26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji sê jinan yek rastî tundiyê hat’

Li tevahiya cîhanê her diçe tundiya fizîkî û zayendî ya li ser jinan zêdetir dibe. Di her qadên jiyanê de jin rastî tundiya fizîkî, zayendî û psîkolojîk tên û ev tundî bi nexweşiya koronayê re her çû zêdetir bû. Têkildarî mijarê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) raporek parve kir û diyar kir ku li cîhanê ji sê jinan yek, yan rastî tundiya fizîkî yan jî rastî tundiya zayendî hatine.

WHO’yê di rapora xwe de diyar kir ku ev rapora wan ji daneyên neteweyî û anketên sala 2000’î heya 2018’an hatiye amadekirin û wiha got: “Ev lêkolîna herî mezin a ku di vê mijarê de hatî kirine. Ji sedî 31’ê jinên cîhanê yên temenê wan di navbera 15-49’an de (852 milyon jin) yan rastî tundiya fizikî yan jî rastî tundiya zayendî hatine.”

Li gor agahiyên WHO’yê ku di raporê de ragihandî, bi şewba koronayê re tundiya li ser jinan her çûye zêdetir bûye. Di raporê de WHO’yê bang li hikûmetan kir ku pêşiyê li tundiyê bigirin û yek ji sedemên tundiyê newekheviyên aboriyê ye, divê ji holê bê rakirin.

Li gor daneyên raporê li welatên xizan jin ji aliyê hevjinên xwe ve rastî tundiyê tên. Welatên ku herî zêde jin rastî tundiyê tên Kiribati, Fîjî, Papua Gîneya Nû, Bangladeş, Komara Demokratîk a Kongo û Afganistan e. Hejmara rasteqîn a jinên ku rastî tundiyê hatine ji ber ragihandinên kêm, ji hejmara hatine dayîn hîn zêdetir in.

Rêvebirê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku divê zarok li dibistanan perwerdeyê li ser pêwîstiya rêzgirtin û razîbûna hevpar a di têkilîyên zayendî de bigirin û wiha got: “Tundiya li hemberî jinan di her welat û çandê de nexweşiyeke hovane ye, zirarê dide bi milyonan jin û malbatan.”

Nivîskara raporê Claudia Garcia-Moreno jî diyar kir ku jin bi piranî di xalên hevpar de tundiyê dibinin û ev tişt anî ziman: “Hejmara jinên ku rastî tundiyê tên li Okyanûsya, Afrîka û başûrê Asyayê pir zêde ne. Em bang li hikûmetan dikin ku li ser vê mijarê hişyar bin û pêşiya tundiya li jinan bigirin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê