26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Armanc dagirkirina Kerkûk û tevahiya Başûr e’

Ev salek e ku PDK ji bo hêzên xwe yên leşkerî li qadên wek Zînî Wertê, Garê, Ranya-Rewandûz, Dînartê Sorçiyan (Akrê) û hwd. de bi cih bike her tim di nav hewldanekê de bû. Bi vê yekê ve girêdayî di meha mijdarê de li Çemanka herêma Garê, hêzên taybet ên PDK’ê xwestibûn ku li dijî kampên gerîlayên PKK’ê operasyonê bikin. Daxwaza PDK’ê ya dorpêçkirina qadên gerîlayên PKK’ê roj bi roj bi domiyan.

PDK bi van polîtîkayên xwe yên li dijî yekitiyê bi Tirkiyeyê re her diçe hevkariya xwe hê sexlemtir dike. Tirkiye pişta xwe dide vê hevkariya PDK’ê û êrîşên xwe zêdetir dike. Herî dawî artêşa tirk bi alîkariya PDK’ê di 10’ê sibatê de ji bo dagirkirina herêma Garê dest bi êrîşeke berfireh kir. HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên dagirker ji bakurê Kurdistanê nehatine, ji aliyê Başûr ve êrîş kirine û şer li gundê Siyanê dest pê kiriye.

Gelê başûr bertek nîşan da

Piştî êrîşa Tirkiyeyê bi sedan welatiyên bajarê Silêmaniyê li dijî êrîşa Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê meşiyan. Welatiyan ji parlamentoya Herêmê û parlamentoya Iraqê xwest helwestê nîşan bidin. Li gel vê yekê jî nivîskar û hunermendên başûrê Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa başûrê Kurdistanê şermezar kirin û peyama ‘divê kurd tev bi hev re li dijî êrîşên Tirkiyeyê bisekinin’ dan.

Têkildarî mijarê akademîsyen û çalakvanê sivîl ê başûrî Dr. Hawjîn Mela Emîn ji rojnameya me re axivî. Dr. Hawjîn dest nîşan kir ku armanca Tirkiyeyê dagirkirina axa Başûr e.

‘Herêm di destê PDK’ê de ye’

Dr. Hawjîn M. Emîn di axaftina xwe de diyar kir ku di rastiya êrişên Tirkiyeyê de tunekirina destkeftiyên her sê parçeyên Kurdistanê hene û wiha got: “Di rastiya xwe de şerê Tirkiyeyê li dijî tevgera azadiyê, gelê Kurdistanê û bi taybetî her sê parçeyên Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê bi rê ve diçe. Ev yek li hemberî yekitî, rizgariyê û li hember armancên stratejîk ên gelê kurd xisareke mezin çêdike. Ev jî dibe sedem ku destkeftiyên salan ji destan herin. Ev xiyaneteke mezin e li hember gelê kurd. Bi taybetî jî li hemberî tecrûbeya başûrê Kurdistanê. PDK li Başûr li herêmên xwe serdest e û van herêman kontrol dike. Lê ev kiryarên PDK’ê dibin sedem ku gelê kurd destkeftiyên xwe yên Başûr jî ji dest bide. Armanca Tirkiyeyê ew e ku başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Bi vê yekê dixwaze gelê Şengalê jî têk bibe. Her wiha armanc ew e ku Kerkûk û tevahiya başûrê Kurdistanê dagir bike. Em vê hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re wek metirsiyeke mezin dibînin. Ew li dijî tevahiya xebatên rizgarî û azadiyê yên gelê kurd e.”

‘Li gorî berjewendiyan tevdigere’

Akademisyen Mela Emîn dest nîşan kir ku sedemên hevkariya PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re ji paşeroja polîtîkayên berê yên PDK’ê tê û ev tişt anî ziman: “Sedema têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re ew e ku li gor berjewendiyên xwe yên malbatî û partiyê ne û her wiha dixwazin li Başûr wek desthilateke mayînde bimîne. Bi taybetî dixwaze petrol û dewlemendiyên Başûr ji xwe re bi kar bîne. Peywendiyên PDK’ê bi Tirkiyeyê re êdî derfet nehiştine ku careke din PDK li eniya niştimanî ya kurdî vegere. Nikare dev ji van têkiliyan berde. Mixabin berjewendiyên xwe di van têkiliyan de dibîne û helbet ev berjewendî jî li dijî berjewendiyên gelê kurd ên dirokî ne û her wiha li hember berjewendiyên statûya gelê kurd in. PDK bi heman şêwazê li gor polîtikayên Tirkiyeyê tevdigere. Ji bo vê yekê jî hem tecrûbeyên Rojava hem jî yên PKK’ê ji bo xwe wek metirsî dibîne.”

Serdana Akar

Dr. Hawjîn Mela Emîn bal kişand ser serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û diyar kir ku têkiliya wî bi van êrîşan re heye û wiha domand: “Beriya Akar, Fîdan jî serdana Hewlêrê kiribû. Jixwe piştî serdanê jî di demeke kurt de êrîşên Tirkiyeyê hem li Rojava hem li Şengalê û niha jî li Garê dest pê kir. Yanî bi kurtasî di armanca serdanê de razîkirina dewleta Iraqê û PDK’ê hebû. Tirkiyeyê ji Bexda û Hewlerê xwestin ku dema ew êrîş bikin, li hember vê yekê bêdeng bimînin. Ev çend roj in Tirkiye êrîş dike dîsa jî deng ne ji Bexdayê û ne jî ji Hewlerê derneketiye.”

Kurd yekitiyê dixwazin

Dr. Hawjîn Mela Emîn destnîşan kir û got dê gelê kurd bi tu awayî van êrîşan qebûl neke û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd li Başûr piştî êrîşên Tirkiyeyê li hember hevkarî û nokeriya PDK’ê jî derketin qadan. Êdî kurd yekitiyê dixwazin, ji bilî vê tu tiştekî din qebûl nake. Ji bo vê yekê jî hewce ye PDK dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re bîne.”