26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çûk û kulî

Fatma Taşli Tunç

Hebû tunebû, kesek ji xwedê mezintir tunebû. Li gundekî Qerejdaxê, malbatek hebû. Malbata Çûkê û Kulî. Ji ber ku xizan bûn û hinekî jî bêkêr bûn kesî zêde guh nedidan wan û ji wan hez nedikirin. Rojekê Çûkê da ser hev û da ber hev, da ku ji halê xwe re çarekê bibîne, lê tiştek nehat aqilê wê, ponijî bi ser halê xwe û Kuliyê reben de, Çûkê got Kuliyo.
-Kuro tu bi ya min dikî, em mala xwe ji van welatan bibin ! Emê herin welatekî ku kes me nas neke û dest bi jiyaneke nû bikin. Belkî Xwedê rizqê me fireh bike.
Kulî got; Wele hurmet tu zanî, tu çawa bixwazî bila wek te be. Piştî şêwr û mişêwrê giran, Çûkê û Kulî li hev kirin. Soz dane hev bi dil û can. Ga û ker anîn ber derî, cil dan ser piştê, hevsar xistin serî. Barkirin bar û ser bar, berê xwe dan gundê Kevnecar.
Hatin Amedê, gundê Kevnecarê, mala xwe danîn bin darek çinarê. Çûkê agirek dada, nigê xwe li ber rada. Çêkir beroşek savar, bîn bela bû li Kevnecar.
Gundiya xwe li bîna savarê girtin û ber bi Çûkê û Kulî ve hatin.
-Heyran hûn kîne, ji kune, hûn insin, hûn cinsin.
Çûkê got; Em ne ji van dera ne, mêrê min şêxekî pir yeman e. Em çûne kîjan gundî ji me re jêkirine berx û beran e. Jê re dibêjin Şêx Kulî, xwediyê kifş û kerameta ye, tu çi bêjî lê eyanê.

Gundî lê tên hev û bi kêf û şahî wî dibin nava gund. Xaniyekî jê re vala dikin, mala wî dixin binî û wî dibin li serê odê datînin. Gundî li hev dibin kom û pesnê Şêx Kulî didin.Yek radibe û dibêje.
-Law ka hûn çi zanin ev meriv Şêx e, we çend kerametê wî dîtine.
Dema ku wer dibêje, gundî disekinin û li çavê hev dinêrin, yekî bi aqil ji nav wan radibe û dibêje.
-Heyran ka bisekinin, ez ê tiştekî jê sewal bikim, ku pê derxe ew Şêx e!
Radibe diçe odeyeke din, Çûkekê û kuliyekî digre û dixe binê merkebê û bangî şêx dike.
-De ka bêje, di binê vê merkebê de çi heye? Kuliyê reben difikire lê nizane di bin merkebê de çi heye!
Destê xwe li çokên xwe dixe û dibêje; Axxxx axx Çûkê, te çi anî serê kulî ? Dema ku merkebê radikin, lê dinêrin ku Çûkê dev li serê kuliyo kiriye.
Êdî ji kerametê Şêx bawer kirin. Sond xwarin bi ocaxê Kulî, jê re birin çêlek û mî. Kulî bû mezinê gund. Giş mane rêncberê wî. Heta ku em şiyar nebin, wê Kulî serdestê me bin.