26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zozan û koçerî 

Adar Şaman

Peyvên koçer, koçberî, kon, eşîr, êl û kurd weke goşt û neynûkê bi hev ve ne. Bi gotineke din, weke hesinê lihêmkirî ne.

Koçerî di dîroka kurdan de, wek serdema civakî ya herî dirêj û qedîm tê zanîn. Beriya gund bên avakirina û mirov bibin niştecih, civak û komikên mirovan bi awayê koçeriyê dijiyan. Li gorî debar û pêdiviyên xwe car hebû koçerî dikirin car hebû jî bi cih û wan dibûn, li gundan dijiyan. Dîyalektika jiyana koçeriyê, liv û tevgera li gorî şert û mercên xwezayî ye. Êl û eşîrên koçeran her tim rastî êrîşên serdestan dihatin.

Piştî darbeya lekerî ya 12’ê Îlonê, desthilata cûntayê bi qanûnên teybet û zorê koçer ji cih û warên wan, çiya û zozanan qut kirin. Ji wê demê şûn de, koçer neçarî jiyana demborî hatin kirin. Derketina zozanên koçeran, li koçeran hatin qedexekirin. Koçer, bi darê zorê li gund û bajaran neçarî jiyana xwecihî kirin ku êdî nikaribin koçeriyê bikin. Ev zext û êrîş her diçe, zêde dibin. Îro dîsa, di bin navê “zozanên qedexe!” destûr nadin ku koçer biçin zozan, çiya, gelî û newalên xwe. Koçerên ku ji ber vê rewşê neçar dibin û berê xwe didin ser rêya zozanên xwe, ji hêla artêşa tirk û cerdevanan ve rastî îşkence, destgîrkirin û girtinê tên. Dest datînin ser keriyên pezê wan û alavên wan ên debara jiyanê ne.

Bi demê re civaka koçeran neçarî jiyana demborî hat kirin. Êl û eşîrên kurdan ên koçerî dikirin, hînî jiyana li ser çiya, gelî û zozanên hênik ên bê sînor û xwedîkirina sewalan bûbûn. Îcar, îro desthilata rejîma tirk, ev dever li koçeran qedexe kirine û destûr nade ku biçin zozanên xwe. Ji ber van polîtîkayên qirkirinê û zilma tê kirin, sewalvanî li Kurdistanê li ber tunebûnê ye.

Koçer jiyana bi xwezayê re xwezayî û pîroz dibînin. Di çanda koçeriyê de xweza pîroz e. Ew ji xweza û zimanê xwezayê fêm dikin. Bêyî ku zirarê bidin, jê sûd werdigirin. Jiyana bi avûhewayê re, ax û çiya, dol û geliyan re bûyî yek; di serpêhatiya koçeriyê de bi wate dibe. Hecîka koçerîn, girêdana wan a êlî, eşîrî û kesên merivên hev in, ango ji xwîn û goştên hev in bi hev ve girêdayî ne. Ehlak û pîvanên çanda civaka xwezayî bi awayê orjînal dijiyan. Di hiş û bîra çanda koçeriyê de, sînor tune bûn. Koçer, çiya û zozanên ku diçûnê, bi xwe re çand, xeyal, hest û nasnameya xwe jî dibirin, çiya û zozanan pê dineqişandin. Li deşt, çiya û zozanan, şopên dîroka koçeriyê bi qasî temenê hebûna mirovahiyê kevn e.

Zozanên Qerejdag, Agirî, çiyayê Sîpanê, Cûdî, Nemrûd, deşta Faraşînê û çiyayê Cîlo meskenê koçeran ên her demsalên biharê bûn. Merg û kanî, di bin serweriya wan de bûn! Deşt û zozanan bi konên reş û derûdorê konan jî, bi rengê sor, şîn, helesorî û zerxemrî li ber tîrêjên rojê dibiriqîn. Ev reng bi keskayiya xwezayî re, dibûn yek û ahenga rengan bedewtir dikir.

Koçerî; hîskirina hebûna rengên xwezayî û jiyana bi giyana xwezayî ye. Civaka koçeran, civakek xweser û bi xwe bawer e. Ji xweza û xwezayîbûna xwe razî ne. Jin, zarok û zilam herkes bi cilên xwe yên herêmî û neteweyî bejn û bala xwe dixemilandin. Motîfên neteweyî, awazê bilûra şivanan, teşiyên dapîran, honandina bi xemla tayê heftrengî û zarokên gulî morîk kirî bi cilên li ber tava zozanan qîçikbûyî û porên bêhna sabûna kizwanan jê dihat li ber bayê zozanan diket. Bêhna axa çiyê diket rengê cilên koçeriyê! Destên wan li ber ava cemidî diterikîn.

Koçeran warên xwe li gorî pêdiviyên demsalê vediguhastin. Her çiqas geştiyarî bi xwe re zehmetiyên jiyanî tanîn jî, ew êdî bûbûn çanda koçeriyê. Koçer, her roj bi berbangê re radibûn kar û barên xwe dikirin, alavên pêdiviya rojane bi wan çêdibû û qûtê heyî datanîn ser pişta qatir-hespan û diketin rê. Qonax bi qonax bi mehan di rê de diman heta ku diçûn bineciha xwe. Salê du caran, dibûn rêwiyên rêyên dirêj û ev bi wan xweş bû; çûna zozanan û hatina deştê.

Têkiliyên civaka koçeran ên navxweyî, xwezayî û li ser bingeha zibarê alikariya hev dikirin. Di karê mihbirîn, berxbirîn, malbarkirin û konvedanê de, diçûn hewara hev. Ev li cem koçeran, kevneşopiyek bû. Koçer, civakek mert û mêvanperwer û esîl in! Serhildêr û xwezayî ne.

Koçer gelekî qîmet didin sewalan û xwedîkirina wan. Hemû dema wan bi xwedîkirin, dotin û alifkirina sewalan diborî. Dizanîn ku kîjan nebat-giya merg û çîmen şîrê pêz zêde dike.

Mala koçeran, konê reş bû. Konê reş, ji mûyên bizinên reş çêdikirin. Bi teşiyê di honandin û bi tevnê dikirin merşên dirêj. Ew parçeyên merşan bi hev ve didirûtin û dikirin konê reş. Mezinahiya  konan, li gorî nifûsa malbatê û hejmara sewalan dihat çekirin.

Îca koçerî, li gorî dozdeh mehên salê vediguhazî. Zehmet be jî, mayîna koçeran li çiya û zozanan bi wan xweş û şahî bû. Mayîna Koçeran, li deşt û gundan, demkurtî bû. Koçerî bi zozanan, zozan jî bi koçeran dixemilîn.

Erê, Îro zozan “qedexe ne.” Çanda koçeriyê, li ber tunebûne ye. Warên koçeran, hatine wêrankirin û koçer li bajaran neçarî hemaliyê bûne. Bêedaletî û zilmek mezin, li ser çanda koçerî û koçeran tê kirin. Koçerî li zozanan xweş e!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê