26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dixwazin bi girtina Deriyê Tilkoçer zextan li Rojava bikin’

Meclisa Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dema mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyeyê re bi rêya dergehê Bab El-Hewa dirêj kir ku di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) de ye û di lîsteya terorê de ye. Di encama fişara Rûsyayê de ya li ser NY`yê dergehê Til Koçerê (Yerûbiye) girtî ma.

Ev biryar bi awayekî neyînî bandorê li 5 milyon sûriyeyî, bi sed hezaran koçberan û bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan dike ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin ku Rêveberiya Xweser pêdiviyên wan peyda dike.

`Xeternak e`

Muxalifê sûriyeyê Fîras Qesas destnîşan kir ku ev biryar encama lihevkirina Amerîka û Rûsyayê bû û biyareke têkildarî alîkariyên mirovî ye ku li gorî rêxistinên girêdayî NY`yê pêk tên.

Qesas li aliyekî biryar bi erênî nirxand ji ber ku alîkariyan ji sivîlan re peyda dike ku li herêman dimînin ku dergehê Bab El-Hewa dihêle ku bijîn. Li aliyekî din bi neyînî nirxand ku dergehê Bab El-Hewa di bin kontrola komên tundraw û ajanê dewleta Tirk de ye. Li gorî Qesas ev yek dihêle ku bi awayekî zêdetir jiyana şêniyên li wir kontrol bikin.

Qesas hişyarî da ku ev yek mijar gelek xeternak e ku tevlihevî û trajediya li wan herêman zêde bike û wiha domand: “Paşguhkirina dergehê Til Koçerê ji aliyê dewletên rojavayî ve zextê li Rêveberiya Xweser zêde dike. Lê heke vekirî bima wê ev zext sivik bûbûya û pêdiviyên mirovî yên pêwîst ji herêmê re peyda bikirba. “

`Bazara siyasî ye’

Beriya civînê bi du rojan, Îrlanda û Norwêc pêşnûmeya têkildarî derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê ku berê pêşkêşî Konsya Ewlekariyê kiribû guhert û biryara Rûsya pejirand.

Forma bingehîn a pêşnûmeyê de du tişt tên destnîşankirin:  Dema xebata li gorî mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê bi rêya dergehê Bab El-Hewa were dirêjkirin. Ya din firehkirina vê mekanîzmeyê ku dergehê Til Koçerê yê bi Iraqê re were vekirin.

Piştî fişara Rûsyayê, Îrlanda û Norwêcê projeya biryarê guhert û dev ji daxwazên xwe yên vekirina deriyê Til Koçerê berdan.

Rûsya hewl dide alîkariyên navneteweyî wek wesîleyeke zextê li dijî gelê Sûriyeyê bi kar bînin bi taybet li herêmên ku ne di bin kontrola hikumeta Şamê de ne da ku dîsa hikumeta Şamê wan herêman bixe bin serweriya xwe.

Paşguhkirina vekirina deriyê Til Koçerê ji aliyê NY`yê ve nîşan dide bê çiqas NY’yê bê çare ye, serî ji hêzên mezin re ditewîne û ji armancên xwe yên bingehîn dûr dikeve. Her wiha veguheriya dikekê ji bo rewakirina hegemoya hêzên mezin a li ser gelan.

Der barê vê de Qesas got: “Ev paşguhkirin ne encama vîna rojavayî ye, lê belê encama fişara Rûsyayê ye. Dewletên rojavayî bi du vebijarkan re rû bi rû man, yan wê hemû dergeh girtî bin yan jî wê yek tenê vekirî be ku bi rêya wê alîkarî derbasî Sûriyê bibe.“

Têkildarî armanca Rûsyayê ji vê yekê Qesas ev nirxandin kir: “Rûsya di gelek mijaran de sûdê ji vekirina dergehê Bab El-Hewa digire. Ya yekê ew dihêle ku qadeke zêde ya lihevkirinê bi Tirkiyê re der barê rewşa Sûriyê de biparêze. Ya din jî vê dosyayê dike kaxezeke dan û standinan a guncaw ku dewletên rojavayî pê bihesîne ku pêwîstiya wan bi hevkariya bi Rûsyayê re heye û bi rêya wan bazaran bike.”

Muxalifê sûrî “Bazarê siyasî bi dosyaya mirovî” rexne kir û destnîşan kir ku ev wesif îşaret bi pîvanên  pradîgmatîk û realtîvîte yên nêzîkatiyên mirovî û tunebûna eleqedariya pêwîst û têr dike ku divê li hemberî vê dosyayê were nîşandan. Her wiha diyar kir ku ev nêzîkatî durûtiya pîvanan di helwesta dewletên rojavayî de nîşan dide kuû çawa berjewendiyên siyasî didin pêşiya lêfikirînên mirovî û prensîbdar.

Qesas wiha domand: “Pêbaweriya civaka navneteweyî hate xalîkirin, ji ber ku bi awayekî cidî nêzî dosyaya mirovî ya Sûriyê nebû mîna ku divê were kirin. Ez nizanim çawa em dikarin vê pêbaweriyê gilî bikin li gel ev bandora riswa ya nêzîkitiya navneteweyî ya li ser dosyayê Sûriyê.”

`Armanca Amarîkayê`

Girêdayî helwesta Amerîkayê Qesas ev yek diyar kir: “Ev helwest girêdayî encamên lihevkirinên gengaz ên bi Rûsyayê re ye li gel vekişîna bizanabûn a Amerîkayê ji mudaxeleya di dosyaya Sûriyê de.”

Qesas wiha pê de çû : “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya siyaseteke giştî de li Sûriyê tevger dike. Ev çarçove girêdayî şerê li dijî DAIŞ`ê û çareserkirina encamên vî şerî ye, her wiha di çarçoveya avakirina formeke domar jê re de pêk tê ku lêçûna destwerdana mirovî yan jî aborî ne zêde ye. Li aliyekî din fişarê bike da ku çareseriyeke siyasî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmar 2254 pêk were. Ji ber wê ne amade ye rûyeke din a siyasetên xwe xêz bike ku van her du aliyan derbas dike.”

`Rûsya kêfxweş e’

Ji destpêka salê ve Rûsya hewl dide erka NY`yê bi dawî bike. Moskov dixwaze alîkariyên mirovî bi rêya hikumeta Şamê derbasî Sûriyê werin kirin, lê dewletên rojavayî û NY`yê vê yekê red dikin.

Beriya dengdayînê bi çend rojan wezîrê kar û barên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov peyamek da sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres û tê de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi hevkariya Enqereyê bi astengkirina derbasbûna aliyên mirovî ji Sûriyê re tawanbar kir.

Her wiha Lavrov rojavayî bi pêkanîna şantajê tawanbar kir ku heke dema mekanîzmeya derbarskirina alîkariyan bi rêya Bab El-Hewa nehat dirêjkirin, gefa qutkirina finansa mirovî ya li ser Sûriyê dixwin. Lavrov got: “Ya girîng berxwedana li hemberî mîna van rêbazan e.”

Rûsya israr kir ku alîkarî bi rêya dergehê Til Koçerê derbasî Sûriyê nebe, nûnerê rûs ê li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê Vasily Nebenzia got wî ji destpêkê ve hevalên xwe ên meclisê agahdar kiriye ku vekirina dergehên girtî bêkêr e.

Qesas destnîşan kir ku Rûsya israr dike ku helwesteke bi şik û guman der barê tecrubeya herêmên Rêveberiya Xweser nîşan bide bi taybet li gel ku têkiliyên hêzên wê yên sereke bi Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê re hene nexasim DYA`yê. Ji ber wê girîngiyê nade rêgezên vê tecrubeyê, tenê li ser hesabê gelê Sûriyê piştgiriya pergala zordest a hikumeta Şamê dike.

Qesas gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Rûsya rêzê ji daxwaza civaka rêveberiyê re nagire ku dixwaze formeke rêveberî ya hevbeş ava bike ku yekitiya û serdestiya Sûriyê diparêze. Ji ber wê hewl dide wê civakê dorpêç bike û tengav bike. Gelek kêfxweş e ku dewletên rojavayî di warên siyasî û mirovî de desteka vê civakê nakin. Her wiha dixwaze destkefiyên din ji bo hikumeta Şamê bi dest bixe.“

`Gelê Sûriyeyê neyînî li Rûsyayê dinerin’

Muxalifê sûrî peyamek da Rûsyayê û tê de got: “Êdî gelê Sûriyê bi awayekî neyînî li Rûsyayê dinêre. Ji ber helwesta wê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa Sûriyê bi giştî, wêneya wê her ku diçe xirabtir dibe.“

Qesas ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Di bîra gel de beriya serxwebûnê û heta piştî serxwebûnê Rûsya ji pêkanîna mêtîngerî û dagirkirinê li ser Sûriyê dûr bû. Lê ev bîr êdî qels dibe. Niha şerê daxwaza gelê Sûriyê dike ku dixwaze jiyana xwe bi xwe bi rêve bibe. Her wiha ji bo pêkanîna ajandeyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk di warê mirovî de gelê Sûriyê tengav dike.”

Qesas di dawiyê de Rûsya muxateb girt û got: “Em jê dixwazin ku rêzê ji vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bigire, dorpêça ku li ser herêmê ferz kiriye bi dawî bike û dosyayên alîkariyên mirovî wek kaxezeke fişarê ya siyasî li dijî herêmê û civaka wê bi kar neyne. Divê pişta şêniyên herêmê bigire, alîkariya wan bike ku kar û barên xwe bidin meşandin, pêdiviyên xwe peyda bikin. Heke bixwaze têkiliyên dostanî û hevgirtinê yên di navbera civakên rûsî û sûrî vegerîne mîna berê, divê tiştên min li jor bi bîr xistine pêk bîne.”

‘Êrîşên veşarî li dijî Rêveberiya Xweser têne kirin’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ew biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya têkildarî derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya dergehê Bab El-Hewayê re red dike got: “Biryar rewşa mirovî ya li Sûriyê di ber çavan re derbas nake. Trajediya mirovî li gel dorpêça li ser herêmê ya ji hemû aliyan ve, kurtir dike.”

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê Sînem Mihemed got: “Dergeh û alîkarî bûne kaxezeke fişarê ya siyasî ku bi rêya wê dan û standinan der barê aloziya Sûriyê de bikin.”

Sînem diyar kir ku ew biryara navneteweyî ya vekirina dergehê Bab El-Hewa û girtina dergehê Til Koçerê dê gelê Sûriyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyên navneteweyî bê par bihêle.

Nûnera MSD`ê: “Bi sed hezaran koçber di kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin. Ev koçber di encama dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de ji aliyê dewleta Tirk ve koçber bûn. Her wiha koçberên Efrînê û bi sed hezaran koçberên herêmên din ên Sûriyê li herêmê ne. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye li gel aloziya aborî ku herêm tê re derbas dibe nexasim ku herêm hatiye dorpêçkirin. Li rex wê jî kampa Holê barên rêveberiya herêmê girantir dike ku der dora 60 hezar çeteyên DAIŞ`ê û malbatên tê de ne. “

Sînem wiha axivî: “Nivîsgeha me ya li Washingtonê dosyaya dergehê her tim xistiye rojeva xwe çi di nameyên xwe de ku ji rêveberiya Amerîkayê re rêdikin an jî di hevdîtinên xwe de yên bi rêveberiyê re.

“Sînem pirsî: “Gelo çima Bab El-Hewa tenê tê vekirin û dergehê Til Koçerê tê girtin? Diyar e ku ev daxwaze dewleta Tirk û Rûsya ew erê kiriye. Ez di wê baweriyê de me ku divê Meclisa Ewlehiyê jiyana 5 milyon sûrî û pêdiviyên wan di ber çavan re derbas bike ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.”

Sînem Mihemed di dawiyê de got: “Girtina dergehê Til Koçerê kaxezeke zextê ya ji aliyê Rûsya û dewleta Tirk ve li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye, bi taybet di vê demê de ku êrişên palnakirî yên ragihandinê li ser Rêveberiya Xweser û QSD’ê hene, ev êriş ji aliyê odeyeke tarî ve tê birêvebirin.”