26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helebçe

Pirs ne mêvan in êdî

mazûvan in

li ser kursiyên rûniştinê

li ber şibakan

li tembûrê dixin

hişê te dinexşînin pirs

wek nazbalîfan

lêv badidin li bersivan

bers ditirsin

di tenêtiya nebesbûnê de

pirs êdî ne mêvan in mazûvan in

li ser qoltoxan rûniştî ne

li kemanê dixin

pirs her tiştî dikin pirs êdî

bersiv guneh in

bersiv belengaz

bersiv neman

pirs xwediyên malê ne êdî (belkî tu welat nîn î welato/kî dizane tu kî yî, em kî?)

Pirs êdî mazûvan in bera bersivan didin

paceyên ronî vedikin

biharê tînin hundir

li bîra me

rojên ronak…

Bersiv êdî ne bersiv in

pirs her tişt in (belkî tu, tiştek me nîn î welato/kes nizane tu çi yî?)

Helbestek ji helbestên min ên dawîn wiha dibêje bo pirsan. Ger pirs wiha ‘xwedî mal’ bin azadî nêzîk e. Lew tişta ku mala dewletan xera dike pirs in û hemî şoreş, bi pirsan dest pê dikin. Ji bo ku pirs, bersivên heyî betal û deşîfre dike jî zehf girîng e. Lew tu hew dibînî ku wayê bersivên ku heta niha têra te dikirin êdî têr nakin û tew ne bersiv in jî!

Mesela dema em ji pergalên serdest re bihêlin wê me mehkûmê bêpirsyariyê/nepirsyariyê bikin an jî sedsalan bi bersivek kartû (beyat) bidin derbaskirin. Lê niha vê adarê, bila pirsên me ji bo Helebçeyê bin: Helebçeya ku wek destegulek şikestî, di paşila me ya kuştî de razayî ye. Tu niha li asîmanê kîjan xewnê difirî Helebçe? Zarokên te mezin bûne? Sêvên te yên ku tu ji wan xeyîdîbûyî (mesela pirkujiya Helebjanê û “bêhna sêvan” a kujer, bûye navê dîwana min a yekem jî: Sêv jî me dikujin) vegeriyan malê yan na?

Ez li vir bisekinim û kurtehelbesta xwe ya di vê der barê de binivîsim:

Helepçe

bo te dara sêvê me bo te hêlîna

leglegî

bo te kêfa Newrozê me

bo te sêvên şêrîn

Helepçe

Helepçe ji sêvan nexeyîdî

ji bo ku ez dixwazim têkiliya min û her tiştî ne tenê bi salveger an jî ‘rojan’ be; naxwazim hevokên bi wî rengî bidim pey hev… Lê heta em hebin dê Helebçe jî wek gulên biharek şehîd di can û ruhê me de be. Wî dîktatorê faşîst ê ku gotibû, “Kurd, ji bo wan qawanozek jehriya kêzikan bes e!” Niha di dojeha zilma xwe de ye lê Helebçe hê jî dimeşe, mezin dibe, hez dike, tê hezkirin di kesayeta her kurdî de û risteyek ji helbestek min a din: /Helebçe destên me bernede.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê