Rojnameya Heftane

Heştê Êvarê

Bihar tê bi rengên xwe ve, bihar tê bi gulên xwe ve, bihar tê bi şahiyên xwe ve, bihar tê bi kenên xwe ve û bihar tê bi jiyana xwe ve…

Dema dibe destpêka biharê, kelecanek dikeve nav dilê min. Ez dixwazim hemû bêhna wê biharê bikişînim nava dilê xwe û dixwazim hemû jiyana min wek ewlên biharê be.

Şekir qîza apê bavê min e, çima navê wê danîne Şekir ez jî nizanim. Min ji hemûyan pirsî lê gotin hema ew nav tenê hat bîra me, me jî  lê kir. Min ji Şekirê pirsî, got ez jî nizanim û keniya, keniya, keniya belkî  jî dê û bavê min xwestin ez wek şekir şîrîn bim lewma, em ji xwe re wisa bi hev re keniyan. Şekir jineke jêhatî ye lê derheqê mafên jinan de haya wê ji tiştekî tune ye. Ev demeke dirêj e ez jê re behsa jinan, serpêhatiyên jinan dikim. Her roj behsa jinekê dikim, roja din behsa yeke din. Dawiyê min jê re behsa 8’ê Adarê kir, di nav cîhanê de bi milyonan jin derdikevin kolanan, tên ba hev, him şahiyê dikin û him jî di nav mêraniya cîhanê de mafê xwe, mafê jintiya xwe tînin ziman lê hemû jî bi hev re pir kêfxweş in. Dimeşin û dimeşin…

Îca me xwest em di nav xwe de roja jinan pîroz bikin, em nikarin derkevin kolanên mezin, ji ber ku em di cihekî biçûk de dijîn, tenê em dikarin li ser kaniya Hecî Ûsiv begê bên ba hev. Me civîn mivîn çêkir ka kî xeberdaneke xweşik ji me re bêje, an jî li gorî qayde û qanûnan kî ji me re behsa serpêhatiyên roja jinan bike! Bi vir de û wê de biryara me tevan li ser Şekirê çêbû. Me jê re got xwe hazir bike, li ser kaniyê tu yê axaftinek xweşik bikî. Got; “Wîîî hela hûn çi dibêjin, ev firsendeke mezin e ji bo min, ez ê gotinên wisa bêjim qet heta niha kesekî negotiye.”

De baş e, roja hanê em hemû li benda te û gotinên te yên xweşik in. Ew roj hat, me xwe xemiland, ne çêlek dotin, ne golik berdan, ne xwarin çêkirin, ne cil şuştin, em li serê kaniyê ne, me dît waye Şekir bi hilkehilkê ji jor de tê, sê zarokan bi dawa dêrê wê girtine, her du destên wê tijî xwarin e, xwêdanek pê ketiye, dema nêzî me bû, ji dûr ve gazî mêrê xwe kir û got; “Qiyaaaas, waye min ji te re hemû xwarinên tu jê hezdikî çêkirin, sifra te jî danî, av jî germkir danî serşoyê, heger tu birçî bûyî here xwarina xwe bixwe û dûre jî avekê li xwe bike. Bi van gotinan em nizanin bikenin an hêrs bibin. Ji xwe ew hemû mêrên li der û dora me bû tirqetirqa wan bi me keniyan, lê qet xema Şekirê nîn bû. Hat li cem me, derket ser kevirê kaniyê û got; “Gelî heval û hogiran, gelî der û cînaran hûn bi ser seran û ser çavan re hatine, hûn jî baş dizanin ku îro 8’ê Êvarê ye, em bextewar in, em kêfxweş in, ji xwedê re şikir be her yek ji me mala wan, zarokên wan, pez û dewarên wan û mêrê wan hene. Mêrên me jî ji me razî ne, em wana naxeyidînin, em sifra wan li ber wan kêm nakin, ew dixebitin û em jî dixwin.” Her yek ji me ji Şekirê re dibêje ne ev gotin, gotinên dinê bêje, qet me guhdar nake, wisa coş bûye, digot em mêrê xwe re baş in lewma ew jî ji me re baş in filan û bêvan.

Ew mêrên li der û dora me ji kenan her yek bi aliyekî ve ketiye, em jî tev li hev bûn, me nizanî bû em ê Şekirê çawa bidin sekinandin. Di dawiya gotina xwe de bang li wan mêran kir û got; “Îro roja me ye, rojek bimbarek e, min ji we hemûyan re xwarin çêkiriye, ev hevalên min jî wê ji were xizmetê bikin, îro roja me ye, bijî Heştê Êvarê, got û got… De haydê em herin malê, waye mêvanên me jî hene. Wê demê em hêrs bûn, hineka got; kîjan berpirsê vê roja hanê ye! Kê got bila Şekir ware di roja me de xeber bide filan û bêvan. Dû re em fikirîn Şekir bi fikrên xwe û jiyana xwe azad bû, çawa difikirî wisa jî kar dikir, ne wek me bi qayîdeyan… Ew roj ev roj e Şekir behsa serpêhatinên Heştê Êvarê dike….