Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Asayîbûnê rê li ber belavbûna vîrusê vekir

Hikûmetên dewletan çawa ku di destpêka belavbûna vîrusê de xemsar bûn, niha jî di pêvajoya “asayîbûnê” de bi heman ferasetê nêz dibin û civak bi xetereya vîrusê re rûbirû dihêlin

Navenda Nûçeyan

Her çend pêvajoya “asayîbûnê” hat destpêkirin jî hê jî rê li ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) nehatiye girtin. Lê niha tenê di rojevê de bangewaziyên bikaranîna maskeyan û paqijiyê tên kirin. Ji ber feraset û zîhniyeta serdestan civak dîsa bi vîrusê re rûbirû ma.

Vîrusa koronayê ji destpê heta îro li 213 welatan bi bandor bû. Li gorî daneyên hefteya borî li Amerîkayê 119 hezar û 941, Îngîlistanê 42 hezar û 153, Brezilyayê 46 hezar û 665, Îtalyayê 33 û 448, Fransayê 29 hezar û 575, Spanyayê 27 hezar û 136, Meksîkayê 19 hezar û 080, Belçîkayê 9 hezar û 675, Almanyayê 8 hezar û 927, Îranê 9 hezar û 185, Rusyayê 7 hezar û 478, Hollandayê 6 hezar û 74, Tirkiyeyê 4 hezar û 861, Swêdê 5 hezar û 41, Çînê 4 hezar û 638, Şiliyê 3 hezar û 615, Pakistanê 3 hezar û 93 û Afrîka Başûr hezar û 674 kesan canê xwe ji dest daye. Bi tevahî li cîhanê nêzî 9 milyon kes bi nexweşiya vîrusê ketine û ji 500 hezarî kesî zêdetir jî canê xwe ji dest daye.

Rayedarên dewletan çawa ku di destpêka belavbûna vîrûsê de xemsar bûn, di girtina tedbîran de jî dereng man. Niha di pêvajoya “asayîbûnê” de jî bi heman ferasetê nêz dibin. Ligel destpêkirina pêvajoya “asayîbûnê” Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê hişyariyeke din kir. Wezaretê behsa xetereyên klîmayê kir û diyar kir ku divê li cihên girtî klima neyên xebitandin û bila bi vekirina derî û baceyan hewaya hundur bê paqijkirin. Wekî cihên îbadetxane, xanî, metro, restorant, otobus û hwd. Her wiha li gelek bajarên Tirkiyeyê biryara bikaranîn maskeyan hat dayîn.

Hejmar zêde dibe

Piştî destpêkirina pêvajoya “asayîbûnê” li Bakur hejmara nexweşan zêde bû; bi taybetî jî li Amed, Wan û Mêrdînê. Li Amedê hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi koronayê ketine zêde bû. Li gorî Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê 150 kedkarên tenduristiyê bi koronayê ketine. Li Amedê yek jê şef 4 kesên di tesîsa dawerîna avê de dixebitin bi şewbê ketine. Lê belê Midûriyeta Giştî ya Karên Av û Qenalîzasyonan (DÎSKÎ) welatiyên bajêr agahdar nekirine û ji bo vê tu tedbîr jî negirtine.

Dêriyên sînor hatin vekirin

Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê têkildarî zêdebûna vîrusê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo turîzmê tedbîr hatin sistkirin. Li gorî daxuyaniya platformê di hefteya borî li Mêrdînê 60 kedkarên tenduristiyê bi koroneyê ketine. Her wiha vekirina deriyên sînor ên Wan û Îran, Colemêrg û Îranê jî rê li ber belavbûna vîrusê vekir. Li Wanê hejmara nexweşan piştî vebûna deriyên sînor zêde bû. Vekirina deriyên sînor ji bo welatiyên bakur û rojhilatê Kurdistanê xetereyeke mezin e. Lê ji bo rayedarên Îran û Tirkiyeyê ev tişt ne girîng e.

Li Şengalê tedbîr

Li başûrê Kurdistanê di 14’ê adarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, ev tişt rê li ber belavbûnê girtibû. Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê ya başûr li herêmê her diçe hejmara nexweşan zêde dibe. Her wiha ji ber qedexeya derketina derve, niha li vir krîzeke aboriyê heye û li gorî daneyan dahata Başûr ji sedî 70 kêm bûye û ji sedî 74’ê welatiyan pirsgirêka aboriyê dijîn. Her wiha li Şengalê jî xebatên li dijî belavbûna vîrusê didomin. Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê li ser rewşa dawî ya herêmê û metirsiya vîrusa koronayê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha li herêmê kesek nexweş neketiye. Komîteyê destnîşan kir ku her çend nexweş tunebin jî tedbîrên tên girtin didomin. Komîteyê dîsa gel hişyar kir û got eger zêde pêwîst nebe dernekivin bazarê û bi girseyî li hev kom nebin.

Li girtîgehan rewşa awarte

Her çend pêvajoya “asayîbûnê” hat destpêkirin jî li girtîgehên Tirkiyeyê hê jî rewşa awarte didome. Li gorî rapora midûriyeta giştî ya ceza û malên tewqîfê, 452 testên girtiyan pozîtîf derketine. Piştî mudaxaleyê niha hejmar bûye 72. Heta niha 6 girtiyan jî canê xwe ji dest daye. Ligel daxuyaniyên dezgehên fermî yên dewletê, sazî û dezgehên sivîl jî diyar kir ku li girtîgehan tedbîrên pêwîst nayên girtin û xetereya belavbûnê hê jî didome.

‘Girtiyên siyasî berdin’

Piştî daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), Zeyneb Celaliyan li Girtîgeha Qerçekê bi vîrusa koronayê ketiye û çalakvanên jin, siyasî, sivîl û kesayetên rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya Zeynep Celaliyan û girtiyên siyasî yên Îranê kampanyayek bi navê “Ji Zeynep Celaliyan re azadî” dan destpêkirin û banga tevlîbûna kampanyayê kirin. Herî dawiyê Zeyneb Celaliyan hefteya borî ragihan ku heke wê ji girtîgeha Qerçekê nebin girtîgeha Xoyê dê dest bi greva birçîbûnê bike. Her wiha Komelgeha Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî ên kurd û got: “Divê hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îranê bên berdan.”