26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konê bêderî

Ez zarok bûm, na, na ez ne zarok bûm, hema pêda pêda ber bi temenê qîzeke xama ve diçûm. Malbata diya min hemû jî bajarî bûn, ne wek me koçer bûn. Ew di xaniyên mezin de dijiyan û li der û dorên wan heywan tune bûn, lê jiyana me ji bo wan wek jiyaneke egzotîk, romantîk û azad xuya dikir. Îca her sal dema em derdiketin zozanan, ew malbavanê diya min jî dihatin serdana me, hemûyan jî digot; Ayyy çi jiyaneke xweş, hewayeke paqij, xwarinên ekolojîk, filan û bêvan.

Erê, her xwarin û jiyana me ekolojîk bû, lê de tu were ji me bipirse ka bibîne, dema her yek ji me ewqas çêlek, mîh, bizinan çawa didoşin, çawa şîrê wan cuda cuda dikin penêr, mast û toraq?

Ev jiyan ji bo min ne egzotîk bû, karekî mezin bû, bi şev dema ku em diketin nava ciyan û me serê xwe dida ser balgiyan, bêhnvedana me jî ew bû. Lê dema ku malbavanê diya min dihatin, wana penêr, toraq, rûnê nîvişk, hingivê çiya, hêkên teze û nanê germ li ber xwe didîtin, ji xwe bi xwe re digotin jiyana herî xweş ev e. Hinek dixwarin, yê mayî jî bi xwe re dibirin, ew diyariya diya min bû. Qet behsa goşt jî nakim, goştê hişk, teze û qelî…

Qîzeke xalê min hebû, pir xweşik û nazik bû, salek an du sal ji min mezintir bû, lê xweşikbûna wê pir bala min dikişand, min tirkî nizanîbû, wê jî kurdî, lê me bi îşaretan ji hevûdu fêm dikir. Min ew li çiya û baniyan digerand, li ser kaniyan, di nava giya û çîmenan de hevaltiya me baş dibû. Şevekê dîsa em hemû ketin nava ciyên xwe, jixwe min digot; hema bila ro here ava, ez jî bikevim nava cî û nivînan û razêm.

Piştî demekê ez bi girî û hilke hilka qîza xalê xwe şiyar bûm, min nizanîbû çi qewimiye lê min dixwest ew dengê xwe bibire û xewa min jî neherimîne. Ji dengê girî û zarîna wê ez nikarim razêm, ne tenê ez, hemû malî li ser piyan in. Keçik dibêje zû derî bigirin, deriyê kon vekiriye ez nikarim razêm, jê re dibêjin; Ev konê hanê û hemû konên li der û doran bê derî ne, keçik serwaxt nabe, derî bigirin ha derî bigirin.

Diya min rabû, hemû lihêfên li ser me rakir û avêt ser kon, nîviyê lihêfan jî ji jêr de daliqand, wek perdeyên herî qalind. Ez li orxanên daliqandî dinêrim û li ser cî û nivînan de wek ku tazî mame. Di dilê xwe de wisa hêrs bûme ku, hema wê keçikê bidin ber destê min, ez ê wê bigirim bibim di nava çêlekan de girê bidim. Qet bi tiştekî qayîl nabe, wê dixwaze, vê dixwaze. Dema sibetirê ew bi rê ketin çûn, diya min vegeriya ji min re got; Wexta ku sala dinê ew hatin, tu jî here mala xwişka xwe razê heta ku ew çûn. Diya min dizanî ku min ê çend heb gotin bigotana lewma bêha xwe dabû ku dema mêvanê wê hatin, ez ê jî herim mala xwişka xwe mêvanî. Lê konê xwişka min jî bê derî ye. Min got; Dayê wexta mêvanê te hatin konekî bi derî hazir bike ji wan re. Wê giliyên xwe got ji min re lê destê wê ne gihîşt min… Ji xwe hemû kon bê derî ne….