26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koma Wetan 47 sal in distrê

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di gelek beşên hunerê de pêşketin çêbûn. Yek ji van qadên hunerê, muzîka rockê ya ji blues cazzê welidîbû, sekna bluesê ya protest  didomîne. Her çiqas DYA an jî rojavayê Ewropayê wek kaniya şêweya rockê were xuyakirin jî ji Afrîkayê bigire heta Sovyetê komên rockê hene. Yek ji van komên Sovyetê, Koma Wetan e ku di sala 1974’an de li Gurcistanê dest bi muzîka kurdî ya rockê kiriye.

Koma Wetan dema nû dest bi muzîkê dike, ji 4 kesan (Rafaele Şamîle Dasenî, Levon Grîgorevîç Şaxbazîyan Omerê Sabriyê Recevî, Keremê Taharê Gerdenzerî) pêk tê. Her çiqas Koma Wetan di sala 1989’an de belav bûbe jî Kerem Gerdenzerî bi tena serê xwe bênavber 47 salan li ser  navê Koma Wetan xebatên xwe yên muzîkê domandiye. Têkildarî Koma Wetan û muzîka rockê, em bi endamê komê Kerem Gerdenzerî re axivîn.

Destpêkirina rockê

Kerem Gerdenzerî yê di sala 1952’an de li bajarê Tiblîsê yê Gurcistanê tê dinê, hê ji zarokatî ve muzîk bala wî dikişîne. Li ser vê yekê malbat wî dişîne mekteba muzîkê, li wir dest bi gîtarê dike. Gerdenzerî der barê destpêkirina muzîka rockê de wiha got: “Dema ciwantiyê min û hevalên xwe me li gelek terzên muzîkan ên wekî rock, komên amerîkî û îngilîzî guhdarî dikir. Piştî van komên amerîkî êdî li Sovyeta berê jî gelek komên rockê yên rûs û gurciyan ava bûn. Me di vê navberê dest bi muzîka rockê kir. Em tev pev re dihatin guhastin.”

Senteza muzîka modern

Wetan wekî koma yekemîn a rocka kurdî tê naskirin. Li gel vê yekê di berhemên komê afirandine de, senteza muzîka modern û çanda kurdî hatiye kirin. Komê, di stranên xwe de ji gotinên Ordîxanê Celîl, Karlanê Çaçan, Mîkaelê Reşîd heta yên Ezîzê Îsko, Letîvê Hesen û hwd stran çêkirine. Kerem Gerdenzerî di stranên wî nivîsîne de, hem hêza xwe ji helbestvanên kurd hem jî ji çand kurdî digire û der barê vê mijarê de ev tişt anî ziman: “Dema stran nivîsinê, her çiqas rock terzekî cuda xuya dikir jî di her peyvê, rêzikê de min dixwest ku ew hîsa ziman û çanda kurdî derînim pêş. Yanê ne tenê di rêzikan de, di melodiyan de jî min ji bo vê yekê li ber xwe dida.”

Rock û muzîka kurdî

Gerdenzerî di axaftina xwe de bal kişand ser muzîka cîhanê ya îro ji gelek aliyan ve pir pêş ve çûye û wiha domand: “Em kurd jî divê pêş ve herin û her cureyên  muzîkê di nav muzîka me kurdan de bi kar bînin, lê  çi terz were lêxistin an jî di kîjan terzî de stran  werin gotin hewce ye ku çanda wî zimanî jî di wî terzî de were fêmkirin. Dema mirov guhdarî bike bêje ev strana kurdî ye. Ya din carekê ez hatibûm Amedê ez çûbûm  Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê, li wir her çiqas ji bo ku zarok li çanda xwe xwedî derkevin baş dihatin perwerdekirin jî tenê wekî enstruman bi giştî zarok hînî tembûrê dikirin. Tembûr, enstrumaneke kurdî be jî hewce ye ku enstrumanên li ser rûyê cihanê tên nasîn jî hîn bibin.”

Mizgîniya albûmeke nû

Kerem Gerdenzerî herî dawî diyar kir ku xebatên wî yên li ser rocka kurdî berdewam in û mizginiya albûmeke xwe ya nû da. Gerdenzerî wiha got: “Albûma min a nû ji 10 stranan pêk tê. Helbet stranên min li ser Kurdistan û evînê ne. Di demeke nêz de ez ê xebatên xwe xelas bikim û albûma xwe pêşkêşî hezkiriyên Koma Wetanê bikim.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê