Rojnameya Heftane

Derzîya Çeloka

Ciwan Qado

Pêbawerîyeke me kurdan a dêrîn heye, pîrejinan ew di guhên kevanîyên malan de dipispisandin. Kevanîyên ji pisîkan bêtir çêlîk dianîn. Li gorî vê kevneşopîyê, çênabe ber devê pîrek û jinikên ku hîn çilê xwe neqedandine, vekirî be. Divê ku bi şala serî nixumandî be û bi derzîya çeloka ya bi serê heft ecêban xilqandî be;

“xudana hezar û yek navî

çeka hebûn û xeybê,

destbiraka hemaylok û nivîştan,

cîgira bişkokên ketî,

qufla pêçekê,

çengela şarkê,

xefka cinan.”

ev derzîya tu dibê di quzê gur de kesidîye!

Bi vî hawî divê ku pidû û rêzikên diranan nexuyin, da ku neherifin û nekevin, ji ber ku li vir diranên ketî ne wek ên zarokan in li ser pişta kêzka hecê hilnayên, an di kefenê xwesteka de ji qaşilê sîrê deyn bûne, bi diranên xezalan re nayên guhertin.

Di ilmê jinên navsere de; ji roja ku ji yekê re çêdibe, tasekê mişt av dike û vê derzîyê çil rojî di nav avê de dimerdîne û piştî çil roj diqedin ava wê ya tilsimdar û pîroz dirûkîne da ku cinên dora wê biçelqin û birevin, wek çawa siwarên fal û xas fincana serbixwîn dikin gulpek.

Her wiha ev pêbawerî di nav xwe de çend rîtualên seyr vedihewîne û bi şiklekî şanogerane zindî li ber çavên me zarokan dihate lîstin, wek ku yek çend dîmen ji filmên Tarkowsky û Bergman jêkiribin û qusandibin û bêtertîb li kêleka hev danîbin û riqufandibin.

“Çênabe pîrek çilê wan li hev keve û heger bi himber hev bên divê çarîyê li dora ser û devê xwe girê bidin û levza wan bi hev nekeve, her yek divê derzîyekê têxe ber serê a din, heger sergirtî bin; heger serqot bin didin dest hev, timî jî çilê a ji derve tê bi a ku li hundir e dikeve û heger dengê a bi çil here yeka din bi çil, eva ku dibihîze nema ducanî dibe, îjar divê here çend peşk mîza xwe a ji ava muqedes parzinîye bi ser dîwar û derîyê a ku dengê xwe biriye wê dake ji bo karibe çilê xwe pê re jî bextê xwe kelpîç bi kelpîç bibirre.”

Berî çend salan ji şevbestekê şîyar bûm, li gor weşa wê ez li hêwana mala zaroktîya xwe li Amûdê di nav nivînê xwe de bûm, çav li xew bûm. Kesekî li derî dixist û di ber re digot, derî veke ez dixwazim derbasî hundir bibim! Lê li gor xewnê, ew deng ne ji derve bû, di guhê min de bû, di hundirê serê min de bû û saweke bêhawe jî pê ve şîrêzkirî bû. Wî kesî  dixwest bi zorê derî veke lê min nedihişt, dawîyê ew kes pîrka min derket. Berî bi hişê xwe ve werim ji min re digot, min emanetek ji dêya te re anîye. Lê min nas nekir ew emanet çi bû. Pê re ji xew hilçenîm… min dît dêya min li ber dolaba cil û kincan rûniştî ye û qenewîçek di destê wê de ye, li wê qenewîça di destê xwe de dinêrî, bi ser de diponijî û digot, ecêb e ev dinya law, çawa yek dikare bawer bike destên ku ev paçik dirûtine û neqişandine niha bûne ax û nikare bawer bike ku heman dest li welatê jor derzîya çeloka xist ber ewên ji me çêtir li kirasê wan xist û ew pê xilqandin û di civatê de rûnandin û ew kirin beşer wek min û te. Gelek  kesên bawerîya xwe bi van çîrokan naynin bav û kalên wan bixwe carekê bi vê derzîyê hatine girtin û bûne beşer. Dinya berê xweştir bû di her malê de, berê cin û ocax hebûn, pêjnên xwe bi çurisîna çavên pisîkan dinuxumandin û ku kes li dora meriv tunebana li ber dilê wî didan, diçûn şevbuhêrka wî pê re dîlana tirs û sawêran digerandin û ger meriv dîlangerekî jêhatî baya dikarîbû bi derzîya çeloka ew yek bi yek zeft kiribana, bi wê zanebûna ku pê berê kew ber bi dafê ve dajotin û dixistin zeftê.