Rojnameya Heftane

‘Divê em yek bin’

Navenda Nûçeyan

Partiyên siyasî yên kurdistanî ji bo yekitiyê banga paşvehiştina pirsgirêkên navxweyî û nakokiyan kir. Li gor nûnerên siyasî, heke dîwarên li pêş xwe rakin dê bibin yek

Polîtîkayên taybet ên qirkirinê, li her çar parçeyên Kurdistanê tên birêvebirin. Kurd dema ji bo yekitî û statuyê nîqaşên berfireh dikin û tên cem hev bêhtir bi êrîşan re rûbirû dimînin.

Partiyên siyasî, rêxistin û saziyên sivîl ên kurd ligel nakokiyên navxweyî jî nîqaşên xwe didomînin û li ser girîngiya yekitiyê disekinin. Li rojava, başûr û bakurê Kurdistanê kurdan ji bo avakirina yekitiyê zend û bendên xwe badane.

Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê nîqaşên yekitiyê berfireh dibin. 12 partiyên kurd di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de gaveke girîng avêtin û ‘Tifaqa hilbijartinê’ bi pêş xistin. Vê tifaqê di hilbijartina 31’ê adarê de jî berdewam kir.

Piştre jî ji hêla Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (AZADÎ), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Kominîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî ve Xebata Tifaqa Kurdistanê hat avakirin. Bi vê tifaqê tê xwestin ku xebat bi rêk û pêk bên kirin. Tifaqê herî dawiyê li Amedê “Komxebata Yekitiya Neteweyî” ya ku 2 rojan berdewam kir li dar xist.

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Sedat Çinar û Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşîtî li ser yekitiya kurd nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser hewcedariya yekbûnê.

Pirsgirêk çi ye?

Sînan Çîftyurek li ser rewş û hewldanên partiyên siyasî yên Kurdistanê nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku mêtingeran hemû daxwazên neteweya demokratîk û hebûna kurdan tune hesibandin. Çîftyurek destnîşan kir ku divê partiyên siyasî êdî nakokî û pirsgirêkên navxweyî li aliyekî bihêlin, bên cem hev û wiha got: “Ger ku îro hûn li kolanê ji gel bipirsin û bêjin ‘pirsgirêka gelê kurd çi ye?’ ew ê bêjin ‘divê partiyên kurd tifaqa xwe ava bikin’, ev rastiyek e. Di navbera me de konseptên cuda hene. Ji ber vê yekê em bi baldarî nêzîk dibin. Divê berî her tiştî em dîwarên li pêş xwe rakin.”

‘Fikrên cuda xwezayî ye’

Nêzîkatiyên siyasî yên navxweyî jî bûn mijara nîqaşên rêxistinên siyasî. Mesut Tek ê mijar nirxand wiha got: “Ji ber ku pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka civakekê ye û pirsgirêka neteweyî ye. Civaka kurd jî ji çînên cuda û fikrên cuda pêk tê. Di nav rêxistinên siyasî de ku ji bo yekitiya neteweyî têkoşîn tê dayîn de hebûna fikrên cuda tiştekî xwezayî ye. Ya ku mirov bê diêşe, tevî ew qas nîqaşan heta niha rêxistinên kurd nebûn yek. Demek dirêj e li Tirkiyeyê partiyên siyasî yên kurdistanî li ser rol û mîsyona xwe nîqaşên berfireh dikin. Di xebatên ji bo yektiya neteweyî ya kurd de ne guncav e ku HDP cih bigire. Bê guman HDP çawa xwe pênase bike li ser serê me. Ew xwe wekî partiya Tirkiyeyê pênase dikin. Ji ber vê yekê ji bo em bigihîjin armanca xwe HDP ne amûrek guncav e. Divê partiyên kurdistanî pêşengiya yekitiya neteweyî bikin. Niha DBP derdikeve pêş. Pirsgirêk ev e ku em ê pirsgirêka kurd çawa pênase bikin. Ger em pirsgirêka kurd wekî demokratîkbûna Tirkiyeyê bibînin, wê demê stratejiya vê yekê cuda ye. Rê û xebatên wê cuda ne. Em ne li dijî HDP’ê ne. Dibe ku HDP ji bo yekitiya kurd erkê bide ser milê xwe. Di yekitiya neteweya kurd de HDP rola “partnerekî baş” digire. HDP, dikare ji bo hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bibe pirek baş.”

‘Netewebûn hewce ye’

Ayettullah Aşîtî jî di nêrînên xwe de bal kişand ser  mijara di olê de neteweyîbûn û wiha qala mijarê kir: “Ola Îslamê ne li dijî netewebûnê ye. Netewebûn hewce ye. Di roja me ya îro de têgiha neteweyê cuda tê fêmkirin. Netewe cuda ye neteweperestî cuda ye. Neteweperestî ew tişt e ku îro tirk  netewperestiyê dikin û dibêjin ‘bextewar im ku tirk im.’ Ev neteweperestî ye. Yanî ev tê wê wateyê ku tirk di ser her kesî re ne û ji her kesî baştir in. Di îslamiyetê de cihê vê nîne. Kurd ji bo avakirina yekitiyê her çiqas dereng mabin jî divê ji niha şûn ve hemû rêxistinên siyasî ji bo yekitiya neteweyî gavê biavêjin. Astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî rewşa ‘bêbawerî’ ya di nav rêxistinên siyasî yên kurd de ye. Heke ev rewş were çareserkirin yekitiya neteweyî ew ê hêsantir pêk bê.”

Armanca me hevpar e

Sedat Çinar jî xebatên tifaqa neteweya kurd bi “zor û zehmet”iyê pênase kir û wiha      berdewam kir: “Ger ku di sedsala 21’î de hêj hûn nebibin xwedî statû û hêj hûn nebibin xwedî dewleteke serbixwe ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku we rêxistinek sivîl ava nekiriye. Nîşan dide ku we di aliyê siyasî, aborî, civakî û  dîrokî de rêxistinbûnek ava nekiriye.”Çinar bal kişand ser rewşa rojava û başûrê Kurdistanê û der barê rewşa siyasî ya van herdu parçeyan de ev nirxandin kir: “Niha li Rojava TEV-DEM û PYD bi hêz in. Ji ber vê jî berpirsiyariya mezin li ser milê wan e. Li başûrê Kurdistanê tişta di sala 2017’an de pêk hat ne hewldana “yekitiya neteweyî” bû. YNK û PDK xwe fikirîn. Dewleta kurd ji bo xwe nekirin armanc.” Çinar, da zanîn ew naxwazin bibin pêveka HDP’ê û wiha axivî. “Ger ku em wekî partiyeke ku dikaribin têkevin hilbijartinê bin wê demê me yê tifaqa bi HDP’ê re cuda niqaş  kiribûya. Em ne li dijî tifaqa HDP’ê ne. Em ne li dijî xebatên tifaqa neteweyî ya 10 partiyên kurd in.”

Bo parastina nirxên neteweya kurd yekitî pêwîst e

Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş jî wekî nûnerên partiyên din li ser hewcedariya yekitiyê rawestiya û diyar kir ku îro kurdan di rojeva cîhanê de bi giştî cih girtiye. Ji ber vê yekê divê siyasetmedarên kurd jî li dora nirxên neteweya kurd kom bibin.

Okumuş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd ji bo mafê xwe yê kolektîf bi dest bixe, divê di serî de siyasetmedarên kurd bibin yek. Heta em li dora nirxên hevpar nebin yek em nikarin mafên xwe yên neteweyî biparêzin. Ger ku neteweya kurd yekitiya xwe ava bike, sala 2020’an dikare bibe ‘sala kurdan’. Geşedanên ku li Rojhilata Navîn bi pêş dikevin, ji bo yekitiya neteweya kurd firsendek in. Îro Amerîka, Yekitiya Ewropayê (YE), Yekitiyen Ereban (YE), Rûsya û gelek welaten din li ser kurdan diaxivin. Dewlet û hêzên navneteweyî her dem li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji ber vê yekê divê kurd li ser têgihên neteweyî û navneteweyî baş rawestin û li gorî berjewendiyên neteweya kurd tevbigerin. Em dixwazin tifaqeke mayînde ava bikin. Wekî DDKD’ê xeta me ya sor nirxên hevpar ên gelê kurd in. Ji bo yekitiyê divê tu kes hincet nîşan nede. Em yekitiyê mecbûrî û ferz dibînin.”