Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Bişaftina berîya Y’yê

Helîm Barîn

Li bakurê welêt, bişaftin hatiye qeysa xetereyê. Hîn jî êrîşên bişaftinê bi awayekî xurt didomin. Heger li vî parçeyê welêt, di demeke nêz da zimanê perwerdeyê nebe kurdî, ew ê êdî pirr dereng be. Her çiqas hewldanên şexsî bi qîmet bin jî,  mirov ji bîr neke ku bişaftin bi pergala bişaftinê pêk tê. Ger li hemberî wê, pergaleka parastina ziman û çandê tune be, ne mumkin e ku mirov ji vê qirkirinê xwe xelas bike. Van salên dawiyê mirov bi zêdebûna civîn û komxebatên li ser  zimên keyfxweş bibe jî, ji alîyê din ve bi milyonan zarokên kurd li dibistanên dewletê tên bişaftin. Erê her sal diqewime, bûye tiştek normal, lê sosret e. Her cara bê bîra me ku bi milyonan zarokên kurd li dibistanên dewletê tên bişaftin, divê xof bikeve dilê me, hizûr nemîne ji me ra, divê wek gavek berê me nûçeyeka pirr xerap bihîstibe, em hîs bikin. Divê ti car ev tişt nebe normal ji me ra. Pirr zelal û eşkere ye ku ziman encax bi perwerdehîya zimanê zikmakî dikare xwe ji nav lepên bişaftinê xelas bike. Ji bo vê jî, bi qasî ku xebatên li ser zimên çêdibin, divê ewqas jî xebatên sîyasî û rêxistinî çêbibin da ku li hemberî pergala mêtingerîyê, pergala civakî û çandî ava bibe. Yan na, bi gotina “bi kurdî bipeyve” ev tişt safî nabe! A rast min hê kurdek bişaftî nediye ku bi gotina “bi kurdî bipeyve” li zimanê xwe vegeriyabe.

Kurd heya ji dilê wan neyê bi ya yeka/î din nakin. Tu bibêjî “bi kurdî bipeyve”, bi ya te nake. Li ber xwe dide. Ka ji ciwanek kurd ra bibêjin: “bi tirkî bipeyve”, teqez ew ê bi kurdî bipeyve! Pesindayîn jî carna tiştan tevlihev dike. Li ser meselê, ji bo mirovek bi zimanê xwe bipeyve, hewce nake zimanê wê/î li cîhanê zimanê herî dewlemend be. Nizanim kurdî di rêza çendan da be jî. Li cîhanê kesek ji ber ku zimanê wê/î dewlemend e bi zimanê xwe napeyve. Kurdî zimanekî feqîr be jî, divê bi zimanê xwe bipeyvim. Carna tiştên sade bêtir derbê lê dixin. Mirov bi zimanê xwe dipeyve û hew. Li şûna mirovî kurd, li şûna zimên jî kurdî deyne, çû xelas. A grîng pergal e. Heya ku kurdî bi pergala jiyanê ra li hev neke, ew ê xwe ji vê xetereyê nikaribe xelas bike.

Cerebeyên dinyayê hene li ser vê mijarê. Li ser meseleyê, Katalanan ji bo vê pergalê bi pêş bixin ezmûna katalanî çêkirine û kesên ku ji vê ezmûnê derbas nebin ne mimkûn e çi li hikûmeta Katalan û çi jî li şaredarîya Barselonayê bixebitin. Pergala ku ava dikin wan ber bi zimanê wan ve dibe. Em hîn di qonaxa şîret û peşniyaran de ne. Şîret an jî pêşniyar keyfî ne. Tu dikî nakî bi te maye lê pergal, jiyanî ye. Heya pergala çand û zimanê kurdî ava nebe jî, bê ziman jiyan dibe! Jiyanek bişaftî, bê kok, bê esl lê dibe. Wa hûn dibînin. Lê di nav pergala mêtingehî ya tirk-î de hûn çiqas li ber xwe bidin jî pergal we ber bi  tirkî ve dibe. Ji ber wê jî, bê tirkî jiyan nabe. Divê pêşîyê bi vê rastiya tund ra em serê xwe biêşînin.

Ez dixwazim di vê çarçoveyê da matmayîna xwe bi we ra parve bikim. Pêşî bibêjim li ser rêzimên napeyvim û ne hedê min e lê ligel xetereyên ku min gavek berê got jî hezar mixabin ku kurdî xwe ji dorpêçkirina rêzimana kurdî xelas nake û cewhera meselê nayê nîqaşkirin. Bi qasî ku î’ya berîya y’yê tê nîqaşkirin, ewqasî  bişaftin û qirkirina çandî nayê nîqaşkirin. Bila şaş neyê famkirin, helbet zagon û rêzikên zimanan girîng in, divê bên lêkolîn, nîqaşkirin lê rêzimana zimanekî ji bişaftina zimanekî bêtir bê nîqaşkirin divê em li wir rawestin. Bifikirin. Li Bakur li gorî firotina pirtukên kurdî em jê fam dikin ku nîqaşên rêziman û rastnivîsê herî pirr bi 5 hezar mirovî ra eleqedar e û dîsa em fam dikin ku bi 5 hezar kesî ra qet nebe hişmendiya zimên çêbûye ku rêzimana zimanên xwe fêr bûne. Ev heya cîyekî hêvîyê xurt dike lê bi min ev 5 hezar kes bila bela xwe ji hev vekin û berê xwe bidin van zarokên li dibistanên tirkan tên bişaftin.

Bila rewşa van zarokan ji Î’ya beriya Y’yê bêtir bê nîqaşkirin. Yan na li Bakur ew ê kurdîyek ku em li ser bipeyvin nemîne. Dîsa dema tiştên baş jî diqewimin, -bi qasî dibînim- nayên pîrozkirin û nayên nîqaşkirin. Mînak hene, bi milyonan pirtûkên kurdî li Rojavayê bo perwerdeyê hat çapkirin, dîsa di nav xemxwirên kurdî da bi qasî Î’ya beriya Y’yê nehat nîqaşkirin. Ma Muzîk di dema koronayê da bi rêya vîdyoyan dersên muzîkê bi kurdî dan. Ev hewldana wan dîsa bi qasî  Î’ya berîya Y’yê  nebû rojev. Dirêj nekim. Bi kurt û kurmancî beriya Y’yê divê tekoşîna li dijî pergala qirkirina çandî û bişaftinê were, yan na ew ê Y’yek ku em ê li ser bipeyvin nemîne..