26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nesekine…

 “Li benda hatina tu demsalê nemîne! 
 Nebêje qey; bi guherîn û derbasbûna wan re
 jiyana me ya ku 
 wekî ‘mehkûmiyetek’ derbas dibe jî dê biguhere
 Nebêje qey ahenga jiyana me
 wekî ya wan bi rêkûpêk e
 Nesekine li benda tu demsalê!
 Nebêje qey dîtin û gihîştin wekî ya wan e!
 Tu tişt ne wekî dîmenên salê ye
 xweser, azad û xwezayî…
 Dûr e ji me aheng
 dûr e ji me pêkhatinên jixweber 
 ên wekî yên demsalan
 Xwe nexapîne ey hêviya ku tu carî dawî lê nayê!
 Xwe jî û me jî
 yan ji xwexapandinê azad bike
 yan jî rastiya heyî li rûyê me bibêje!
 Ev qonaxa dawî ye êdî!
 Lew ruh jî beden jî heta cihekî dikarin debar bikin…
 Xwe jî me jî ji vê bendewariya malkambax derbas bike
 Da ku em êdî nebêjin
 vê carê jî wiha derbas bûn ev dem û demsal…
 Da ku rêwîtiya me ya ber bi bêriyan ve bi gihîştinê bi dawî bibe.” 

Em û demên salê ji gelek waran ve wekî hev in. Dema em baş li wan binêrin dê têkiliya me ya bi wan re diyar bibe û em ê bibînin ku em çiqas ji hev in. Ruh û fizîka me jî wekî demsalan e. Carna geş, hêşîn û rengîn dibe, carna jî hişk, sar, zuha û bê reng dibe… Demên salê yên bi dîmenên cuda, li pêş çavên me diguherin, vediguherin û digihîjin kemala xwe; mînakên jiyanê yên herî rast in ji bo me. Dîmenên zindî yên bi roj, hefte û mehan diguherin, ji bo me dibin tesbîtên jiyanî. Bi wan re em xwe dibînin, keşif dikin û mijarên ku di serê me de ne bi wan xuya dibin.
Gotinên; “Bibînin” “bibihîsin” “bifikirin” ji bo jiyanê gotinên esasî ne. Şiyarî, nûbûn û pêşveçûn bi van pêkan dibe ku ev nebin em ê çi bin û çawa bijîn? Ev gotinên ku em hem ji xwe re, hem jî ji hev re dibêjin; ji bo me rêwîtiya jiyanê ya ku me ber bi pêş ve dibe nîşan didin. Dema ku em nenihêrin em ê nikaribin bibînin, baş guhdarî nekin em ê nîvenîv bibihîsin û dema em nefikirin dê hiş û dilê me bixitime, şêlû bibe, neçareserî wekî siya me bi me re be û zelalî tu carî çênebe.
Di vê demsalê de ku roj ber bi biharê ve diçin, em careke din bi ‘xwe ya heyî’ re rû bi rû ne! Pirsên; min ev demsal û sal çawa derbas kirin, çi guherand û çi guherî dê werin hişê me. Em ê li gorî bersivên van pirsan, xwe baş an jî nebaş hîs bikin, erênî yan jî neyînî nêzî xwe bibin.
Roj derbas dibin… Dem û demsal wekî avê diherikin. Wisa zû diguhere her tişt û jiyan vediguhere henekek! Her tiştê ku tu dibêjî nabe, bi carekê pêk tê û tu li naverasta jiyanê xwe bê parastin dibînî. Tiştek ku nebe namîne êdî di jiyana te de… Bi demê re, bi rojên ‘ji hev’ ên bêaheng û efsûn, mane re dimînî û tenê ji bo ku divê bijî, li ser piyan bî, hewl didî. Her sibeh û her êvar bi dîmenên nas re rû bi rû dimînî û hêviyên ku wekî teseliyê ne, ji demê, ji sibe û êvarê dikî.
Nesekine li benda tu demsalê! Lewre her bendewarî windahiyek e di van rojên malkambax de… Her windahî poşmaniyek e. Bi demê, rojê û demsalê sond bixwe û baş bizanibe ku jiyan; peymanek e. Soz û peymanek ji bo xwe bide… Ji bo ku tu ‘heyfa xwe’ li tu dem û demsalan neynî, mirin nebe cihê heyf û mixabiniyê û veneguhere xewnereşkê ji bo te.