26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sembol û sergovendên Newrozê

Aysel Tabak

Di pîrozbahiyên Newrozê de, di dîmenên herî balkêş û xweş de, jin bi cil û bergên xwe yê rengoreng bi tililiyên xwe, bi rûyên xwe yên bihêvî derdikevin pêş. Li serê govendên ku li dora agirê pîroz tê girtin jin hene

21’ê Adarê yanî cejna Newrozê sersala kurdan e. Ev cejn ji bo kurdan bi çend sedeman gelek girîng e û cejna kurdan a sereke ye. Li çar parçeyên Kurdistanê, li her bajarê Kurdistanê gelê kurd bi hezaran derdikevin qadan û bi hestên netewî, bi coş Newrozê pîroz dikin.

Lê em dizanin ku Newroz ji bo kurdan tenê sersaleke gelêrî nîn e. Roja vejînê, roja serhildanê ye. Ev maneyên dawîn bi destana Kawa ve tê girêdan û berxwedana ku îro kurd didin girêdayî berxwedana Kawa yê ku li hember Dehaqê zalim serî hildaye, tê kirin. Wek ku tê zanîn li gor efsaneyê kurd di bin zilm û zordariya Dehaqê zalim ê ku nedihişt bihar bê welatê kurdan de jiyabûn. Li gor efsaneyê her roj du ciwanên kurd ji aliyê aşvanên Dehaq ve dihatin kuştin û mejiyê van ciwanan didan marên ku li ser milên dehaq şîn hatibû. Du aşvanên xêrxwaz ji bo xelaskirina ciwanan li qesra Dehaq dest bi kar dikin. Her roj ji her du ciwanan yekî xelas dikin û dibin serê çiyayekî, di şikeftekê de vedişêrin. Bi demê re hejmara van ciwanan digihêje 200 ciwanan. Kawayê Hesinkar van ciwanan bo şer-şoreşê perwerde dike û 21’ê Adarê roja Newrozê, bi hêzên xwe yên serhildêr ku ji van 200 ciwanên kurd pêk dihat, serî hildane û Dehaqî kuştine. Agahiya serkeftinê bi vêxistana agirek mezin ê li ser çiyê ragihandine gel. Gel bi vî agirî pê dihesin ku zalim Dehaq têk çûye û dest bi pîrozbahiyê dikin. Li gor efsaneyê destpêka cejna Newrozê ji bo kurdan ev roj e. Tê gotin ku bajarê Akreyê bajarê Kawa ye. Lewma li Başûr pîrozbahiyên herî mezin lê pêk tên.

Jin û Newroz

Di pîrozbahiyên Newrozê de, di dîmenên herê balkêş û xweş de, jin bi cil û bergên xwe yê rengoreng bi tililiyên xwe, bi rûyên xwe yên bi hêvî derdikevin pêş. Li ser govendên ku li dora agirê pîroz tê girtin jin hene. Jinên kurd sembola Newrozê ne. Li çar parçeyên Kurdistanê pêşengiya pîrozbahiyan dikin.

Wek ku me got, Newroz ji bo kurdan li aliyek mizgîniya biharê, li aliyê din jî roja berxwedan û serhildanê ye. Destpêka sedsala bîst û yekan bo kurdan bû salên berxwedanê. Di berxwedana kurdan de jin erkek gelek girîng girtiye. Êdî hemû cîhan dizane ku jinên kurd di her qadê de pêşengiya gelê xwe dikin. Nav û dengên şervanên jinên kurd bi berxwedana wan a destanî li hemû cîhanê belav bû.

Bi rastî jî van salên dawî Dehaqên ku li serê kurdan bûne bela ne yek in. Li aliyek hovên wek DAIŞ’ê êrîşî kurdan kirin, li aliyek dewletên ku axa kurdan dagir kiriye êrîş dikin. Jinên kurd berevajiyê jinên neteweyên Rojhilata Navîn, li mala xwe rûneniştin an jî ji êrîşan nereviyan, wek mêrên kurdan jinan jî çek hildan û ji bo parastina axa xwe şer kirin. Rast e di destana Kawayî de 200 şervanên ku bi Kawa re li dijî Dehaq şer dikin mêr in. Lê ez bawer im ji ber ku dîrok bi çavên mêran hatiye nivîsîn, an honandin rola jinan di vir de naxwiyê. Aşkera ye ku di piraniya şer û berxwedanên kurdan de cî girtine. Helbet ev efsane ye lê bi hezaran sal in ku dîrok bi hişmendiyeke mêrane hatiye honandin. Ne tenê di dîroka kurdan de bi gelemperî di dîroka cîhanê de jin wenda bûne.  Mixabin nexweşiya qeydkirina dîrokê ya bi perspektîfa mêran pirsgirikeke navneteweyî ye. Ji ber vê jî şopandina rola jinan a di dîrokî de zehmet e.

Lê em îro bi çavên xwe şahidên berxwedana bi hezaran Kawayên jin dibin. Jinên kurd li çar parçeyên Kurdistanê li hember Dehaqan şer dikin û li ber xwe didin. Axa xwe diparêzin. Di her astên berxwedanê de erkên girîng digirin ser xwe. Her çiqas di nav şerek zor giran de jî bin, em wan di hemû dîmenan de bi kenek germ û bi nêrînên tijî bihêvî dibînin. Kawayên jin hêviya gelê kurd xurt dikin, agirê Newrozê geş dikin.  Agirek wisa vêxistine ku ne tenê li Kurdistanê li hemû cîhanê xuya dike. Dê ew agir bibe mizgîniya têkçûna Dehaqan û azadiya gelê kurd.

Bi hêviya rojên azad Newroz pîroz be!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê