30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwîtiya ’Keştiya Azadiyê’ didome

Siyasetmedar, aktîvîst, rewşenbîrên bi daxwaza azadî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, tev li çalakiya ’Keştiya Azadiyê’ bûn rêwîtiya xwe li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan, çekên gaza kîmyewî û êrîşên li ser Kurdistanê didomînin. Ji Amerîkaya Latîn heta Spanya, Fransa û Îtalyayê, ji gelek welatan 40 aktivîst, ji Yewnanistan Atînayê ketin rê û meşa xwe didomînin. Meşa duh li kampê bi piştgiriya girseya Kurd a li Yewnan û penaberan ji kampê destpêkir, li Perava Lavrîo qediya. Di çalakiyê de Besîma Konca, Josef Karl Heînrîch Savary û Elefterîla Psîhlogîou axivîn.

Piştre girse çalakgerên ‘Keştiya Azadiyê’ bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’ oxir kirin. Li cihên ku keştî ji peravên behra spî ve xuya dikirin, ji aliyê gel ve bi rakirina wêneyên Ocalan hatin silavkirin. Çalakgerên ‘Keştiya Azadiyê’ şeva xwe ya sar bi nîqaşên li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jin ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbaskirin. Çalakger di keştiyê de strana çawbella ya şoreşgerî ya Îtalî gotin. Çalakiya keştiyê berdewam dike û armanca çalakiyê li her welateke derbas dibin re balê bikişînin ser rewşa Rêber Ocalan û xwe gihandina Îtalyayê ye.