Rojnameya Heftane

Zêmarên Rojê – II

…û bi kulmeke agir çûm ber derî, sê caran min deng lê kir, sê caran min li derî xist.

“Ez im ew kes, şîreta dadê, zêmarên rojê me.”

Ew ê li pişt derî; deng nekir, agirê di sînga min de kêm nekir. Nekir xem û venekir derî birehm.

Agirê di sînga min de gur bû, dengê min ê li ber derî berz bû.

“Ez im ew a di nav perên te de sîs dikir a di nav heft tebeqeyan de û morîka spî ya stûyê qederan.”

Qetiya benikê morîkê, belawela bûn her yek li rûyê malokê. Nivîsên qederan, bêdeng ramûsa gulên mezelan. Mezel bû warê bêkesan. Ên man, man ji nifşekê, ji windayên êşkêşê.

Ji çola Sînayê hilgirtin dengê asayê. Gurme gurma avê, ket ji devê bilûra lalê. Ew ê av û agir li hev evirand qeherî ji min û bi carekê re gote min:

“Bawerî yek e, derî hezar.”

Ew ê şev bi stêrk, şibake ronî dikir, ka bêje min, kîjan text ji me re heq e? Ka binêre balîfên zarokan ji hêstiran gol, devê wan ji pêsîran qut e. Çima şîrê dayikê helal nake şûrê devbixwîn ê bi navê te radibû û li dara jînê diket.

Hêrs bû û got:

“Her kêliyek raz e, ji faniyan re him merez him miraz e.”

Min got: “Ew ê çavê wî ji gerdûnê mezintir, ka bêje min ev raz çi miraz e; tê de her roj xwîn û mirin serfiraz e. Ka binêre! Deriyên perestgehan mohr, çirayên li ser destan xwelî û sar in. Parêzvanên wan her yek ji cihekî winda ye.”

Kor e macir ji bextê xwe; ka wê li kê bikin gilî û gazinc, ji kul û birînên xwe. Diçin ku, li dewsa xwe dihêlin warek bêefare, evînek ji birînê tu car ne kewiyayî. Pir li jortir e bihuşt ji xewnan; dibêjin kulmeke agir e jiyan, hinekan geş dike hinekan dike arî, ji wan kevirên sîtavê. Li ku hatiye dîtin, hewar li ser kortikên miriyên xwe dike şîn bi zarezar? Kîn dike bayê xezebê, şûrê devbixwîn, weke siyekê digire ser, hemû rêyên Babîlê. Tên xewna min, cendekên li ser rêyan; rê li hemû hewariyan girtî ye bi heft kilîdan. Ew ê xwediyê derî û rêyan, ka bibêje min; te çima baweşan kir li tarîtiyên li pişt heft tebeqeyan?

Ew ê xwediyê siwarên şev û rojan gote min:

“Eger tarîtî veneke dilê xwe, tu yê çawa bibînî çavên rojê bi xweşikî?”

Wer kir, derî deng qet li xwe bi reng nekir. Go: “Nesekine navîna erd û ezman, pir pîroz e agirê di sînga te de, wek diyarî ji hemû zemanan.”

Min go: “Dilê xwe giran neke ji dil û çavan; betal e xewa jinan li van axirzemanên ku di çirava xwînê de mane. Ji heft rojan rojek, ji rojê tacek dixwazim; ji zarokên berşîr re loriyeke bêşewat. Ka binêre bi çavek, çawa li me dibare jahr ji devê dojehekê. Yê destên wî ji gerdûnê mezintir, çawa xerabî bû ji başiyê bihêztir. Ka binêre, hûtên heftserî bûne xwediyên çolên bêserî û zincîr kirine qîz û bûk; canê ku te bi destê xwe da wan, dixwazin yeko yeko bidin ber agirê hedadan.”

Ew ê can da axê, kom kirin ruhên xwe yên ji heft aleman û gote min: “Agirê hedadan malê diziyê ye; hûtên heftserî ne ji axa min ên vê sirê ne.”

Ew ê av û agir evirand, ji bayê tov reşand, heft roj serê xwe bi dayê (Hawa) û bavo (Adem) êşand qeherî ji min û got:

“Ji bexçeyê bihuştê min ji we re rê kir çar şet, dudu ava nû ne dudu jî şerbet. Ji deştên eniya xwe min ji we re kir hezar û yek nebat; ji genim, zeytûn û hêjîr ji ava heyatê. We çawa şerbet kir jahr, war kir bêbihar, devê tifinga ji mirinê re bûye alav.”

Min got: “Bêyî te pel nakeve ji darê, kûrmorî nakevin bin axê. Ka bêje kî dikare bidize agirê jiyanê; hûtê heftserî şerbeta şetan çawa dike gola xwînê?”

Gote min: “Destpêk û dawîn ez im. Nebêje min tu li wir î an li vir;  ji çavê dil li her derê ew ez im. Biwezn e dinya; hêlek tarî hêlek ronahiya çavan.  Azmûn e ji xwîn û şetê avan.”

Tenê sê caran lê zivirîm, tenê sê caran min deng kir: “Ez im ew kes, xwediya razê, xewna axê me û bi kulmeke agir li ber derî me ez. Di sînga min de dişewitin gund û bajar, dikin qirçeqirç bîranînên windayan. Ka careke din bievrîne jiyanê; bila derkeve wek stêrka berbangê û ronî bike taliyan.”

Ew ê kevir zindî kirin, hevsarê stûyê wan ji zincîrê, mûcizeyên faniyan bi nav kirin, ji bo wezna dinê du lib genim kirin nanek û li welatan pay kir. Dengê min ê winda li min zar kir. Şev û rojan giriyên dayikan bi serê min de li min helal û xweş kirin; birîn li dilê min geş kirin; tofan yeko yeko bi ta kirin, ji ezman re kirin gerdenî û diyarî kir.

Min got:

“Ez im ew a li ber dara jînê, sisê sisê min di kulma xwe de vexwar ava mirinê. Nebêje min mirin çawa tê vexwarin?”

Vexwar êş bi qurtequrt ji zimanê dayikê; bênav man nifşên rojê ta ji ezman tê. Ezman girt deriyê xwe, li hemû stêrkên kadizê. Ew ê dilê wî nefesa min e, ka bibêje; wê zarok çawa vegerin malê? Wê kî paqij bike dinyaya ku destê wê di dilê wê de maye li ber derî?

Ew ê nefesa wî bihar, bi hêrs bû; destê xwe li bahozan xist, stûyê ewran şikand û çavê ezman rijand. Stêrka sibê wek alaya hebûnê di gerdeniya jînê de şidand û go ka temaşe bike: “Kesk û sor û zer e kulîlkên sînga min, pîroz e çiyayên kulma min. Aliyek dojeh e, aliyeke bihuşta xetên li eniya min. Ev tofana çendan e, roj di keştiya tarîtiyê de esîr e?”

Sê caran min kapaxên çavan girtin; sê dilop ketin ji çavên min; axê sisê sisê vexwar avê ji donzdeh avzêmkên çolê; qeder sisê sisê daqurtand raza kevir û jinek kêziyê xwe yê mor ê ji devê kêrekê, girt û bir bi dara hebûnê ve bi dar ve kir û got:

“Eger wezna te heq be, deynê jiyanê ji me re pir e.”

Ji wê rojê heta vê rojê, guliyên jinê yên li wê sêdarê her dirêj bûn, emrên zarokan her kin… Wek tovên ku di axê de çandî, dayikên bejnbilind zarokên xwe diçandin, sêsed û şêst û şeş roj di vî bexçeyê mirinê de kulîlkên êgir av direşand. Ew ê çavên wî gerdûnî ka bibêje min tov wê kengî şîn bê, keştiya tarîtiyan wê kengî ji ya xwe bê û roj jî li dara jiyanê!

Dakeve ji wê abadîniyê! Heft rengên perên xwe bireşîne li deşta rûyê xwe; bila xwîna qîz û lawan were şûştin ji deriyên miradan, bila tola guliyên bûkan ên bi hezaran salan rabe ji goristanan; bila cihên bihuştê bin çiya û zinar, ji dengê zarokan re.

…û bi kulmeke agir mam li ber derî, sê caran min li derî xist û sê caran min deng kir:

“Ez im ew kes, kilama bêdengiya te me ez.”