30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara nû ya Zendê

Kovara lêkolîn û zanîstî Zend cara 27’an gihîşt xwînerên xwe.

Zend, weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye (Navê wê yê niha; Komeleya Lêkolînên Kurdî) ye. Kovar bi naverokeke nû çap bû. Di vê hejmarê de Tahir Baykuşak li ser “Rola Hacî Qadirê Koyî di Avakirina Fikra Neteweperwerîya kurdî de” nivîsiye.

Nivîseke din a li ser şexsiyetên dîrokî yên kurd jî ya Olga Mîxaîlovna Dîmîtriyeva ye. Dîmîtriyeva bi sernavê “Xebatên Mele Mehmûdê Bazidî Wekî Çavkanîya Serdema Navîn a Dîroka Kurdan” nivîsa xwe pêşkêş kiriye ku Umîd Demîrhan ew ji rusî wergerandiye.

Yek ji nivîsên li ser şexsiyetan jî ya Rizgar Cebarî ye ku wî bi sernavê “Pûr Fereydûn: Şaîrekî Dêrînî Kurd” nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Ji nivîsên li ser ziman Zana Farqînî meseleya “Gireya /-eve/yê û Erkên di Wê” girtiye dest. Berat Qewîendam bi nivîsa “Şewpnameya Kurmancî: Şewqeke Nû di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de” di kovarê de cih girtiye.

Şemoyê Memê nivîsa “Teyr û Balinde di Mîtolojî û Zargotina Kurdî de”, Arîmed Delavî nivîsa “Temsîla Dewleta Tirk di Sînemayê de bi Rêya Zimanê Bedenê” û Elî Paksirişt jî bi nivîsa “Gelo Pehlewiya Eşkanî Heman Kurdiya Navîn e?” cih girtiye. Du nivîsên din ên hatine weşandin jî ev in: M.Dandamayev & I.Medvedskaya, “Dîroka Medyayê”, Eyyub Subaşi, “Bîbliyografyaya Deh Hejmarên Dawî yên Zendê”.  STENBOL

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê