27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgehan mirinên biguman

Li girtîgehan zext û zordarî dewam dikin. Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtiyê bi navê Ramazan Akbaşli (55) xwe kuştiye. Her wiha hat îdiakirin ku li Stenbolê zarokê 17 salî Kadîr Akdar ku girtîbû xwe kuştiye. Malbata Akbaşli got ku ew bawer nakin Ramazan Akbaşli xwe kuştibe û mirina wî biguman e.

Girtî Ramazan Akbaşli (55) ku hat angaştkirin di 22’yê sibatê de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê întihar kiriye, li Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akbaşli, piştî bidawîbûna karên otopsiyê li gundê Panemêrg ê navçeya Seravê ya Wanê hat veşartin. Hat ragihandin ku Akbaşli li girtîgehê rastî zextan hatiye û gelek caran xwestine bibe îtîrafkar. Balkêş e ku roja Akbaşli întîhar kiriye ji aliyê dadgehê ve biryara beraetê hat dayîn.

Zarokê 17 salî Kadîr Aktar li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di 16 sibatê de tahliye bû. 2 roj bi şûn de polîsan dîsa ew bi îşkenceyê binçav kir û şandin dadgehê. Aktar ji dosyeyek din dîsa hat girtin. 2 roj bi şûn de rayedarên girtîgehê îdia kirin ku Aktar li qawişê darvekirî hatiye dîtin.

WAN-STENBOL

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê