30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora qedexeyên giştî çi bû?

Li Tirkiyeyê rewşa pêketiyan ji 1’ê adarê şûn de her çû zêdetir bû  û hejmara pêketiyan gihişt 60 hezar kesan. Li ser vê yekê Tirkiyeyê di 29’ê nîsanê de qedexeya giştî dabû destpêkirin. Qedexeya giştî îro bidawî bû.

Hikûmet niha dixwaze bi qademe bikeve rewşa asayîbûnê. Dema hikûmetê qedexeya giştî îlan kir derbarê wî de ragihandibû ku hedefa wan kêmkirina pêketiyan e.

Dema ku qedexeya giştî destpêkir hejmara pêketiyan 37 hezar 674 kes bûn. Hejmara pêketiyên ku di 16’ê gulanê, roja dawiya qedexeyan de hat eşkere kirin 10 hezar û 512 kes in.

Hejmara testkirinê tê rexnekirin

Lêkolîner destnîşan dikin ku di qedexeya giştî de hejmara testan pir kêm bûye û ji ber vê yekê jî hejmara pêketiyan kêm hatiye xuyakirin.Di navbera 29’ê nîsan û 16’ê gulanê de di hejmara testan de firqek mezin heye. Destpêka qedexeyan de hejmara testan 278 hezar û 108 bû, di 16’ê gulanê de hejmara testan ketiye 202 hezar û 243 kesan.

Hejmara beriya qedexeyan

Hejmara nexweşan di 29’ê nîsanê de 2 hezar û 715 bû. Hejmara nxweşan di 16’ê gulanê de bû 920 kes. Di 29’ê nîsanê de hejmara nexweşin giran yên ku di nexweşxaneyan de bûn 3 hezar û 581 bûn. 16’ê mehê de hejmara nexweşin giran daketin 2 hezar 468 kesan.Di destpêka qedexeyan de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn 339 kesbûn, herî dawî hejmara ku hat aşkerekirin 223 kes in.

Dozên aşiyê

Heya 29’ê nîsanê 13 milyon 578 hezar û 351 kes doza yekem, 8 milyon 742 hezar û 740 kes jî bi doza duyemîn bi tevahî 22 milyon û 321 hezar û 91 kes hatin aşîkirin. Ji destpêka qedexeyan heya dawiya qedexeya bi tevahî 3 milyon û nîv dozên aşiyê hatin kirin.

Hejmara kesên aşîkirinê li Tirkiyeyê 25 milyon û 800 hezar û 278 in.Li gor daxuyaniya Wezareta Hundirîn dê Tirkiye di 1’ê hezîranê de bikeve rewşa normalbûyênê.

Di rewşa normalbûyînê de dê dawiya heftê dîsa qedexe be.