30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava 3 hezar xwendekarên pola 9’an tev li azmûnên dawiya salê bûn

Li rojavayê Kurdistanê, li herêma Cizîrê der dora 3 hezar xwendekarên pola nehan beşdarî azmûna dawiya salê bûn. Li herêma Cizîrê cara ewil e ku 3 hezar û 66 heb xwendekar tev li azmûnê bûn.

Her wiha ji roja ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser materyalên bi zimanê zikmakî di pergala perwerdeyê de bi cih kirine vir ve ev cara ewil e ku xwendekarên pola 9’an beşdarî azmûnên bi zimanê dayîkê yên dawiya salê dibin.

Desteya Perwerdeyê li Cizîr, Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Girkê Legê tev de 64 navendên azmûnan vekirin û azmûn li van navendan pêk hat.

Di şert û mercên pandemiyê de tedbîrên xweparastinê hatin girtin. Desteya Perwerdeyê bi koordîneya Desteya Tenduristiyê re noqteyên tenduristiyê û venêrînê li hemû navendan amade kirin û ji bo her dibistanekê jî du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin peywirdarkirin.

Duh 3 hezar û 172 xwendekarên pola 12’an di her du beşên xwe yên zanist û wêjeyê de dest bi azmûnên xwe kirin. Azmûnên beşa zanistê dê heta 27’ê hezîranê bidomin û azmûnên beşa wêjeyê jî dê di 23’ê hezîranê de kuta bibin.