26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Antîgonî mînaka jinên kurd ên wêrek e

Ka em hinekî bifikirin, dema Aphrodîte, Hera, Zeus an jî Athenayê bi kurdî biaxivin an jî rêwîtiya Odyseus a 20 salan û hêviyên Penelopeyê yên ku di rîsê destê wê de ta bi ta dihonand, bi kurdî werin nivîsin? Bi rastî fikra vê yekê jî mirov dilxweş dike û bişirînekê bi xwe re tîne. Çîroka jina berxwedêr ya bi navê Antîgonî êdî bi kurdî ye. Der barê wergera Antîgoniyê de me ev hevpeyvîn bi wergêrê pirtûkê Tahirxan Giravî re kir.

Ji nav klasîkên yewnanan te berê xwe daye Sofoklîs û pirtûka wî ya bi navê Antîgonî. Çima Antîgonî?

Berî ku bersivên pirsên we bidim, gelek spas ji bo vê eleqeya we ya germ ku we nîşanî wergerê daye. Ji klasîkên yewnanî wergera min a pêşîn ne Antîgonî ye. Ya pêşîn tragedya Esxîlos a bi navê ‘’Promîtheus Desmotîs’’, ango Promîtheusê Girêdayî yan jî Qeydankirî ye. Min ev tragedya bi navê ‘’Promîtheusê Zincîrkirî’’ wergerand kurdiya kurmancî û di nîsana 2009’an de jî ji aliyê weşanxaneya Dozê ve hat çapkirin. Min ev îthafê ‘’Dizên Agirê Azadiyê’’ kiriye. Antîgonî ya duyem e ku werdigerînim. Armanca min a destpêkê ew bû ku berhemên her sê hozanên tragedya û dramayê Esxîlos, Sofoklîs û Eurîpîdîs li gor rêza temenê wan, rêz bikim. Her çend di eynî serdemê de jiyabin jî wek temen Esxîlos ji Sofoklîs û Sofoklîs jî ji Eurîpîdîs mezintir e. Hêvîdar im ku rojekê bikaribim hemû berhemên wan her sê hozanên mezin wergerînim kurdiya kurmancî.

2 hezar 500 sal beriya niha, Sofoklîs bi rêya Antîgonîyê ji me re dibêje ku ji bo rêxistina (organîzekirina) civakeke bajarî (polîs-dewlet) her çend pergaleke bi qanûnan (nomos-an) honandî pêwîst be jî, divê bingeha xwe bispêre qanûnên xwedayî yên qedîm (thesmos-an) û edet û toreyan. Nabe mirovek, ango desthilatdarek bi kêfa dilê xwe qanûnan deyne û divê bîr û bawerî û hesasiyetên civakê bide ber çavên xwe. Ji ber vê Arîstotelîs exlaq û polîtîkayê (sinc û siyasetê) ji hev cuda nabîne û nake. Dîroka felsefeyî ya hiqûq û polîtikayê, çavkaniya rewatiya (meşrûîtiya) nomosê (yasayê) divê çi be, hê jî bi vê pirsa qedîm ve mijûl dibe û gengeşî dike. Zanîsta dadî jî bingeha xwe dispêre bîr û bawerî, edet û torên civakî, ango xwezaya mirovî bi xwe.

Bi kurtasî, Sofoklîs dibêje ku qanûnên ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin divê digel ên xwedayî di nav ahengekê de bin. Qanûnên dewletê li gor kesan an jî desthilatdaran tên guhertin lê yên xwedayan û edet û toreyî qedîm in û zû bi zû nayên guhertin. Gava mirov qanûnan çêdikin divê hîmê wan bispêrin tiştekî rewa û exleqî.

Pirtûk bi hevokên ‘ji Dayikên Şemiyê û miriyên bêkêl û gor re’ dest pê dike. Têkiliya di navbera Antîgonî û Dayikên Şemiyê de çi ye?

Antîgonî wek jineke, wek miroveke xwezayî û xwedî wijdan, tawanê birayê wê her çi dibe bila bibe, dixwaze termê wî yê bêruh were veşartin. Nikare vê hizrê bike, dibe ku naxwaze vê hizrê bike ji bo çi tişteke ku ji aliyê xwedayan ve bi olî, toreyî û exlaqî rewa ye pêk neyê. Ji bo vê jî li hemberî qanûnên dewletê (nomos-polîs) derdikeve xwe dispêre qanûnên xwedayî (thesmos-an). Ev yek hem di diyalogên navbera her du xwişkan- Antîgonî û Îsmînî- de û hem jî di diyalogên navbera-Antîgonî û Kreon- de derdikeve pêşberî me. Gengeşiyeke, lihevxistineke beramberî ya ehlaqî/sincî û siyasî ye. Antîgonî li hember qanûnên dewletê, azadî û mafên takekesiyê derdixîne pêş. Ez dixwazim ji vir û pê ve vê şîroveyê ji raya xwîneran re bihêlim.

Antîgonî her çend ji bo rêxistinên civakên nûjen (bêîteatiya sivîl, femînîzim û hwd.) mînakeke bêhempa be jî, ji bo min mînaka jinên kurd ên wêrek, xwedî wijdan, dilovan û têkoşer e ku di civakeke bindest de dijîn. Hem li hember nexweşiyên civaka xwe û hem jî ji ber zilma zordarên welatê xwe têdikoşe. Dayikên Şemiyê jî 15 salên wekî Antîgoniyê tûşî her cure zilm û tehdeyê dibin ji bo ku tiştekî xwezayî û ehlaqî pêk bînin. Lê mixabin li hemberî wan hêzeke bêehlaq û hov heye. Ez bawer dikim hewce nake êdî gotinê dirêj bikim ku ji bo çi min ev werger îthafê Dayikên Şemiyê kiriye.

Dema te wergera Antîgonîyê kir çi zahmetî derketin pêşiya te, hem zimanî hem jî bi giştî?

Di her berhemeke wêjeyî de, her tim zor û zehmetî hene. Xasma ev berhem jî 2 hezar 500 sal beriya niha hatibe nivîsandin, helbet zehmetiyên wê zêdetir dibin. Lê gava mirov ji tiştekî hez bike, ev zehmetî li ber çavên mirov nayên. Dema ku berhem diqede û digehê ber destê xwîneran jî hingê hemû zor û zehmetiyên te kêşandî tu ji bîr dikî.
Ji bo min zor û zehmetî nebûna demê ye. Lewra ji bo ku ez aborandina xwe bikim, divê ez hefteyê pênc rojan bixebitim. Ez ancax rojê 3 an 4 saetan dikarim ji bo xwendin û wergerê veqetînim. Bi kurtasî ez ne wek kar lê wek hobî bi wergerê mijûl dibim.

Zimanê wergera Antîgoniyê zimanekî zelal û sade ye. Mirov dibêje qey Antîgonî, Îsmene Kreon her yek ji wan kurd e û bi kurdiyeke zelal diaxivin. Bi te sade û zelalbûn ji bo wergerê girîng e yan na?

Gelek kêfxweş bûm ku werger li xweşa we çûye. Helbet di her berhemekê de, çi berhem dibe bila bibe sadebûn û zelalbûn pêwîst e. Ji ber ku ev têgihîştina mijarê hêsantir û xweştir dikin. Divê metafor, argo, biwêj û têgihên civakeke biyanî li gor yên civaka xwe baş li hev bînî. Zimanekî helbestî, kevin û zehmet hindî ji min hat, min wergerand ser kurmanciyeke sade û hêsan da ku her kes bikaribe têbigihîje. Ez kêfxweş bûm ku li gor dilê we bûye.

Te wergera klasîk a bi navê ‘Promîtheusê Zîncîrkirî’ ya Esxîlosî yewnanî jî kiriye. Têkiliyeke çawa di navbera karakterên her du hozanên tragedyayê û dramayê Esxîlos û Sofoklîsî de heye?

Ev babet analîzeke/hûrgiliyeke kûr û dûr dixwaze. Ji bo vê jî ez bi kurtasî bibêjim: Lehengên Esxîlosî bi giştî kesên xwedî zerengiyeke sermirovî ne (kesên tîtanas, mirovên dêw û nîvxweda ne). Promîteus li hember desthilatdariya xwedayan ku dixwazin neslê mirovahiyê ji kokê ve biqelînin/tune bikin, mirovahiyê diparêze. Ango xweda agirê ku dabûn mirovan car din ji wan distînin/digirin. Ji ber ku Esxîlos, agirî wekî bingeha jiyan û destpêka şaristaniyê pênase dike (îhtimaleke mezin e ku ev hêmana agirî ji mîtolojiya kurdan û ya gelên rojhilata navîn hatiye girtin, wekî Kawa). Mirovahiya ku bê agirî maye ew dê nikaribe jiyana xwe bidomîne. Ji bo vê jî Promîteus agirî ji xwedayan didize û dide mirovan û mirovahiyê rizgar dike. Ji ber vê kiryara wî jî xweda wî ceza dikin û bo heta hetayê wî li ser şaxekî çiyayê Qafqasê zincîr dikin.

Lehengên Sofoklîsî, kesên ji nav mirovên rojane ne ku hatine îdealîzekirin. Kesên ji mirovên navekî (wasat) wêrektir in û bêyî alîkariya mirovekî din têdikoşin û di nav tenêbûna xwe de gernasî û vîna xwe didin qebûlkirin. Ango ne tîtanas, ne mirovên dêw û ne jî nîvxweda ne, mirov in. Lê wekî lehengên Esxîlosî, ew jî xwedî biryareke pola, têkoşer û heqxwaz in û cezayên wan her çi dibe bila bibe tişta ku pê bawer in xwe jê paş ve venakişînin. Bi kurtasî Promîteus jî û Antîgonî jî li dijî zordarî û neheqiyê disekinin.

Feydeya wergerê çi ye û deriyekî çawa li çand, huner û wêjeya kurdî vedin?

Her zimanek dinyayek e. Werger vê firsendê dide me ji bilî ferheng, çand û kelepûra me, em ya gelên din jî nas bikin. Ev jî bîr û bawerî, raman û hizir, xewn û xeyalên me berfirehtir dike. Tenê di zimanê xwe de nivîsandin wêjeya asta neteweyî ye lê werger vê wêjeyê digehîne asta cîhanî. Werger her çend bi qelîte û zehf be ew ê nivîskarên zimanê kurdî berhemên hê baştir binivîsînin. Werger di her warî de zimanî bi hêz dike.

Wek tê zanîn ku her diçe qada wergerê ya kurdî jî berfireh dibe. Li gor te, wergerên hatine kirin çawa nin?

Belê, rast e wekî di gelek qadên kurdewarî de, di qada wergerê de jî pêşketineke berbiçav heye. Ev yek jî cihê şahnaziyê ye. Ger ku di serdema Bedirxaniyan û ekola Hawarê de ev kar bihata berdewamkirin û her sal tenê 3-4 kitêb bihatana wergerandin, qada wergerê ji ya îroyîn dê berfirehtir û dewlemendtir bûya. Lê dîsa jî asta ku em gihîştinê ne xirab e. Hêviya pêşketin û geşbûneke mezintir dide.

Li gor min wergerên xirab tune ne û tenê wergerên qels û yên baş hene. Çi qels û çi baş her wergerek ji bo zimanekî qedexekirî destkeftin e. Her çend gelek werger û nivîsên di despêkê de qels bûn jî -lê ne hemû-, derfeteke mezin dane me ku em bigihîjin asta îroyîn û em bikaribin hêdî hêdî ber bi zimanekî/kurmanciyeke standart ve biçin. Em hemû baş dizanin ku zimanê me ne zimakekî fermî yê dewletekê ye û ne jî yê perwerdehiyê ye. Ji bo vê jî nivîskar û hezkerên zimanê kurdî xebatên xwe dilsozane û fedakarane kirine û dikin. Şoreş bê ked û zehmet nabe. Asta ku em îro gihîştinê, asteke baş e û wisa hêvî dikim ku di pêşerojeke nêzîk de jî dê hê baştir û geştir bibe.

Ji bo pêşerojê wergera klasîkên wek Îlyada, Odyseusê jî difikirî gelo?

Belê. Ev projeyek e ku ez hê li Zanîngeha Zanîstên Aborî ya Athînayê xwendekar bûm difikirîm. Fikra min ev bû ku despêkê berhemên theatroya klasîk ên her sê hozanên mezin: Esxîlos, Sofoklîs û Eurîpîdîs wergerînim û paşê jî yên dîroknivîs û fîlozofan (wek Îrodotod/Heredot, Ksenofondos, Arîstotelîs, Platon û hwd.) wergerînim. Lê ev hemû bi demê û taqetê ve girêdayî ne. Bi qasî ku taqet û tenduristiya min destûr bidin ez ê vî karî berdewam bikim. Niha niyeta min ew e ku pirtûka dîrokî ya Ksenofondos a bi navê ‘’Kîrou Anavasî’’ ango “Vergera Dehhezaran”, wergerînim kurdî. Hêvîdar im rojekê dor were ser Îlyada û Odîseusê jî.

Tahirxan Giravî kî ye?

Adara sala 1973’yan li gundê Ertelanê yê nêzîkê peravên gola Wanê ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, a navîn û lîseyê jî bi dawî kiriye. Li Zanîngeha Neteweyeyî û Kapodîstrîako ya Athînayê Beşa Zanistiyên Aborî (Ilmên Iktîsadî) xwendiye. Di serdema dehsalên 80’yî û 90’î de bi kurdî nivîsiye û werger kiriye. zanîngehê dest bi karê wergerê kiriye. Pirtûka “Promîteusê Zincîrkirî’’ dema xwendekariya xwe wergerandiye.