30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê bacê ji malbatên êzdî distînin

Li gorî çavkaniyên saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê çeteyên Feyleq El Şam ên girêdayî istixbarata Tirkiyeyê in, li ser malbatên êzdî ên navçeya Şerayê bacê ferz dikin.

Li gundê Burc Evdalo yê navçeya Şera ya Efrînê ku derdora 50 malbatên êzdî lê dijîn, bi zordestiya çeteyên Feyleq El Şam re rû bi rû dimînin.

Endamên Isûd El Şam ku ew jî girêdayî Feyleq El Şam in li navçeya Meydan Ikbis ya Racoyê 4 welatî bi tewanbariya ku alîkariya Xwerêveberiya Xweser dikin hatine revandin.

Her wiha li Gundê Heckê yê Cindirêsa Efrînê çeteyên ku navê polîsên leşkerî li wan tê kirin girtine û paşê ji bo berdana wan ji xizmên wan pere xwestine.

Ji aliyê din her roj xelkê Efrînê bi darê zorê ji cih û warên wî tê derxistin û ji alî çeteyan ve bi kuştin, binçavkirin, revandin û işkenceyê re rû bi rû dimîne. Lê di heman demê de hin rayedarên ENKS bi riya medyayê bang li gelê Efrînê dikin ku vegerin gund û bajarên xwe.