Sunday, September 19, 2021

Yado: Teyrê çiyayên Kurdistanê

Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Dilo jaro bi Yado re xeberde,
Bila rabe mecala qewmê kurd e,
Were carek li kurdan em binhêrin,
Hemî xurt û piling û şêr û mêr in.

Seydayê Cegerxwîn di destana xwe ya bi navê ‘Şahnema Şehîdan’ de wiha bangî ‘teyrê çiyayên Kurdistanê YADO’ dike.
Yado ango bi navê wî yê di nav gel de Yadîn Paşa di sala 1889’an de, li Dara Hênê ji dayik dibe. Ji eşîra Ziktêyan kurê Mehmûdê Ebas e. Dû re malbat ji Dara Hênê ji herêma ku bi navê eşîrê tê binavkirin koçber dibin tên û li navenda Çewlîgê cihwar dibin.
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Osmanî têk diçe û artêşa wê xwe nagihîne her derê. Artêşa rûsan devî devî Çewlîgê dibin. Kurd bi tesîra propagandaya ku ‘ev derên bibin Ermenistan’ dikevin nav liv û tevgerê. Şêx Şerîf yekîneyekê ava dike û li hemberî rûsan şer dike.Yado jî di nav yekîneya wî de cih digire. Li gorî salixdayînê leşker ji birçîna qir dibin, Yado diçe ku deriyê embarên rûsan veke, tê girtin. Lê jê re li hev tê dema ku leşker dikevin xewê ji destê wan direve û xwe xelas dike.

Yado û serhildana 1925’an

Kurd di wan salan de, bi bêhesabî canê xwe ji bo welatekî hevpar didin, lê di dawiya dawîn de tune tên hesibandin. Para bêbext û xapînokan; welat e, ji kurdan re jî serhildan û komkujî dikeve.
Ji ber vê bêbextiyê di sala 1924’an de li Erziromê di bin rêveberiya Xalit Begê Cibrî de Tevgera Azadiyê tê avakirin. Di reveberiyê de mebûsê Bedlîsê Yûsûf Ziya Beg, Îhsan Nûrî Paşa û giregirên kurdan cih digirin.
Lê haya dewletê zû ji vê tevgerê çêdibe û zû jî tevdigerin; pêşiyê Yûsûf Ziya Beg dû re Xalit Begê Cibrî digirin. Bar li ser milê Şêx Seîd dimîne. Ew jî bi peywirdarkirinê vî barî bi hevrêyên xwe re parve dike. Li gorî van peywiran Yado jî di bin fermandariya Şêx Şerîf de li eniya Çewlig û Xarpûtê ye.

Dema ku guleya ewilîn di 13’ê sibatê de li Pîranê diteqe, hêzên di bin serweriya Şêx Şerîf û Yado de tavilê Çapaxçûrê hildidin. Di 20’ê sibatê de, hema bêjin bê şer û dew, Palûyê dikin bin qontrola xwe. Pişt re berê xwe didin Xarpêtê, li vir gel her çiqas alîkariya hêzên kurdan neke jî bêdeng dimîne. Leşker çend cihan dikevin pevçûnê lê xwe li ber hêzên kurdan nagirin, şûnde vedikişin û bajar di 25’ê sibatê de dikeve bin destê hêzên kurdan. Şêx Şerîf û Yado li gundê Huseynîka ya Xarpêtê diçin serdana mebûsê Dêrsimê yê berê Hesen Xeyrî Beg û bi hev re ji serok eşîrên Dêrsimê re têlgrafekê dişînin û dibêjin: “Aram bin, em ê gav bi gav ber bi we ve jî bên, hûn jî li gorî wê tidarekên xwe bikin, serkeftin.”
Mistefa Kemal bi tedbîr tevdigere, hikûmetê diguherîne serokwezîr Fethî Okyar ji pêywirê digire, Îsmet Înonû tîne dewsa wî û kesên herî devbixwîn peywirdar dike. Îsmet Înonû bi zagon û dadgehên taybet, şerekî taybet û derûnî dide meşandin. Ewilîn dixwaze piştgiriya gel qut bike û wan li hember hêzên kurdan bi kar bîne. Bi parçeyekî vê planê re, di cebilxaneya leşkerî de, ya ku ketiye bin destê hêzên kurdan teqîneke mezin dide çêkirin û di encamê de ji gel gelek kes tên kuştin, di nav bajêr de jî dikan tên şêlandin, tavilê hewa tê guhertin, ser binê dinyayê nav hev dikeve.

Dibe hêwirze, bêserîbûniyek çêdibe, hêzên kurdan nikarin pêşiya bûyerên xirab bigirin. Hêzên dewletê êrîş dikin, gelê heya wê gavê di bêdengiyê de ye radibe piştgiriya leşkeran û bajêr şûnve ji hêzên kurdan distînin. Hêzên kurdan heya geliyê Mendo dikişin û li vir zora wan dibin lê vê carê jî serokê eşîra şadiyan Necîp Axa tê hewariya leşkeran û di nav hêzên kurdan de ziyanên mezin rû didin.
Fermandarê hêzên kurdan Şêx Şerîf di 8’ê nîsanê de, li herêma Metonê tê girtin. Ev bûyera nebixêr pêvajoyê diguherîne. Pir nakşîne di 15’ê nîsanê de Şêx Seîd jî bi îxaneta Qasim nêzî Gimgimê tê girtin. Dadgeha Îstîqlalê bi darizandineke derewîn her du şêxan di 29’ê hezîranê de darve dike.
Yado jî nav de şeş yekîne li çiyayan serhildanê didomînin û li ber xwe didin. Dewlet ku pêkê nayîne, ji Xarpêtê, herêma Sîwanê, heya Tetwanê, 337 gundan dişewitîne. Di êrîşa gundê Ziktê de qasî 30 kal, pîr, jin û zarok xwe di şikeftekê de vedişêrin lê leşker cihê wan diyar dikin. Ber devê şikeftê bi qirş, qal û daran tijî dikin û agir berdidinê. Zarokeke keçik ji nav agir xwe davêje dervayî şikeftê lê dema ku lûleyên tivingan pêş çavên xwe dibîne, li agir dinêre li wan dinêre şûnve xwe diavêje nava agir.

Ber bi sirgûniyê ve

Gelê herêmê yên ji komkujiyan xilas bûne jî ji bo alîkariya şervanan nekin tên mişextkirin. Rabîa Xanima hevjîna Yado û kurê wî yê 5-6 salî Çerkez jî di nav de bi deh hezaran kes tên koçberkirin. Dema li Qeyseriyê leşker di perwerdeyê de gotina ‘Yaşa yaşa Kemal Paşa’ berz dikin Çerkezê biçûk jî bi tevî hevalên xwe dibêje ‘Yaşa yaşa Yadîn Paşa.’ Çendekî şûnde leşkerek bi şaşî lê dixe û Çerkezê kurê Yado dikuje.
Bi rastî jî ji pey mişextkirina gel şert û mercên jiyanê ji bo şervanan zehmet dibe. Bê civak û bê star li herêmê mayîn edî ne pêkan e. Ji bo zivistana sala 1927’an ewle derbas bikin Yado û hevalên xwe biryara koçkirina binxetê didin.
Bi tevî malbatan qasî 500 kes derdikevin rêwîtiyeke dûrûdirêj. Li çend cihan şer diqewime, dema li herêma Qerejdaxê xwe digihînin gundê Çelbiranê, gundî îxbar dikin û hêzeke leşkerî ya giran bi mîtralyoz û balafiran di ser wan de digirin.
Şervanên kurdan bi wî halê pêrîşan jî şerê xwe dikin û didomînin. Yado li vir bi tivingê, li balafirekê dixe, hê jî ji wê mintiqê re dibêjin ‘Cihê ku Yado balafir xistiye.’ Bi ketina balafirê re leşker çekên xwe dihêlin û direvin. Ew jî bi dû rêwitiya 12 rojan xwe digihînin binxetê ango Sûriyeyê. Sûriye, wê gavê di bin destê Fransayê de ye, ew serhildêrên kurdan ji hev diqetînin û cih dikin.

Yado li Sûriyeyê jî dest ji ber xwe hiltîne, betal nasekine, bi malbata Bedirxaniyan re nasîna wî çê dibe di nav xebatên Xoybûnê de cih digire. Di 5’ê cotmeha 1927’an de li Libnanê, bajarê Bhamdûnê, tev li kongreya ‘Xoybûnê’ dibe.
Lê Yado li wan deran pir nasekine, heduriya wî nayê, axa welêt gazî wî dike, xwe nagire derbasî bakur dibe. Di 24’ê cotmeha 1928’an de li Stewrê ser qereqolekê de digire, çekên wan berhev dike û şûnve derbasî Rojava dibe.

Vegera bakurê Kurdistanê

Di serê sala 1929’an de bi peywirdarkirina Xoybûnê, Yado bi yekîneyekê, ji Rojava derbasî Bakur dibe û ser Amedê re xwe digihînin herêma xwe, Yado digihîje mirazê xwe.
Herêmên Meton, Pûex û Sîwanê, çiyayên Heserekê, Ko Spî, Şerefdînê, çiya, çem û zozanên Çotela, Zozanên Kanîreşê, Daristanên Cehennema Siya û Mêrgemîrê bi dîtina Yado şa dibin, wî şa dikin.
Gund bi gund digere, hîn dibe ka gelo hela kî miriye û kî maye. Li herêma Depê li gundê Himanê dibe mêvanê Osman Axa, ala û belavokên Xoybûnê diyariyê wî dike.
Lê agahiyên digire kêfa wî dişikîne, ji dost û têkiliyên berê kes nemane, an hatine kuştin an girtin an jî hatine koçberkirin. Yên mayî jî nerindî û neyartiyê dikin. Ne bi tenê îxbar dikin çekê hildidin û li hember wan şer dikin. Dewlet bi alîkariya hevkarên xwe ji bo Yado bikişîne dafikê dest bi lîstikan dike.
Saîd Began ê ku Şêx Şerîf jî îxbar kiribû pêywirdar dikin, dişînin gel Yado. Bi Yado re li daristanên jora Kaniya Yado hevdîtinekê çedike. Jê re dibêje ‘Ji xwe efû derketiye, were, teslîm bibe’ Yado rasterast dibersivîne ‘Ez ji te û dewleta te bawer nakim, hûn bêbext in.’
Hevjîna Yado ya biçûk Têlî Xanim, her du birayên wê Huseyn û Mehemed û pismamê wê Meh Evd jî tev li şervanên Yado bûne.
Têlî Xanim çekên leşkeriyê li xwe dike û çekê bêminnet bi kar tîne û ji mêran çêtir şer dike. Dest û piyê Yado ye, ji bo agahiyan bigire dadikeve gundan bi saya jinan agahiyan berhev dike kar û barê Yado sivik dike.
Di sala 1929’an de li Dara Hênê di nav aqara gundê Ûlyanê de şer diqewime, Têlî Xanim dema ku yê kozika xwe biguherîne tê birîndarkirin, gelek xwîn jê diçe û pir bêhal dikeve. Ji bo yekîneyê re nebe bargiranî ji Yado dixwaze ku bila wê bikujin û bêhêlin, naxwaze sax têkeve destê mîlîs û leşkeran.
Têliya Zer, barê min giran e
Li ser pişta min, bar Kurdistan e,
Ez difirim li ser çiyan
Him payîz, havîn û zivistan*
Li gorî salixdayîna dengbêj Fesîhê Ehmedê Bertî destê Yado naçe ser lê ji ser xwesteka wê Meh Evd wasiyeta wê tîne cih û wê li herêma Selînceyê dispêrin axê. Lêşker cihê Têlî lê veşartine tê derdixin, gundî diçin wê tînin li gundê Ûlyanê vedişêrin.

Efsûnên efsaneya Yado

Yado lehengekî efsaneyî ye. Dema ku em li herêma wî li dû şopa wî ketin şêniyên herêmê, der barê wî de behsa gelek tişt û bûyerên efsaneyî û sirdar kirin. Kuştina Yado jî bi heman awayî tê neqilkirin. Der barê kuştina wî de jî rîwayetên cuda hene.
Li pey şerê Ûlyanê Yado, Meh Evd û yekîneya wî li Dara Hênê, li gundê Mistan dibin mêvanê Mûsayê Silêman. Dema ku ji gund vediqetin ji gundê Kaxkîkê Kel Telhe û Hecî Şukrî bi tevî cerda xwe li pêşiya wan kêmînê datînin. Şerekî bêeman çêdibe. Çend şervan tên kuştin, Yado û Meh Evd jî birîndar dibin. Yado Meh Evd bi zorê razî dike dibêje: ‘Xwe di cihekî de veşêre, qet nebe bila ji me yek sax bimîne û tiştên hatine jiyîn neqil bike.’ Fîşengên mayî hildide û bi tena serê xwe şer didomîne. Lê dema fîşeng xelas dibin ew jî tê kuştin. Li gorî salixdayînan serê wî jê dikin û ji bo mirovan bitirsînin nîşanî hin kesan didin. Lê tu kes ne ji rayedaran re dibêjin ‘Ev serê Yado ye’ ne jî ji kesî re dibêjin ‘Me serê Yado dîtiye.’
Hin kes dibêjin ku Yado ji şerê Ûlyanê difilite di navbera Licê û Dara Hênê de, li mintiqeya ‘Kevirê Bazdê’ bi îxaneta Hecî Şukrî tê kuştin. Hecî Şukrî wî dixapîne jê re dibêje ‘Tu li vir li benda me be em ê ji te re fîşengan û pêdiviyên te yên din bînin.’ Lê kurê xwe dikuje xeberê dide leşkeran. Ew jî ji tavilê serda digirin, Yado heya ku ferq dike û dixwaze xwe biavêje daristanê, lê nagihîjê û tê kuştin. Li vî cihê ku Yado hatiye kuştin zinareke heye jê re dibêjin ‘Kevirê Yado’, sibetirê gundiyên Dereyê Reşî (Qiyameyê Reşî) termê Yado dibînin û dispêrin axê.

Li gorî ragihandina Mele Yûsûf Andan jî dema ku haja dewletê ji vegera Yado çêdibe leşker erd û ezman li dû şopa wî dikevin. Di adara 1929’an de di gundê Mezrê Kelo de pevçûn çêdibe. Di vî şerî de Têlî tê kuştin, Yado jî êvara rojê di gundikê Dizikê yê pişt şikefta Birqleynê de tê kuştin. Leşker bi şev vedikişin, gundî bi serê sibê re diçin cenazeyê Yado û Markoyê ermeniyê hevalê wî li wir vedişêrin.
Li gorî ragihandina şêniyên herêmê cihê gora Yado heya salên dawî jî diyar bûye lê dema rayedar dibînin ku ev der wek ziyaretgehê ye bi balafiran bomberan dikin.