Jixwe we xwendibe jî, piştî vê nivîsê û piştî Bîranînên Osman Sebrî 2, ku di gelek mijaran de tiştên gelek girîng rêyî me daye -û hîn jî dide-, hûn dê hewl bidin û bixwazin wekî seqaya edebiyatê bêhtir henasebar be, çawa bit edebiyat, qadeke bêhngirtinê ye û dijejehr, ango antîtoksîk e.

Biqasî ku em pê dizanin -û dinya û alem jî pê dizane-, Sartreyê fransî û Osman Sebrîyê kurdistanî bi tu awayî leqayî hev nehatine, ne di saxîya xwe de ne jî piştî mirinê! Ne li bajarekî Fransayê û ne jî li gundekî Kurdistanê! Ne Sartre qala Osman Sebrî kiriye ne jî Osman Sebrî qala wî û berhemdariya wî! Sartre di 21’ê Pûşpera sala 1905’an de li Parîsê ji dayika xwe bûye, ango bi Apê Sebrî re di heman salê de hatiye dinê û di 15’ê Adara 1980’an de jî li Parîsê koça xwe ya dawîn kiriye. Osman Sebrî, di sala 1993’yan de çûye ser dilovaniya xwe, wekî ku bixwe jî dibêje, di navbera salên 1926-1972’yan de hejdeh caran3 ketiye zindanê, sê caran nefî bûye û salên mayî jî di bin çavdêriya polîsan de jîyaye. Yek bûye pêşewa û nûnerê ramyarî û wêjeyî ya bîr û boçûna hebûnîtiyê(existentialism) û di Şerê Duwemîn ê Cîhanê de ji aliyê almanan ve dîl hatiye girtin, yê din bûye pêşewa û nûnerê têkoşerî û gelparêziyê (nabêje welatparêzî) û bi dû bidarvekirina herdu apên xwe (Şûkrî û Nûrî), xwe avêtiye nav deryaya sîyasetê, bê ku tiştekî jê zanibe an bîrjê bibe. Herdu jî serxwebûnxwaz in û ji azadiyê (û azadbûnê) hez dikin. Sartre Xelata Nobelê nepejirandiye û bi şûn de vegerandiye, Osman Sebrî sitemkarî û zorbaziya tirkan nepejirandiye û Xelata Eşîrtiyê bi şûn de vegerandiye ku ez ê qala vê yekê jî bikim.

Tişta ku di jiyana herdu kesayetiyan de -bêguman di nav peyvênwan de- car caran çav li me diqirpîne ku di pêş de jî dibe mijara gilî û gazincan, nîgaşa bavîtiyê yê ku bi nêzîktêdayîna li hemberî laşî derdikeve pêşiya me, çi ku bav û bavîtî, di heman demê de pergaleke dijelaşîyê ye jî. Digel ku Osman Sebrî gelek û gelek ji bavê xwe yî ku serokê eşîra Mirdêsan e hez dike jî, di beşa ku dûvedirêj qala bûyîna xwe û biçûktiya xwe dike de (piştî zewaca bavê xwe bi pênc salan, di 7’ê Çileya Pêşîn a sala 1905’an de li gundê Narincê tê dinyayê), tîne dibêje, “Bavê min gelekî ji min teng bûbû. Wê çaxê wan bawer dikir ku zarokek xwedî bext û bedbext dibe. Ji ber ku bi bûna min re ev bela hatibû serê eşîrê, ez bedbext hejmartî bûm.”(O. Sebrî, r. 27)

Çi ku Osman Sebrî ji kama xwe ve kin e, her weha bavê wî jî (… ji ber ku bavê min bixwe payeyekî biçûk bû, ma gava ez biçûk bûma guneh bû!?), çaxê di civata eşîrê de serê giliyan vedibe û gotin awayekî ji awayan tê ser qelsî û kêmiya wî, bav xwe nema radigire û dibêje,” Ma gelo heye ku Osman jî wekî her kesî girs bibe û holê biçûk nemîne?”, li ser vê pirsa wî ya tewş, rîspîyekî eşîrê tîne dibêje; “Sebrî! Ez dibînim bûn çend car tu vê yeka han ji kesên dora xwe dipirsî. Ma gelo girsî her tişt e? An biçûkbûn kêmî ye? Ez bawer im ku Osman ji te biçûktir namîne.”(O. Sebrî, r. 28), jixwe namîne jî!

Em di wêneyê ku li ser bergê pirtûka Jean-Paul Sartreî hatiye bikaranîn de, pişta serê zarokekî kurîn î xwendekar dibînin; ango gedeyekî sermezin î girover î guhhesk, helbet bi paşstûyekî çîçelaskî. Gava şewba tîfoyê dikeve Kurdistanê (sala 1915’an) û qira xelkê -xasma jî a zarokan- tîne, Osman Sebrî hêna deh salî ye û di pola sisêyan de ye. Gelek kes -yek jî ew e- bi vê nexweşiya malkambax (gotinên wî ne) dimirin ku bavê wî û mamosteyê wî jî di nav ên çûyî de ye. Şopa nexweşiya ku di can û cendekê wî de hiştiye, wêneyê wî tifalîşanîmin dide; “… li ber neynikê xwe şilf û tazî dikir û li cendekê xwe dinêrim; ka tiştek jê zêde bûye, an na! Her gav dirûvê ku min xwe tê de didît ev bû: Serîyekî mezin, du çavên bel, rûyekî çîvir, sitûyekî zirav, zend û ranên min bê goşt, heya bi çermê min di rengê ariyê de, bi tevayî cendekê min tiştekî kirêt bû.”(O. Sebrî, r. 32)

Baş e bav? “Bavê baş tune ye…” dibêje Sartre û bi ser ve dike; “Ev e rê û rêzikeke; lê ne ji bo mêran, divê em li têkiliya bavîtiyê ya rizîyayî zivêr bibin.” (Sartre, r. 16) Lewre çi gava Osman Sebrî qala eşîrtiyê dike, gelek caran peyvek an du peyvên nerênî jî bi teriya wan ve dike û hêja bi kar tîne, wek mînak; siwarî, şervanî, rê û rêzana eşîrê nasîn, serokê eşîrê, şûngir, rêzana eşîrî ya şaş û çepel, zor û zorbazî, gund, axatî, kêmî û kirêtîyên eşîrê, mezinatîya eşîrê, gelş û qirên, şêwr û tevdîr, tevgera eşîrî, koçer, mezinatî, qirên û berberî, lihevnekirin, rik û dexs, pismîr û rîspîyên eşîrê, bira, koçberî, şer, mêr, xwîna kuştiyan, lihevanîn, goristan, segên kuştî, bav, erd, rêça eşîr û malbatê, dubendî, şer û lêdan, eşîrên dijmin, eşîr û malbat, tifing, def, govend, ûrt, dûyê cigareyê, dengê box, rî û simbêl, zad û çandinî, axayê sitemkar…” Xuya ye ew bi xwe biçûkayî holê nehatibû êşandin, an ma çawan zarokek bê lîstik û ken, bê gelş û qirrên dikare di nav peyan de bijî? Nizanim bavê min dixwest ji wî gedeyê xwe yê bimêris çi bi derxista?”(O. Sebrî, r. 30) Sartre jî, bi van gotinan amaje bi mirina bavê xwe dike; “Mezintirîn bûyer di jiyana min de, mirina Jean-Baptisteyî bû: Kir ku dîya min cardin li qeyd û zincîran bikeve, lê azadîya min jî şabaşî min kir.”(Sartre, r.16)

Serqise Osman Sebrî, tekane mêrxas e ku li Kurdistanê ramana hebûnîtîyê (existentialism) bi jiyana xwe, bi kir û kiryar û bîr û boçûnên xwe yên bo serxwebûna gelê xwe berceste kiriye, badilhewa nîne wekî mirovpûxta xwebixwe diafirîne; bi ketina li dinyayê, bi şer û pevçûnê, bi êş û jan kişandina li wir û ev rêya han her û her vekiriye.

1- Sözcükler, Jean-Paul Sartre, Weşanên Payel, 1989

2- Bîranînên Osman Sebrî, Weşanên Aram, 2004

3- Di Tarîxa Edebiyata Kurdî a Prof. Qanatê Kurdo de, ev hejmar wekî duwanzdeh caran hatiye dîyarkirin ku Qanatê Kurdo vê agahiyê dispêre pêşgotina Hemreş Reşoyî ya ji bo dîwana Osman Sebrî ‘Apo’yî re nivîsandî.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê