30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Istixbarata Erebistana Siûdiyê serdana Şamê kir

Li gorî agahiyên rojnameya The Guardian a Ingilistanê roja duşema borî hevdîtinek di navbera istixbarata Sûriye û ya Erebistana Siûdî de çêbûye.

Li gorî wê çavkaniyê şandeyeke ewlehiyê ya Erebistana Siûdî li Şamê serdana rejîma Sûriyê kiriye û bi şandeyeke hikumeta Şamê ya bi serokatiya Elî Memlûk re civiyaye.

Li gorî tê zanîn ev civîna ku roja duşemê li Şamê pêk hat, ji dema destpêkirina aloziya Sûriyeyê de ya yekemîne di navbera şandeyên herdu welatan de.

Serokatiya şandeya Erebistana Siûdî bi rêveberina serokê îstixbarata Siûdiyê lîwa Xalid Himêdan li Şamê bi cîgirê serokê Sûriyê yê kar û barên ewlehiyê Elî Memlûk re hevdîtin kiriye.

Bê guman vegera têkliyên di navbera herdu welatan de ji gelek aliyan ve û ji bo herdu welatan jî gaveke girîng e.

Hêjayî gotinê ye ku Erebistana Siûdî jî wekî gelek welatên din ji bo berjewendiyên xwe destê xwe xistibû nava kar û barên Sûriyeyê. Ji aliyekî ve dixwest rê li ber bandora zêde ya Îranê li ser wî welatî bike ji aliyekî din ve dixwest ku rola xwe ya serkêşiya suniyan li Rojhilata Navîn berdewam bike.

Lewre di demekê de ku Îranê dixwaze bandora xwe ya leşkerî li Sûriyeyê zêde bike û gelek deverên nû bixe bin kontrola komên çekdar ên girêdayî xwe, Erebistana Siûdî bi gavên dîplomatîk dixwaze têkliyên xwe bi rejîma Sûriyeyê re sererast bike.

Ji aliyekî din ve jî vegera têkliyan di navbera Sûriye û Erebistana Siûdî de dê gelek sûdê li rejîma Beşar Esed jî bike ji alî dîplomasî ve.

Di sala 2015’an de di encama piştgiriya Erebistana Siûdiyê bi komên çekdar ên alîgirê xwe re û bi rêya pêşkêşkirina fûzeyan wan li ser erdê gelek destkeftin bi dest xistibûn û artêşa rejîmê tengav kiribûn. Di encama van pêşketinan de Qasim Silêmanî hewara xwe gihandibû Rûsyayê û alîkar ji serokê Rûsyayê xwestibû. Di encamê de bi alîkariya balafirên şer ên Rûsyayê Esed ji tengaviyê derketibû.

Bi kurtahî mirov dikare bêje piştî ku Erebistana Siûdî bi rêya piştgiriya hin komên çekdar nikaribû berjewendiyên xwe yên bi Sûriyeyê biparêze niha bi rêyên dîplomatîk dixwaze vê yekê bike. Her wiha piştî ku Misir, Îmaratên Erebî û Urdunê têkiliyên xwe hêdî hêdî bi rejîma Sûriyeyê re vegerand bi vê hevdîtinê wiha xuyaye ku Erebistana Siûdiyê jî dê têkiliyên xwe bi rejîma Esed re nû bike.

Wiha xuyaye ku welatên bi hêviya guhertina rejîma Esed piştgirî didan aliyên cuda êdî yek bi yek wê hêviya winda dikin û ji nû ve hesabên xwe bi rengekî din dikin, lewre em dibînin ku ew welat yek bi yek dest bi hevdîtinan bi rejîma Esed re dikin.