26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokê jîr

Zarokek her roj diçû bankayê û 100 lîre di hesabê xwe de radizand. Memûrekî bankayê haya mudûrê bankayê ji wî zarokî çêkir. Mudûr got heke sibe hat wî bînin ba min. Roja din dîsa zarok hat perê xwe razand, xebatkarê bankayê ew bir ba mudûrê xwe.

Mudûr jê pirsî: Tu her roj van pereyan ji ku tînî. Zarok got ez bi xelkê re dikevim şert de û ez zora wan dibim û van pereyan bi dest dixim.

Mudûr jê re got ka were bi min re jî bikeve şert de. Zarok got temam, ez dikarim çavên xwe maç bikim. Mudûr got tu nikarî. Zarok got şertê 100 kaxetî. Mudûr got temam. Zarok lensa çavên xwe derxisrt maçî kir û dîsa xiste çavên xwe. Mudûr neçar ma 100 kaxiz dayê lê gelekî li zora wî çû. Roja din mudûr li hêviya wî ma ku heyfa xwe jê bistîne. Zarok hat dîsa mudûr pê re ket şertê.

Zarok got vê carê şertê 200 kaxizî û vaye min deh karkerên bankayê jî anîne vir ji bo şahidê min û te bin. Mudûr got min qebûl e. Zarok got, derpiyê te sor e. Mudûr keniya û got na wele te pê dernexist. Zarok got na sor e, ka nîşanî me bide heke ne sor be ez ê 200 kaxetî bidim te.  Mudûr şalê xwe anî xwarê, zarok 200 kaxet dayê. Mudûr got te dît çawa min zora te bir li şûna 100 kaxizê xwe min 200 ji te stand. Zarok got erê min 200 da te lê min 800 kar kir, ji ber ku min ji van 10 karmendên te re gotibû ez ê bihêlim patrohnê we şalê xwe ji xwe bike. Em ketibûn şertê 100 kaxetî îca ka bihesibîne. Min her yek ji karkerên te 100 ji wan bir û 200 da te. Îca Kî li karê ye mudûr beg?

Anonîm