30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Plana dagirkeriyê di dewrê de ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Hefteya borî ji Tirkiyeyê şandeyekê serdana Iraqê kir. Şandeya ku serkêşiya wê wezîrê parastinê yê tirk Hûlûsî Akar û serfermandarê tirk Yaşar Guler dikir, du jê tumgeneral û fermandarê artêşa bejahî jî di nav de cih digirt, piştî serdana xwe ya Bexdayê derbasî Hewlerê bûn. Hevdîtin û mijara vê şandeyê yek ji rojeva sereke ya hefteyê bû.

Naveroka hevdîtinên şandaya tirk pêk anîn hêdî hêdî aşkera dibe. Her çiqas ji aliyên kesên ku herêmê ji nêz ve dişopînin ve naverok û armanca şandeya Hûlûsî Akar bê fêmkirin jî ji bo zelalkirina hin meseleyan pêwîstî heye ku mirov mijarê binirxîne.

Şandeya ku sernada Iraqê kir mirov nikare ji dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê cuda bibîne. Ev hevdîtin ji bo dewama dagirkeriya li herêmê û bi wê ve girêdayî dagirkirina herêmên cuda bû. Jixwe şandeya tirk ji rayedarên Iraqê xwestiye ku li dijî Tevgara Azadiya Kurdistanê şer bikin. Bi aşkerabûna vê plan û projeyê, dewlata tirk û hevkarê wê PDK li ser herêmê dixwaze bide meşandin jî zelal dibe.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlemantoya Iraqê Herêm Kemal Axa têkildarî hevdîtina şandeya tirk bi serokwezîrê Iraqê re pêk anî, hin agahî bi çapemaniya ereb re parve kirin. Herêm Kemal Axa diyar dike ku di dawiya sala 2020’î de dewleta tirk rêvebiriya Bexdayê agahdar kir ku eger nikaribe PKK’ê ji axa Iraqê derbixe, wê bixwe wî karî bikin û wê erîşên berfireh pêk bînin.

Di heman nirxandinê de Herêm Kemal Axa dibêje “Şandeya dawî ya Tirkiyeyê ya hatî Iraqê ji bo piştrastkirina wê hişyariyê, pêşkêşkirina bijardeyek din bû. Her wiha ji bo PKK’ê ji axa Iraqê derxîne heta dawiya meha sibatê, yan jî destpêka meha adarê dem dane Iraqê.”

Li gorî qanûnên navneteweyî, mafê tu dewletê nîn e ku bêyî destûra wê, dewleteke din têkeve axa wê ango di nav sînorê wê de operasyonan pêk bîne. Lê dewleta tirk bi hinceta şerê li dijî PKK’ê ji salên 90’î ve li gor dilê xwe hem ji hewayî hem jî ji bejahiyê ve her gav derbasî nav axa Iraqê û herêma başûrê Kurdistanê dibe. Bêguman ji bo ji vê bêmafiya xwe re qilifekî çêbike, hevkarên mîna PDK’ê daye tenişta xwe. Niha ji bo dagirkeriya xwe ya li ser vê axê berfirehtir bike hikûmeta Bexdayê jî tehdît dikin.

Bêguman tehdîdên dewleta tirk ên li ser Iraqê bi awayên cuda dihatin ziman lê bi hatina şandeya wezîrê parastinê re ev êdî aşkera bûn. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkên heyî di kanûna 2020’î de serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî tevî şandeyeke hikûmetê serdana Tirkiyeyê kir.

Di wê hevdîtinê de şandeya Iraqê bi aliyên tirk re li ser mijarên der barê 8 dosyayên girîng ên li ser asta ewlekarî, aborî, xizmetkarî, enerjî, av, girêdana xeta trênê, vîza û pereyên dabûn sekinandin û dosyaya kurdî hevdîtin kir. Ji bo li ser van mijaran gavên pratîk bên avêtin jî aliyê tirk ji rayedarên iraqî xwestin ku Iraq di şerê li dijî PKK’ê hevkariya wan bike.

Wisa diyar e ku di nav hikûmeta Kazimî de hin kes vê hevkariya bi dewleta tirk re erê dikin. Peymana ku li ser Şingalê hatî girêdan jî mînaka herî berbiçav a vê hevkariyê ye. Dema mirov li çawaniya pêşveçûn û bûyerên li herêmê mêze dike, tê dîtin ku dewleta tirk bi her awayî zexteke mezin li Bexdayê dike. Vê jî bi destê PDK’ê dike. PDK di qada pratîk de darê destê tirkan e.

Her çiqas bi vê hevdîtinê dewleta tirk tengkirin û tavîzgirtina Iraqê bike armanc jî di bingeha xwe de amadekariyên êrîşek berfireh tên kirin. Em ji bîr nekin ku dewleta tirk ji sala 2015’an ve xwe ji bo şerekî mezin amade dike. Pêwîst e em baş bizanibin ku ev şerê mijara gotinê ye wê bi herêmekê ve sînordar nemîne. Li gorî plana hatiye çêkirin dewleta tirk xwe ji bo şerekî berfireh ê ku Başûr, Rojava û Şingalê digire nav xwe amade dike.

Bi vî şerî, dixwazin Tevgera Azadiya Gelê Kurd lawaz bikin û xwe bi her awayî li herêmê bi cih bikin. Bicihbûna li herêmê, plan dikin ku di warê erdnîgarî de başûr û rojavayê Kurdistanê ji hev qut bikin. Dîsa hewil didin ku xweseriya Şingalê ya bi keda hezaran cangoriyên civaka êzidî hatiye avakirin têk bibin. Nîşaneya vê ya herî berbiçav jî peymana 9’ê Cotmehê ya bi destwerdana dewleta tirk ve ji aliyê PDK û Bexdayê ve hatiye îmzekirin e.

Bi hevkariya PDK’ê re dixwaze hikûmeta herêma Kurdistanê lawaz bikin û wê bêîrade bihêlin. Bi vê ve hewl didin ku heya hilbijartinên Iraqê aliyên kurd lawaz bikin û di hilbijartinan de destkeftiyên wan ji destê wan bigirin. Bi vê planê dixwazin ber dilê Bexdayê xweş bikin. Ji ber ku herêma Kurdistanê çiqas lawaz bibe ewqas bi kêrî Bexdayê tê. Lewma li Bexdayê hin alî dixwazin di nav vê planê de cihên xwe bigirin.

Projeyek pir berfireh tê meşandin. Hin hêzên navneteweyî di nav xewna “ger Tirkiye li Iraqê bibe xwedî hêz wê pêşî li Îranê bê girtin” de ne. Dewletên wisa difikirin piştgiriya Tirkiyeyê dikin ku axa Başûr dagir bike. Diyar e dewleta tirk li ser vê projeyê gelek kes qanih kirine.

Lewma di vê rewşê de divê hikûmeta herêma Kurdistanê bi tu awayî tev li van planên qirêj nebe. Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê şer neke, êrîşî gerîla neke. Ji ber ku ev êrîş dibe sedema ji desçûna destkeftiyên gelê kurd. Mînakên di referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê de me dît ku ji bo gelê kurd çiqas giran bû. Ji bo ev êş dubare nebe, pêwîst e hemû aliyên kurd bi aqilîselîm tevbigerin.

Ji bo vê jî divê tu kes dilê xwe bi gotinên Hûlûsî Akar xweş neke ku piştî hevdîtina bi rêvebirên PDK’ê re gotibû “ji bo vê hevakariya tunekirina PKK’ê em kêyfxweş in.”

Ji bo vê jî gotina şoreşgerê mezin Fîdel Castro ku dibêje; “Ger dijminê te pesnê te dide, wê demê bi te re pûştiyek heye” em bînin bîra xwe û em dilê dijminê xwe xweş nekin!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê