18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Sample post title 0

Sample post title 1

Sample post title 2

Sample post title 3

Sample post title 4

Sample post title 5

Sample post title 6

Sample post title 7

Sample post title 8

Sample post title 9

Sample post title 10

Sample post title 11

Serûpel Blog Rûpel 1679

Coronavîruseke nû 2019 nCoV

Coronavîrus malbateke mezin a vîrusan e. Di laşê sewalên wekî şevşevok, beraz, pişîk, kûçik, çivîk, mar û hwd. de dibin sedema nexweşiyê. Gava di genetîka wan de hinek guherîn (mutasyon) çêbûn ji sewalan derbasî merivan dibin. Piştî hinek guherînên din ji merivan jî derbasî merivên din dibin û bi vî awayî di demeke kin de di nav civakê de belav dibin.

Berî niha di sala 2003’an de coronavîrusa bi navê SARS-CoV li Çînê derkete holê û bi sedan kesan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest da. Rêjeya mirinê ji sedî 10 bû. Li gorî lêkolînan hate tespîkirin ku ev vîrus ji cureyeke pişîkan derbasî merivan bûye. Di sala 2012’an de vê carê li Erebistana Siûdî bi navê MERS-CoV Coronavîruseke nû ji hêştiran derbasî merivan bû û dîsa gelek kes pê mirin. Di vê vîrusê de rêjeya mirinê ji sedî 35 bû. Lê ji ber ku zêde belav nebû pir kes pê nemirin.

Di kanûna 2019’an de li Çînê li bajarê Wuhanê di gelek nexweşan de zatûre hate dîtin lê sedema nexweşiyê nedihate zanîn. Piştî lêkolanînan di van kesan de Coronavîruseke nû hate tespîtkirin û ev vîrus wekî 2019-nCoV hate binavkirin. Di serî de zanyar û pisporan digot ku ev vîrus ji maran derbasî merivan bûye lê a niha zêdetir li ser îhtîmala şevşevokan disekinin û hîn jî mijar nehatiye zelalkirin. Heta niha ev vîrus li gelek welatan di hezaran kesan de hatiye dîtin û bi sedan kesan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest daye. Kesên ku ev vîrus girtine ji wan ji sedî 3-5 kes mirine. Coronovîrusa bi navê 2019-nCoV li gorî yên din zûtir belav dibe û her diçe kesên ku vîrus girtine zêdetir dibin. Beramberî vê hejmara miriyan jî roj bi roj zêdetir dibe.

Vexuyaniyên Coronavîrusê

Di nexweşan de vexuyaniyên cuda tên dîtin. Gelek caran av ji pozê nexweş tê, qirik û serî diêşin, nexweş dikuxe û laş disincire. Di hinek kesan de bêtaqetî, emel û xesara gurçikan jî derdikeve holê. Carinan nexweş rihet bêhna xwe nade û nastîne. Kesên ku pergala wan a xweparastinê lawaz, kesên ku nexweşiyên domdar (kronîk) ên wekî dil, pişik, kezeb û gurçikê bi wan re hene û her wiha kesên temendirêj û zarok nexweşiyê giran derbas dikin. Di van kesan de ev vîrus carinan dibe sedema zatûre û bronşîtê. Kesên ku heta niha jiyana xwe ji dest daye exlebe ev kes in. Ev vîrus bi tenê di pergala hilmijê de bi cih nabe carinan rêviyan, kezebê, mêjî û birikan jî digire.

Çawa derbasî merivan dibe?

Piştî ku nexweş kuxiya û bêhnijî ev vîrus derdikeve derve û wekî dilopan di hewayê de asê dimîne. Bi bêhngirtinê derbasî merivên din dibe. Her wiha bi merhebatiyê jî dibe ku ev vîrus bê girtin. Kesên ku temasî sewalên nexweş dikin jî dibe vîrusê bigirin. Vîrus ji dev û pozê merivan re dikeve bedenê, derbasî qirik û pişikan dibe û dûre li hemû laş belav dibe.

Tedawiya Coronavîrusê

Nexweşî gelek caran wekî zekemê dest pê dike û xwe bi xwe derbas dibe. Heke agirê laş zêde be divê bê daxistin. Nexweşên ku agirê wan daneket û nexweşiyê li wan giran kir divê ji Coronavîrusê bikevin şikê û herin nexweşxanê. Kesên ku ji cihê nexweşî lê zêde hatibin an jî kesên ku bi nexweşan re temas kiribin divê hişyar bin. Hîn tedawiyeke xweser tune. Li ser tedawiyê xebat didomin. Wekî nexweşiyên vîral ên din, di vê nexweşiyê de jî antîbiyotîk bi kêr nayên divê neyên bikaranîn. Nexweş divê xwe bêav nehêle û wekî her car xwarina xwe bixwe.

Xweparastina ji Coronavîrusê

Divê merivên saxlem destên xwe yên neşûştî bi çavên xwe, bi pozên xwe û bi devê xwe nexin. Beriya xwarinê gere dest bi sabûnê bên şûştin û ji kesên nexweş dûr bê sekinîn.

Hingî ji destê nexweş bê divê dernekeve derve li mala xwe rûnê û gava kuxiya yan jî bêhnijî bi destmalekê devê xwe bigire û nehêle vîrus li derdorê belav bibe. Heke di wê kêliyê de destmal tune be nexweş gava kuxiya dikare milê xwe bide ber devê xwe. Her wiha bikaranîna maskeyê jî wê pêşiya berbelavbûna vîrusê bigire. Cihên ku destên nexweş lê ketibin divê werin paqijkirin. Xebatên li ser parzayê didomin.

Reklama rojnameya Xwebûnê

0

Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike fîlma danasîna rojnameyê amade kir. Fermo temaşe bikin.

Ji Weşanxaneya Rûpel berhemên kurdî

0

Weşanxaneya Rûpel ê ku navenda wê Almanya ye, berhemên dîroka kurd, wêjeyên kurdî û ferhengên bi zaravayên kurdî çap dike.

Weşanxanyê bi pirtûkên xwe yên kurdî ku beriya demekê çap kiribû, dîsa bal kişandiye bûyerên dîrokî û wêjeyên kurdî.

Le Monde Diplomatique Kurdî

Kovara Le Monde Diplomatique piştî demeke dirêj wê dîsa dest bi weşana xwe bike. Weşanxaneyê beriya niha beşek ji gotarên bi kurdî yên di vê rojnameyê de hatine nivîsandin weke pirtûk çap kiribû û navê pirtûkê jî kiribû ’Gotarên Redaksîyona Kurdî’.

Weşanxaneya Rûpelê piştî cildê 1’em ê pirtûka “Gotarên Redaksiyona Kurdî” niha jî cilda 2’yem ê pirtûkê çap kiriye.

Le Monde Diplomatique Kurdî ku li ser hev 48 hejmar derketine, 30 ji wan matbû yên mayî dijital in. Wek tê zanîn ji sedî 75’ê kovarê wergerên Le Monde Diplomatîque a fransî ne, ji sedî 25’ê mayî jî ji alî redaksiyona kurdî dihat nivîsîn an jî ji hin niviskarên kurdî dihat xwestin. Ev pirtûka di destê we de ji wan gotarên ku redaksiyona kurdî bi xwe amade kirine yan jî siparîş dane, pêk tê. Gotarên wê piranî li ser bûyerên rojane yên dema xwe ne.

 

Arşîva Bîra Kurdan 1

Arşîva Bîra Kurdan, ji 17 gotarên dûr û dirêj ên li ser pirsa kurd û Kurdistanê ne ku ji arşîva Le Monde Diplomatique a fransî hatine hilbijartin, pêk tê. Ev gotar ji bo kurdî ji alî endamên redaksiyon û wergerên Le Monde Diplomatique ya kurdî hatine wergerandin.

Gotarên têde li ser mijara kurdî ya ji salên 60’î heta salên 80’î ne. Gotarên gelek nivîskar û lêkolînerên bi nav û deng ên wek Jean Pierre Viennet, Chris Kutschera,  Anna Helena Ghasemlou, Elizabeth Picard, Christiane Moore, Kendal Nezan û hîn gelekên din  di vê pirtûkê de cih digirin.

 

Heftê Salên Usivê Qurzî

“Heftê Salên Usivê Qurzî” pirtûkeke bîranînan e. Munzur Çemî jiyana Usivê Qurzî ji devê wî bi kirmanckiya (zazakiya) wî nivîsiye. Ev pirtûk cara pêşîn di 1992’yan de li Stockholmê hatiye weşandin û di babeta xwe de xebateka herî pêşîn e. Pirtûk li gor kronolojiya jiyana Usivî hatiye nivîsîn û duwazdeh qisim e.

Di qisma yekem de behsa qewm û merivên Usivî, gundên nêzîk û eșîrên wê mintiqeyê dike. Li vir, li ser pevçûn û nakokiyên gundî û eșîrên Dêrsimî yên salên 1920-30’î gelek melumat hene. Qismê duyem yê pirtûkê li ser jenosîda Dêrsimê ye. Usiv bi xwe di nav van hedîseyan de bûye. Ҫend caran ji mirinê xilas bûye. Bi ҫavên xwe beşek ji jenosîdê dîtiye. Wekî nimûne li ser mala Bertal Efendî wanî dibêje: “… [Wan]Bertal Efendî li Vilê Kewlî kuşt, ji malbata wî şêst û şeş kes jî li Hîra Gewre qir kirin. (…) Jixwe ji mala Bertal Efendî sê keҫ[ên wî] xilas bûn. Ew jî zewicandî bûn loma xilas bûn. Ji wan yek dayika Dr. Şivanî, yanî Saît Kirmizitoprak bû.” Ew di vî beşê pirtûkê de dûr û dirêj behsa tade, zilm, kuştin û talankirinên dewletê, behsa têkiliyên kurdan di nav xwe de û psîkolojiya kurdan a wê demê dike.

Edebiyata Devkî ya Kirmanckî (Zazakî) ya Herêma Sêwregê

Ev xebata ku Kafur Seçîlmek ê sêwregî amade kiriye, têde gelek berhemên edebiyata devkî ya kirmanckî (zazakî) ya herêma Sêwregê yên wek lorîk, manî, mamik, tiştanok, stran û dûrik, çîrok, efsane, pêkenîn, gotinên pêşiyan, îdyom, dua û nifir cih digire.

Nivîskarî van berhemên xwe li cihê ku berhevkirine her wiha qeyd jî kirine, nivisandine û tesnîf kirine, di derheqê cureyên wan a edebî de jî agahdarî daye û hin caran jî tehlîla wan kiriye.

 

 

Mala Xwedê

Di her civatekê de bi destpêka derketina rojname û kovaran re, her wiha kovar û rojnameyên mîzahî jî dest bi weşanê kirine. Lê ya kurdî pir dereng dest pê kiriye.

Mahmûd Lewendî jî yek ji wan nivîskaran e ku di 1985’an de bi navê Mîrkut yekem kovara mîzahî derxistiye.

Wî di wê kovarê de gelek pêkenîn jî belav kirine, piştre di kovarên cihê cihê de gelek nivîsên mîzahî û pêkenîn belav kirine. Û ji wan pêkenînan ku nêzîkî 300 pêkenîn in, ev pirtûk; Mala Xwedê, hatiye amadekirin.

Pêkenînên di vê pirtûkê de yên ji derveyî civata kurdî, piranîya wan ji zimanên xerîb, wek fransî, swêdî, erebî û tirkî hatine girtin û adabteyî kurdî bûne.

Mamoste Nûjen jî ji bo gelek pêkenînan karîkatur çêkirine da ku bêtir bala xwendevanan bikişîne.

 

Nameyên Nûredîn Zaza

Ev nameyên Nûredîn Zaza (1919-1988) ku wî ji Hoşeng Sebrî û Hemreş Reşo re şandine, dema ku meriv dixwîne meriv dibîne ku Nûredin Zaza wek siyasetmedar û ronakbîrekî kurd çiqas giringî daye xebata di her warî de ya ji bo kurd û Kurdistanê û ziman û çanda kurdî.

Bi weşandina van nameyan meriv aliyekî jiyana Nûredîn Zaza ya ji salên şêstî heta salên nodî nas dike. Meriv di van nameyan de dibîne ku Nûredîn Zaza çiqasî ji bo ziman û çanda kurdî xebitiye.

Pirtûk ji alî Mahmûd Lewendî û Nedîm Baran hatiye amadekirin û 273 rûpel e, ji sê beşan pêk tê.

 

Têkoşîna ku dîrokê ronî dike

0

Jinên rojhilatê Kurdistanê di dem û dîrokên cihê de, li dijî dagirkerên axa xwe mil dane milê bav û birayên xwe têkoşiyane, di van têkoşînan de bi rola pêşengtiyê rabûne. ruxmê êrîş, dagirkerî, zilm û polîtîkayên dewletê yên çewisandinê jî wan tu carî gav paş ve neavêtine, xwe di nav sînorên ku ji wan re hatine diyar kirin de nefetisandine.

Di her qirnekê (sedsal) de jinên ku mohra xwe li pêvajoyekê dane, derketine pêş. Yek ji wan jinan jî Hatû Şahnaza keça Yeqûb ê Erdelanî ye ku bi şerkerî û qehremaniya xwe dihat nasîn.

Di wan deman de bi piranî, kurdan çiyayên asê ji xwe re kiribûn perestgeh û li wan deran cî û war bibûn. Ji xwe heya rêjeyekê xweser bûn. Her çend dem bi dem rastî êrîşên desthilatdaran hatibin jî rê nedane ku axa wan ji dest wan biçe. Ji ber taybetmendiya erdnîgarî û axa bi bereket, mirov dikare bibêje rewşa bi şer her tim mijara gotinê bû. Vê carê jî  Loristan hatibû dorpêçkirin. Helo Xan li herêma Bacirhana nêzî Sinê di şer de bû û xebera giranbûna şer li herêmê belav bibû.

Artêşa Îranê ya li Erdelanê, li newala Arezê bi cih dibe û ev yek bi xwe re xeteriyek mezin tîne. Hatû Şanaz hay li rewşê heye, ji bo wê jî bang li jinên Erdelanî dike û wan vedixwîne meydana cengê. Bi banga Hatû Şanazê 500 şêrejinên kurd dicivin. Hatû Şanaz bixwe rêbertiya vê yekîneya ku ji jinan pêk tê dike. Ew ne tenê ji hêla şer de, belku di milê taktîk de jî jêhatî bû. Helbet ev ne cara ewil bû ku jin dest davêt çekê û şer dikir. Lê wan 500 jinan karîn seyra şer biguherînin. Ew barîna baranê wek firsendek baş bikar tînin û ji çar aliyan êrîşê leşkerên ‘Sofî’ Kelp Elî Xanê fermandarê îranî dikin, wî li wê derê dikujin.

Di sala 1278’an de, di çaxeke din de jî wê jina bi navê Qedem Xêr rabe û ji bo rizgarkirina axa xwe, dest bi têkoşînê bike. Jixwe di tevahiya hikûmraniya Pehlewiyan de jinên kurd her tim li dijî êrîşan di nav têkoşînê de bûne. Di wan salan de artêşa Pehlewyan nû li herêma Loristanê bi cih dibû. Zexteke mezin li ser gelê xwecihî hebû. Dîsa dagirkeriya hêzên îngîlîz û armanca wan a dîlgirtin, helandina gelê herêmê mevzûbehs bû. Di sala 1320’an de, di navbera qebîleya Qedem Xêr û hêzên dagirker de şer destpê dike. Artêşa Riza Xan êrîşê Loristanê dike, lê belê Qedem Xêr ku fermandara hêzên kurd bûye rê nade dagirkeran û nêzî pênc salan têkoşîneke bêhempa dide meşandin.

Helbet ne tenê li Loristanê belku li gelemperiya erdnîgariya Kurdistanê têkoşîna li dijî zilm û dagirkeriyê hebû. Di dema dewleta Safevî (Îran) de, li Rojhilat, gundên li herêmên Tirgever, Mirgever, Biradost û Şinoyê tên dagirkirin. Têkoşîna gel a serxwebûnê her tim rastî êrîş û astengiyên Osmanî û Safeviyan tê. Şah Abbas (1587-1629) dixwaze eşîrên kurdan bixe bin serweriya xwe. Lê gelê kurd vê yekê napejirîne. Xanê Çengzêrîn serî hildide û ev serhildan (1608-1610) wek tehlûkeya herî mezin a li dijî dewleta Safevî tê hesibandin. Ji bo wê jî dê hişk bi ser keleha Xanê Çengzêrîn de bihatana. Guher Xanima diya Xan di vê serhildanê de roleke girîng dilîze.

Her wiha dema ku dibîne keleh dikeve, bi barûdê kelehê bi erdê ve dike yek. Ew ne tenê kelehê, belku rê nade tu kes bikeve destê neyaran. Li gorî gotegotan, di kêliyên dawî de ku keleh wê bikeve, ew hemû jinan kom dike, keziyên xwe bi hev ve girê didin û xwe di kelehê de davêjin.

Ew heya kêliya dawî têdikoşin, şer dikin û dû re  ji bo nekevin destê dijmin tevî zarokên xwe, xwe feda dikin. Tişta ku vê çîroka berxwedaniya kurd û kela Dimdimê ew çend diyarker dike, qehremanî û têkoşîna jinên kurd e.

Bêguman çîroka têkoşîn û berxwedaniya her yek ji van jinan bûye îlham ji bo têkoşîna jinên kurd ên rojhilatê Kurdistanê ku îro jî ruxmê hemû zextên pergala îslamî ya Îranê (ku li dijî biçûktirîn dijberî û daxwazên azadîxwaz serî li rêbazên zext û çewisandinê dide) têbikoşin û dengê xwe berz bikin. Ev sekna jinên kurd nîşaneya serberziya jinên kurd e ku tu caraî li dijî zaliman serî netewandine. Ev sekna ku rê nedaye teslîmiyetê, îro jî li dijî pergala patrîark a komara Îslamî (ku jinê bi kuştin û dîlgirtinê ditirsîne) dibe sirûşt û rêya berxwedanê.

Jinên Rojhilat îro jî li ser vê rêça berxwedêr dimeşin û ji bo parastina fikir û ramanên xwe ji canên xwe dibin, tên girtin û kuştin, lê teslîm nabin. Her çend di têkoşîna serxwebûna kurdan de (ku di dem û dîrokên cûda de hatiye meşandin) zêde behsa rol û cihgirtina jinan nehatibe kirin jî  em ji van mînakan jî pê derdixînin ka jinên kurd xwedî bandor û têkoşînek çawa bûne. Di her sê mînakan de jî tişta jinê digihîne hev berxwedan e, li dijî êrîşên serîtewandinê têkoşîn e.

Rastiya ku bi erdhejê derket holê!

0

Bi erdheja Xarpêtê derket holê ku bexşên ji bo mexdûrên bobelatan,ji bo armancên din tên bikaranîn. Kizilay pereyên jê re tên bexşkirin, li saziyên nêzî desthilatê belav dike

Di dîroka Tirkiyeyê de gelek erdhej çêbûne. Piraniya wan jî bi pileyên mezin rûdane. Ji ber van erdhejên bi pileyên mezin, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û bi dehhezaran jî mexdûr bûne. Li gel vê raboriya qambax jî, li Tirkiyeyê bergiriyên pêwîst nayên wergirtin. Piraniya mexdûrên erdhejê dibin qurbana wernegirtina bergiriyan.

Herî dawî jî di 24’ê çileyê de li bajarê Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê bi pileya 6,8’an erdhejek pêk hat. Navenda erdhejê navçeya Xûxê ya Xarpêtê bû. Pileya erdhejê pileya herî bilind a salên dawîn bû. Ji ber bilindbûna pileyê, erdhej li piraniya bajarên bakur, rojava û başûrê Kurdistanê hat hîskirin.

Serî li propagandayê dan

Erdhejê bandoreke mezin li bajarên Xarpêt û Meletiyê kir. Ji ber erdhejê bi sedan avahî li gund û navçeyên her du bajaran hilweşiyan. Li gorî daneyên fermî yên rayedarên Tirkiyeyê, di erdheja li Xarpêt û Meletiyê de 41 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî hezar kesî jî birîndar bûn. Her wiha dîsa 187 kes jî zindî ji bin kavilan hatin derxistin.

Li her du bajaran ji bilî avahiyên hilweşiyan, xesar gihîşt bi hezaran avahiyan ku êdî mirov nikarin di wan de bijîn. Ji ber vê yekê niha bi hezaran kes jiyana xwe di konan de didomînin.

Weke gelek bobelatên ku li welat diqewimin, di vê bobelatê de jî desthilata AKP’ê ezmûneke baş neda. Ji kêliyên destpêkê yên erdhejê ve wezîrên AKP’ê serî li propagandayên kirêt dan. Bi vî awayî xwestin ku ser rastiya erdhejê bigirin. Dîsa serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan dema çû Xarpêtê, şûna ku birînên mexdûrên erdhejê bikewîne,siyaset kir.

Rewş berovajî kirin

Li gel ku rewş li Xarpêtê kambax bû û gelek pêwîstî bi alîkariyê hebû jî Erdogan rewş berovajî kir. Bergiriyên kêm ên ji bo erdhejê serkeftî nîşan da û destûr neda ku ji qada navneteweyî ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî bê kirin. Dîsa  keseke ku di bin kavilan de mabû,ji bo propagandayê, kêliya ku Erdogan çû ser kavilan ji binî kavilan hat derxistin.

Li gel berovajîkirin û astengiyan jî, ji bo mexdûrên erdhejê gelek alîkarî hat kirin. Lê ji ber ku alîkariyên hatin kirin, negihîştin mexdûrên erdhejê, gelek nîqaş jî qewimîn.Gelek kesên ku ji bo mexdûran, ji saziyên dewletê yên eleqedar re alîkarî şandin, xwestin ku alîkariya wan bigihêje mexdûran.

Kizilay alîkariyan didize

Piştî erdhejê, derket holê ku bexşên ji bo mexdûrên bobelatan ji saziyên dewletê re tên kirin, ji bo armancên din tên bikaranîn. Weke mînak, Kizilaya Tirk pereyên ku jê re hatine bexşandin, li şûna mexdûrên bobelatan, li sazî û dezgehên nêzî AKP’ê belav kirine.

Piştî erdhejê çend saetan şûnde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî şandeyek ava kir û ji bo lêkolînan şand herêma erdhejê. Şandeya HDP’ê çû gelek gundên herêma erdhejê û tespît kir ku serokên AKPê, alîkariyên tên şandin,  li xizmên xwe belav dikn.

Walî alîkarî asteng kir

Piştî van tespîtên şandeya HDP’ê, waliyê Xarpêtê ket nav hewldaneke balkêş. Walî, li keyayên gundên ku heyeta HDP’ê çûbû geriya û ew hişyar kirin ku ji bilî alîkariya Saziya Bobeletê ya Tirkiyeyê (AFAD) tu alîkaryê qebûl nekin.

Heman walî, 2 qamyon alîkariya ku Şaredariya Erxeniyê ya HDP’ê şand Xarpêtê asteng kir. Walî destûr neda ku alîkariya şaredariyê bigihîje mexdûrên erdhejê û ew paşve şand.

Li aliyê din, di derheqê gelek kesên ku li ser medyaya civakî polîtîkayên AKP ê rexne kirin de, lêpirsîn dan destpêkirin.

Lêkolîna erdhejê red kirin

HDP û CHP’ê pêşniyara avakirina komîsyonê da meclîsê. Her du partiyan xwest ku komîsyona lêkolînê bê avakirin da ku der barê erdhejê de xebatan bike. Lê ev daxwaza avakirina komîsyona ji bo lêkolîna erdhejê, ji aliyê parlamenterên AKP û MHP’ê hat redkirin.

Nêz û dûr

0

“Dema mirov ji nêz ve mêze dike, tu kes normal (asan, asayî) nîn e.” Pirtûka Eduardo Galeano ya bi navê “Gotinên Ku Dimeşin” bi vê hevoka Caetano Velasa dest pê dike. Gelo rast e, nêzîktî û nêzîkbûyîn, rastiyê diguherîne yan jî rastir dide xuyakirin? Gelo ji bo ku em ji nêz ve mêze nakin, her kesî/ê ‘normal’ dibînin? Lê gelo ‘normal’çi ye ku ‘normal’ ne normal be, em çiqas ‘normal’ in? Bi rastî jî di nav xirecir û lez û beza çerxa demê ya ku mirov wekî morîkan li pey xwe dikişîne, her tişt tevlihev dibe yan jî mirov bêyî ku hay jê hebe kor û ker dibe, sînorên rastî û nerastiyê li bin guhên hev dixe.

Ka hema em li vê paşnîvroya bi ewr bisekinin; li pêşeroj û paşerojê û nihayê binêrin. Lê ew ne bes e. Em ‘ji nêzîk ve’ li her tiştî binêrin ne ji dûr ve û fêm bikin ka ‘normal’ e her tişt an na? Lewre ku pirs û pirsyarî nebin em ê di tariyê de bifetisin. Tam li vê derê ji nava heman pirtûkê, ev hevok difire tê ser kaxizê: “Dema ku me tevî bersiv dîtin pirs guhertin.”

Gelo ew kî ne yên ku piştî bersivandina me pirsên nû derdixin? Lê dibêjim em zêde li dûr negerin. Lewre jiyan bê pirs û pirsyariyê wekî gardiyanekî qirêj û kor e, loma jî em bi xwe ji xwe re li pirsan digerin û wekî bizmarên zengarî bi hin bersivan re mahkûmbûyî namînin. Ji ber ku her pirs; rê ye, rêwîtî û seyran e. Her çiqas ku hin kes bêjin qey ew piştî bersivdîtina me, pirsên nû wekî Pira Siratê derdixin pêşiya me jî ne rast e. Em bi xwe ji pirsan hez dikin û bi pirsan dimeşin, bi qasî bersivan ji pirsan jî hez dikin.

Mînak; di mijara kurd û Kurdistanê de tu bersiveke nedayî nemaye, her tişt ji hêla dîrokê ve jî ji hêla roja me ve jî li holê ye. Lê dîsa jî em digerin, pirsên nû dibînin û ji bo bersivên wan dikevin nav govenda kedkariyê. Di mijara tişta ku jê re ‘mirin’ û ‘jiyan’ tê gotin de jî em pirsên nû dibînin û bi wan pirsan digihîjin gundê bersivan (ma gundê bersivan heye?). Lê li wî gundî nasekinin û xwe diavêjin bextê rêwîtiyek din…

Nexwê em ne‘normal’ in ne? Ger em ‘normal’bûna me yê li derekê bigota bes û xwe teslîmê pergala heyî bikira. Lê na, em didomînin û huzûr ji wan re nahêlin. Loma tevî êrîşên wan nabin ‘bersiv’ jî ji pirsên me re, em bi aqilmendiya pirsyariyê deriyan li ser rûyê wan ê pîs digirin. Dema deriyên me dişkînin û dikevin hundir jî deriyên me wan red dikin û ew, her ku gur in, bîna bêhna redkirina derîgirtina me baş digirin dema bi çavên xwe dibînin jî hêç dibin û ji bilî hesin û zirxan nikarin hebûna xwe ya li welatê me bidomînin.

Belê, bayê êvarê yê ku bêhna agirekî ji dûr tîne dibêje; “Ji nêz ve her tişt normal e, gere hûn ji dûr ve mêze bikin”. Lê nivîskar xwe dixeyîdîne. Belam em dizanin ku her du jî rastiyê dibêjin. Carna ne nêz, ne jî dûr têra dîtinê dike. An jî tiştên-kesên ku em wan ji nêz ve nebînin, em ê çawa wan ji dûr ve bibînin û yên ku em wan ji dûr ve nebînin jî nikarin ji nez ve bibînin û pirsek din: Nêz çi ye? Dûr çi ye?

Kurmê zimankuj

0

“Ji demeke ku nayê zanîn ve, zimanên xwecihî li seranserî Girava Kûsî (ev parzemîn niha wekî Bakurê Amerîkayê dihê binavkirin) belav bûne. Berî zêdetirî 500 salî, biyanî ji cihên dûr gihaştin vê derê û bi xwe ra zimanê xwe anîn. Di nav gelek bûyerên kavilker ên mîna qirkirin, metingerî, emperyalîzma zimanî, nexweşîyên nû û bicihkirina bi darê zorê ra ku pergala aborî, civakî û siyasî ya resen xera dikir, rêbazên karîgertir ên mîna li hemû dibistanan ku zarokên xwecihî lê dixwendin bicihkirina bi darê zorê ya zimanê îngilîzî, zimanên resen ên gelên xwecihî her roj ji roja din kêmtir hatin bikaranîn, gelek zimanan hebûna xwe ji dest da. Li gorî texmînan berî ku biyanî werin li Kanadayê 450 ziman û zaravayên aborjînal ên ji 11 malbatên zimanî hebûn. Bi tenê di nava sed salî da herî kêm 10 zimanên aborjînal ji holê rabûn. Niha (2008) bi tenê li holê 60 zimanên xwecihî yên ji 11 malbatên zimanî li Kanadayê mane. Niha tê hêvîkirin ku ji van tenê sê heb ji ber nifûsa zêde ya axêverên xwe hebûna xwe bidomînin û bi pêş bikevin. Lê belê lêkolînên nû nîşan didin ku bi tenê hejmara zêde ya axêveran têra mîsogerkirina hebûna zimanekî nakin, ji bo mîsogerkirina hebûna zimanekî hêmana herî girîng veguhastina wî zimanî ji nifşekî bo nifşekî din e. Gelo çend zarok bi wî zimanî mezin dibin, tiştê herî girîng ev e.”

Min bi jêgiraneke dirêj a der barê rewşa zimanên xwecihî yên li Kanadayê dest bi vê nivîsarê kir. Bi rastî jî gelekî dişibe rewşa me, bi tenê nav diguhere, lê belê helwesta metingeran li her cihî dişibe hev. Me ev jêgiran ji gotarekê wergirt, di gotarê da qala rê û rêbazên vejiyandina zimanên xwecihî dike, di warê bikaranîna zimanî da balê dikêşe ser gelek faktoran ku yek ji wan jî faktora derûnî ye. Zimanek dema ku li ber çavên axêverên xwe bêqîmet bû, wekî zimanekî nezanî û xizanîyê hate pênasekirin û bi vî rengî di dil û mêjîyê hinek axêverên zimanî da cihê xwe girt, êdî zindîkirina wî zimanî gelekî zehmet e.

Nexwe divê em serê pêşîn zimanê xwe li ber dilê gelê xwe şîrîn bikin. Xweşbextane hê jî beşeke mezin a civaka me ji ziman û çanda xwe hez dike, dixwaze zarokên xwe bi zimanê xwe rake, lê belê beşek ji civakê çi vekirî çi jî veşarî, ji vî zimanî, ji vê çandê direve. Ev rewş ji bo me tenê ne wisa ye, ji bo hemû zimanên bindest wiha ye, lewra jî di gotara ku me li jorê qal kir da dibêje, “Ji me ra mamoste ne pêwîst in, bijîşkên derûnînasîyê pêwîst in.”

Em jî hemû divê serê xwe li ser rê û rêbazên geşkirina zimanê xwe, xweşkirina zimanê xwe li ber dilê hemû mirovan biêşînin. Em hemû bala xwe bidinê ka em ê çawa wî kurmê zimankuj ê ku nahêle dê û bav bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, ji nav dil û mêjiyê gelê xwe derxin. Ew xisletê xerab nahêle ku nifşên nû hînî zimanê dayika xwe bibin, nevî û dapîrê ji hev ra dike du kesên biyanî ku ji zimanê hev fehm nakin. Ew nevîya/ê ku dapîra xwe ya 80 salî mecbûrî wê tirkîya şikestî dike, ji xwe şerm nake, ji tirkîya wê ya şikestî şerm dike, hin caran jî henekên xwe bi tirkîya wê dike. Şerê pêşîn divê em li dijî wî kurmê zimankuj, hemû beşên civakê bikevin nav liv û tevgerê, xwedanên vê helwesta çewt li her cihî şermezar bikin. Şermezarkirina vê helwesta xerab, şermezarkirina rûreşîya mêtingerîyê ye.

Zextên li ser gel hatin rexnekirin

0

Koma Xebata Analîza Perîyodîk a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya lêkolîna karneya Tirkiyê ya mafên mirovan de, li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê panelek li dar xist. Di panelê de binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê yek bi yek hat nirxandin.

Di panelê de bi taybetî rewşa girtiyan û girtiyên nexweş hat nîqaşkirin û daneyên Komeleya Mafên Mirovan hatin parvekirin. Li gorî daneyan li girtîgehan 458 jê giran bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene, di sala 2019’an de 40 girtiyan ji ber nexweşiyên giran jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha zextên li ser rojnameger, nûnerên mafên mirovan, akademisyen, siyasetmedarên muxalif û hevşaredarên ku ji peywîrê hatine dûrxistin jî di panelê de hatin nîqaşkirin.

Mijara din a ku di panelê de hat nîqaşkirin jî bikaranîna çekên kîmyevî bû. Ji Înîsyatîfa Parastina Rojava bijîşk Abbas Mansoûra yê swîsreyî bal kişand ser vê mijarê û got ku di çileya 2020’an de têkildarî bikaranîna çekên kîmyevî ya dewleta tirk a li hemberî Rojava raporek weşandine. Mansoûra wiha axivî: “Parçeyên ji birîndaran hatine girtin di labaratûarên nexweşxaneyên Ewropayê de hatine lêkolînkirin. Di encama lêkolînan de derket holê ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û hatine tomarkirin. Divê tirkiye ji ber sûcên ku kirine di dadgehên navneteweyî de were darizandin.”

Nûnerên dewletan gotin ku Tirkiye gelek pêşniyarên berê li ber çavan negirtine û divê Tirkiye rêzê ji hiqûqa navneteweyî re bigire. CENEVRE

Vîrûsa Koronayê li cîhanê belav dibe

0

Li bajarê Vuhan ê Çînê vîrûseke nû derket holê. Di kesên vîrûs li wan peyda bûye de enfeksiyona rêya hilmijînê tê dîtin. Ev vîrûs di nav çend hefteyan de bi lez û bez belav bû û ji bilî Çînê, di heman demê heta niha li zêdetirî 16 welatên din hatiye tespîtkirin. Mirinên bi sedema vê vîrûsê, her ku diçe jî zêdetir dibin. Vîrûsa Koronayê cara ewil di meha kanûna 2019’an de derket holê.

Bajarê Vuhanê ku cara ewil vîrûs lê hatiye tespîtkirin, niha di karantînayê de ye. Di çarçoveya pêşgiriyên tenduristiyê de, nayê hiştin ku 50 milyon kesên li van herêman rêwingiyê bikin. Nayê zanîn bê ka şewba vîrûsa koronayê şewbeke demkî ye yan dê domdar be. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vê vîrûsê, li Çînê di serî de kesên bi vê şewbê ketin dixin karantînayê. Li van bajaran her wiha kafe, sînema, konser û eywanên pêşangehan jî heta demekê hatine girtin. Li bajarê Vuhanê rûpoş li her kesî hate ferzkirin, rêwitî hate sînordarkirin, kamerayên germa laş tespît dikin li balafirgehan hatin bicihkirin û bazara masiyan jî hate girtin. Li hêla din li gelek welatên cîhanê jî pêşgiriyên cur bi cur hatin wergirtin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber vîrûsa li Çînê derketî û li gelek welatên din jî belav bûye hişyariya ‘ji bo tenduristiya raya giştî ya navneteweyî rewşa lezgîn’da. Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê li Çînê jiyana xwe ji dest dane derket 210’an. AMED

Plana aştiyê ya Trump!

0

‘Peymana Sedsalê’ ya serokê Amerîkayê Donald Trump bû sedema nîqaşan. Demildest serokê rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas bersiv da plana Amerîkayê û plan red kir. Ligel nîqaşan jî li çend bajarên Filistînê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû li Qesra Spî civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist. Plana xwe ya aştiyê ya Rojhilata Navîn ku weke “Peymana Sedsalê” bi nav dikir ragihand. Plana aştiyê 80 rûpel e û hem ji bo Îsraîlê û hem jî ji bo Filistînê hatiye amadekirin.

Trump di çarçoveya plana aştiyê ya Rojhilata Navîn de diyar dike ku dê Orşelîm-Quds wek paytexta yekparçe ya Îsraîlê bê qebûlkirin. Li gorî plana Trump dê ji bo Filistînê jî dewleteke serbixwe ku paytexta wê rojhilatê Orşelîm-Qudsê be diyar dike, lê der barê paytext dê kîjan bajar be tu agahî neda. Li gor plana aştiyê ya Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna merca ku Filistîn bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyeke 4 salî lazim e. Li gorî plansaziya Trump filistîniyên koçber dê biçin dewleta xwe ya di demên pêş de bê avakirin û dê li Îraîlê nemînin.

Çend îsraîlî erênî nêzî planê bû lê belê filistînî wê planê red kirin. Serokê rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas bertek nîşan da û got Quds-Orşelîm ji bo firotinê nîn e û dewleta Filistînê bêyî paytexa Quds-Orşelîm nabe. Ebas got: “Dê dawiya vê planê ne baş be. Jidestçûna Qudsê malwêranî ye. Ev planeke têkbirinê ye. Dê mijarê bibin dadgeha navdewletî.” Ligel aşkerekirina plana Amerîkayê li Xeza, Refah, Nablûz û Ramallahê bi hezaran kes daketin qadan.