Rojnameya Heftane

Cîrantî wêneyê civakbûnê ye

Dîlan Ertaş

Cîran sebr û aramiya cîran bû. Cîran ji bo cîran dost û yar bû. Ji ber vê yekê gelek tiştli ser hatine gotin

Mirovên ku wekî qebîleyan jiyana xwe berdewam dikirin, hêdî hêdî ji şikeft û berqafan derbasî gundan dibûn. Ax bêtir nas dikirin û ji axê berhemên jiyanê diafirandin. Ji bo xwe ji serma û germahiyê biparêzin û dîsa ji bo xwe ji sewalên goştxur ên dirinde biparêzin, kevir bi teşe kirin û xanî ava kirin. Ax kirin kerpîç û bi kerpîçan xanî ava kirin. Piştî mirov li gundan di xaniyan de bi cih bûn, bêtir pêdiviya wan bi yekitî, tifaq û hevkariya hev hebûn. Xaniyên wan bi hev ve bûn. Deriyê hewşa xaniyan di deriyê hev de bûn. Cîrantî li pêş bû.

Çanda cîrantiyê ji serdema neolîtîkê dest pê dike. Piştî mirov bi şûn û war bû û dest bi cotkarî û çandiniyê kir, wê demê çanda cîrantiyê bi pêş ket. Bingeha civakbûnê bi cîrantiyê dest pê dike. Li ser cîrantiyê gelek gotinên pêşiyan hene. Dema ku em li gotinên pêşiyan dinêrin em dibînin ku cîrantî ji bo mirovan û di nav civakê de çiqas girîng e.

Cîrantî wêneyê civakbûna Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Li ser axa Toros-Zagrosan kok berdaye û xwe ava kiriye. Di nav civaka kurd û Rojhilata Navîn de cihê cîrantiyê cihekî taybet e. Pêşiyan li ser cîrantiyê bi pênaseyên wekî ‘Bê cih dibe, lê bê cîran nabe, Cîranê baş ji birayê xerab çêtir e, Cîranê nebaş striyê ber çavê mirov e, Cîran bi halê ciran dizane, Cîran deriyê malê ye, Cîran beriya bira ye, Cîran hewceyî derziya cîran  e, Cîran hewceyî cîran e, Cîran neynika cîran e, Cîran wêrisê cîran e,  Cîran mîratxurê cîran e, Cîranê çêyo bav û dêyo…’ û hwd. girîngî û wateya cîrantiyê anîne ziman. Cîrantî modela jiyana komînal e.

Cîrantî hîma Modernîteya Demokratîk e. Hemû nirxên civakbûnê di genetîka cîrantiyê de veşartî ne. Civakîbûn li ser cîrantiyê, cîrantî li ser çanda gundewariyê bi pêş ketiye. Cîrantiya li gund û taxan xurt e. Cîranan êş, şahî, xemginî, xizanî, dewlemendî, nexweşî, kul, keder, kelecan, evîn û kêfxweşiyên xwe bi cîranên xwe re parve dikirin. Roja cîranan hevdu nedîtina xwe kêm hîs dikirin. Roja çav li çavan neketana, roja sewta cîran li guhê cîran neketana xwe di valahiyê de û bê aram hîs dikirin. Cîran sebr û aramiya cîran bû. Cîran ji bo cîran dost û yar bû. Ji ber vê yekê gelek tişt li ser hatine gotin. Lê îro em dinêrin mirov bêtir berê xwe dide bajar û metrepolan; berê xwe didin Ewropayê; berê xwe didin wargehên ku her tişt biyanî ne. Ziman û çand biyanî, rû û ruh biyanî, girî û ken biyanî, her tişt biyanî. Xwe di daîreyên beton û cam de hepis dikin. Di korîdarên apartmanan de jî silav nadin hev. Cîran cîran nas nake. Cîran silav nade cîran. Ne ruh û ne çav temasî cîran nake.

Kengî mirovan berê xwe da bajêr, ruhê cîrantiyê mir. Kengî berê xwe da bajêr çanda cîrantiyê wenda kir. Li şûna berê xwe bidin cîranên xwe, berên xwe dan xwe. Kengî mirovan ruh û çanda cîrantiyê wenda kirin, ji nirxên civakbûnê qut bûn. Ji nirxên cîrantiyê qut bûn. Dema hêk, rûn, xwê, şekir lazim dibû me berê xwe dida cîranên xwe. Dema ta û terzî lazim dibûn me berê xwe dida cîranên xwe. Dema tevşo, birek, çakûç û pêdiviyek din lazim dibû me berê xwe dida cîranên xwe. Lê îro piştî em hatin bajêr, êdî em li şûna berê xwe bidin cîranên xwe, em berê xwe didin market, dikan û navendên danûstandinan. Gelo îro ji bo me cîran ferz e yan AVM? Kîjan di rojên zor û zehmet de dê bi hawara me de bên?