26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Binçavkirinên 8’ê Adarê

Li gor agahiyên Komelaya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) a Stenbolê vê serê sibehê hin mûwekîlên wan bi boneya tev li ‘Meşa Şevê ya Femînîstan a 8’ê Adarê’ bûne hatine binçavkirin.

Wek tê zanîn ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajarên Tirkiyeyê bi hezaran jin tev li çalakiyên bi navê ‘Meşa Şevê ya Feminîstan a 8’ê Adarê’ bûn û Roja Jinên Cîhanê li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatibû pîrozkirin. Li Stenbolê jî roja 8’ê Adarê bi hezaran jin derketibûn qadan û tev li ‘Meşa Şevê ya Feminîstan’ bibûn.

Li gor agahiyên li ser medyaya civakî hatine parvekirin gelek jinên ku tev li pîrozbahiyên 8’ê Adarê bûne bi hinceta ku ‘di meşê de slogananên li dijî Serokomar Erdogan’ avêtine hatine binçavkirin. Her çiqas ku di meşê de li ber devê her kesî maske hebû jî polîsan bi îdaya ku jinan li dijî Serokomar Erdogan slogan avêtine jin hatine binçavkirin. Jinên hatine binçavkirin ev in; Nîmet Tanrikûlû, Îlayda Cantaş, Ebrû Sert, Merve Bektaş, Zeynep Çakir, Sedef Ozer, Pelîn Şahîn, Besra Îşsever, Îlknûr Bîrol û Devrîm Çapar.

Kesên ku hatin binçavkarin birin Şûbeya Asayîşa Mûdûriyetê ya Emniyeta Stenbolê. Li ser medyaya civakî têkildarî binçavkirina jinên ku tev li 8’ê Adarê bûne, parlementerên HDP’ê Huda Kaya û Fîlîz Kerestecîoglu û ji gelek derdoran bertek hatin nîşandan. Huda Kaya li ser hesabê xwe yê tweetirê wiha got: “Li Stenbolê ji jinan tola 8’ê Adarê tê hildan. Hûn nikarin dengê jinan qût bikin.”