30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi rastiya xwe û stranên xwe dê her bijî!

Di xwezaya xwe de huner muxalîf e. Hunermend li ser çand, ziman û rastiya jiyana xwe hunermendiyê dike. Lê li welatên wek Tirkiyeyê wekî her tiştî hunera ku li ser xwezaya xwe pêk tê jî tê astengkirin.

Ahmet Kaya jî yek ji wan hunermendan bû ku ji ber rastiya xwe anî ziman û got ‘ez ê bi zimanê xwe jî stranên xwe bibêjim’ ji aliyê dewletê ve hedef hat nîşandin û hat sirgûnkirin.

Ahmet Kaya di pênasekirina hunera xwe de diyar dike ku hunera wî bingeha xwe ji rastiya jiyan û îdeolojiya wî digire û dibêje ‘Ez pêşiya her tiştî şoreşger im û ji bo demokrasi û wekheviyê di qada hunerê de xebatên xwe dikim.’

Ji ber van taybetmendiyê xwe Kaya ji bo pêşxistina mafên zarok û karkeran li gelek welatan konserên alîkariyê dide.

Ahmet Kaya piştî ku di sala 1999’an de ji ber êrîşên nijadperest neçarî koçberiyê bû û li Parîsa Fransayê bi cih bû, di 16’ê mijdara 2000’î de jiyana xwe ji dest da.

Ji ser mirina Ahmet Kaya 21 derbas bû. Ew kesên ku beriya mirina wî êrîşê wî dikirin niha jî êrîşê gora wî ya li goristana Pêre Lachaise ya li Parîsê dikin. Her çi qas êrîş lê bê kirin jî Ahmet Kaya tim di dilê kesên ku azadî û demokrasiyê dixwazin de dijî û dê bijî.