Rojnameya Heftane

Kurdîkirina dîjîtal

Gelek lehengên nenas ên vî warî bi salan bi derfetên biçûk hewl dane ji bo kurdiyê bi pêş bixin. Wan zanîbû ku ew dem qemçeke mirov jî li dû xizmetên kurdî nakevin. Lê wan hesabê rojên bê dikirin. Vîzyoneriya em jî jê îlham digirin ev e. Wîkîpediyaya kurdî, Wîkîferheng, Facebooka kurdî, Linuxa kurdî, Google Werger û gelek tiştên dinê yên em jî pê nizanin berhemên vê ne

A.menaf Can

Li ser kar û xebatên Koma Kurdish for Techê a kurdîkirina platform û xizmetên dijîtal, me ev hevpeyvîn ji bo xwînerên xwe amade kir.

Çîroka Kurdistanê (bi taybetî jî ya Bakur) û înternetê di dawiya salên 90’î de dest pê dike. Beriya komputiran jî salonên atariyan hebûn ku mirov bi jetonan dilîstin. Piştî mîlenyûmê jî salonên atariyan cihên xwe ji kafeyên înternetê re hiştin. Tu dikarî hinekî behsa pêşketina çîroka înternetê yan jî teknolojiyê ya Kurdistanê bikî?

Koma me bi piranî ji kesên di bin temenê sihî re hatiye pê, loma me salên notî zêde nedîtine. Lê belê em dikarin bêjin bi nifşa me re kafeyên înternetê yek car belav bûn. Ez ji Qoserê me. Li bajarê me nexasim ji sala du hezar û pêncan vir ve ev kafe zêde bûn. Demekê li sûka wê hema ji çend kolanan yekê kafeyek hebû, gelek bûn. Heta hin kesên rahijmend vê cureyê karsaziyê yê nû gihand gundinan jî. Lewre ciwan û zarokên bajêr zû li înternetê û kombersan aşna bûn.

Dûre hêdî hêdî bi erzanbûna abonetiyê, li malan jî înternet belav bû. Tê bîra min ez hîn diçûm dibistana navincî li mala me înternet hebû û gelek hevalên min jî li malên wan kombersên wan hebûn, înternet jî dabûn girêdan. Meraqa ciwan û mezinan li ser amûrên elektronîk jî zêde bû. Nexasim ji ber cîrantiya binxetê gelek cîhazên nû bi erzanî dihatin bajêr. Xelkê ji wê hêlê jî xwe dida ber hev, lê ev nedibû sedem û bingeha pêşketina zanyariyê. Bi piranî ji bo forsê bû.

Gava telefonên jîr ketin piyaseyê û berbelav bûn helbet wek her derê li Kurdistanê jî di gihana înternetê de ew bûn serdest. Û vê bikaranîna înternetê jî gelekî zêdetir kir. Li gor amarên berdest diyar e, îro li cîhanê piraniya bikaranîna înternetê bi telefonan pêk tê.

Bi vî rengî kurdên me jî bûne şêniyên înternetê yên rojane. Her çend van salan li medyaya civakî hejmara wan hinekî zêde bûbe jî ji ber tunebûna perwerdeya bi kurdî, rêjeya kurdên kurdînivîs heta îro jî gelekî kêm e.

Helbet kêm bin jî hene. Lê gelekên wan bi zimanê perwerdeya fermî yê dewletan dest bi înternetvaniyê kirine. Ez jî ne li derveyî vê qaîdeyê me. Min bloga xwe ya ewilî di dozdehsaliya xwe de vekiribû. Min nivîsên bi mijarên zanistî yên bala min dikişandin didan hev û diweşandin. Zimanê wan nivîsan tirkî bû.

Dixwazim bêjim bi saya serê vê hevpeyvînê min dîsa meraqa bloga xwe kir û li dû ketim ku li rewşa wê binêrim. Min dît ku piraniya wêne û lînkan çûne lê nivîs hîn jî li cihê xwe ne. Belkî zêdetirî pênc-şeş salan e hîç neketibû bîra min jî. Bibîrxistineke xweş bû.

Yek ji projeyên pêşîn di warê înterneta kurdî de Wîkîpedyaya kurdî ye. Di sala du hezar û çaran de Erdal Ronahî ew dabû destpêkirin. Wî û endamên dinê yên koma PCKurdê ji bo kurdîkirina teknolojiyê gavên pêşîn avêtine. Di du hezar û pêncan de kovareke teknolojî û kombersvaniyê ya bi navê koma xwe PCKurdê derxistine. Çendîn bernameyên kombersê li kurdî wergerandine û dane xizmeta gelê kurd. Em jî îro bi van xebatan xwe wek mîrasgirên vîzyona wan a destpêkê dibînin.

Vêga em jî ji bo kurdîkirina WordPressê dixebitin. WordPress platforma herî navdar a blognivîsiyê ye. Dema karên wergerê qediyan dê blognivîsên kurd karibin malperên xwe bikin ji sedî sed kurdî. Ji menuyan heta bişkokan her tiştê li ber çav wê bi kurdî be. Ango zimanê naverokê jixwe di destê bikarhêneran de ye, em navrûyan werdigerînin ku bi îngilîzî jê re “interface” dibêjin.

Yek ji hengavên muhîm di înterneta kurdî de tirşik.net e. Tirşik wek ferhenga înteraktîv a kurdî ya ewil, di sala 2013’an de vebû. Vêga zêdetirî hezar nivîskar tê de hene. Her roj bi dehan peyam tên weşandin. Xwedî danegeheke vekirî ye ku tê de gelek belge û tiştên din ên bi kurdî dikarin werin peydakirin. Komeke wê ya wergerandina filîman heye û ji bo filîmên biyanî jêrenivîsên bi kurdî amade dikin.

Belavbûn û serdestbûna medyaya civakî jî qadeke nû ji kurdan re vekir. Nexasim li ser twitterê û platformên dinê jî, civateke ji xwe re dibêje kurdînûs an kurdînivîs heye. Ji bo tevlîbûnê şert û mercek tune ye, her kesê bi kurdî dinivîse jixweber endamekî/ê wê civatê ye. Îro bi dehan kanal, hesab, rûpel û wd. yên bi kurdî hene di mijarên curbicur de tiştan parve dikin. Ev cihê şanaziyê ye ku roj bi roj hem hejmara wan, hem cureyên nivîsên wan hem jî kalîteya wan zêde dibe.

Di wan deman de kom û malpera Teknistanê (teknistan.com) hat damezrandin. Niha bi navê teknist.xyz didome. Gelek ciwanên dildarên zimên û teknolojiyê li dor wê civiyan. Hem li ser teknolojiyê nivîsandin hem jî komên wergerê ji bo xizmetên dijîtal ava kirin. Vêga jî xebatên me berdewam in û em jî wek şaxeke wê ji bo danasîn û berbelavkirina kurdiyê di warên dijîtal de têdikoşin.

Mirov berê piranî jî li Amedê çîrokên efsaneyî dibihîstin. Wiha dihat gotin ku CIA ji bo kafeyên înternetê çend operasyon kirine û çend hackerên kurd revandine. Efsaneyên wiha dihatin guhê te û li ser hactîvîzmê çi difikirî?

Min bi xwe ew efsaneya Amedê hîç nebihîstibû. Tiştên wiha fantastîk dihatin gotin li cem me jî. Nizanim kê xwe wisa bi pêş xistiye ku alî nizanim kîjan saziya istîxbaratê dike, vî kesî bi hackertiyê ewqas pere bi dest xistiye û nizanim çi, çîrok pir bûn.

Li ser hacktivistiyê jî ez wê wek hêmaneke civaka sivîl dihesibînim. Heke ev çalakvan bi berpirsyarî tev bigerin û ziyanê nedin civakê bi xwe karê wan meşrû ye. Di koma me de vêga hacktivist tune ne. Lê ev di cihên guncav de dikare bibe hêzeke xurt û guherîner.

Niha hûn li ser hinek projeyên girîng dixebitin. Wek Androîda kurdî, Wîkîferheng û hwd… Lê qada înformatîkê jî wek her tiştî di destê zimanê mêtingeran de ye. Gelo li gorî we zimanê kurdî ji bo cihgirtina di platformên dijîtal de dereng nemaye?

Helbet paşdemayinek heye li holê. Gelek faktorên vê hene. Yek ji yên sereke kêmasiya kurdînivîsan e. Belkî bi hezaran kurd hene haya wan ji nivîsa bi kurdî tune ye, ez bi xwe rastî hinekan hatime ku dema pê hesiyan pirtûkên bi kurdî hene mat mabûn. Lewre wek warê edebiyatê di warê dijîtal de jî heta van pêlan daxwaza ji bo kurdiyê pir hindik bû. Helbet zimanên fermî di wî warî de jî serdest in. Lê gelheya kurdan ne hindik e. Heke daxwazeke têra xwe mezin hebûya mêtingerî be ne mêtingerî be, dê şirketên înformatîk û teknolojiyê ji bo berjewendiya xwe bi kurdî xizmet bidana. Tevî vê kêmasiya daxwazê, dîsa gelek lehengên nenas ên vî warî bi salan bi derfetên biçûk hewl dane ji bo kurdiyê bi pêş bixin. Wan zanîbû ku ew dem qemçeke mirov jî li dû xizmetên kurdî nakevin. Lê wan hesabê rojên bê dikirin. Vîzyoneriya em jî jê îlham digirin ev e. Wîkîpediyaya kurdî, Wîkîferheng, Facebooka kurdî, Linuxa kurdî, Google Werger û gelek tiştên dinê yên em jî pê nizanin berhemên vê ne.

Di cîhanê de mînaka Hindistanê heye ku Hindistan jî bi salan di bin mêtingehiya îngilîzan de maye. Niha Hindistan welatek serbixwe ye û di bazara înformatîkê de li cîhanê cîhekî gelek girîng digire û aboriya wê jî her diçe xurtir dibe. Rewşa Hindistanê ya heyî çawa dinirxinî?

Hindistan nimûneyeke balkêş e. Di teknolojiyên zanyariyê, yanî înformatîkê de gavên gelekî rast avêtine di dema xwe de. Yek ji van ên sereke, avakirina deverên aboriyê yên taybet wek SEEPZa li Mumbaiyê ye. Li van deran ji bo teşwîqkirina înovasyon û bazirganiyê, qanûnên aboriyê li gor tevahiya Hindistanê serbesttir in û rêjeya bacan jî siviktir e.

Di 2019‘an de dahatûya sektora IT‘ê bi tenê 177 milyar dolar bûye. Ev bi tena serê xwe ji tevahiya dahatûya hin dewletan zêdetir e. Ew îro nanê veberanîn û înîsiyatîvên xwe yên berî sî-çil salan dixwin. Pêşiya wan vekirî ye.

Destpêka maliyeta înformatîkê zêde nîne û qezenca wê jî zêde ye. Niha ji bo Kurdistanê jî mirov dikare mînaka Hindistanê bide. Niha li Rojava û Başûr hinekî derfetên gelê kurd hene. Li Bakur jî li ser rêveberiya xwecihî an jî şaredariyan mirov dikare li ser vê mijarê bixebite. Haya we ji xebateke wiha heye? Tune be jî ji bo pêşerojê mirov nikare tiştekî bike û pêşniyarên we hene gelo?

Rast e înformatîk û kodnivîsî rêyeke kariyerê ya bêhempa derxist holê. Heke yek di pîşeyê de têra xwe bi pêş bikeve û xwedî pêşbînî be dikare qezenceke baş bi dest bixe. Lê her çend maliyata destpêkê kêm be jî, hînbûn û xwepêşxistin dem digire. Her wiha îro reqabet jî zêde bûye. Divê mirov baş lê bikole di kîjan beşên înformatîkê de pisporbûn baş e, kîjan beş li mirov tê.

Ji bo hêsankirina van û zêdekirina derfetan û pevcivîna pîşekaran li derdora cîhanê navendên înformatîkê tên avakirin. Ha ev bi piranî bi ser nakevin û beredayî diçin. Ji ber ku tenê avakirina navendan têrê nake. Binesazî jî divê. Wekî pergaleke perwerdeyê ya kêrhatî. Piştgiriya aborî û diravî, wek sivikkirina bacan. Her wiha binesaziya teknîkî wek kalîteya înternetê û gelek tiştên dinê.

Ez li vir ji bo şexsê xwe dipeyivim, van gotinên min tenê ramanên min didin nîşan. Ez bi xwe di mijarên wisa de rêveberiyên xwecihî û şaredariyan guncan nabînim. Jixwe di gelek aliyan de asê ne, destên wan girêdayî ne. Û di ser de jî li gor nêrîna min ev karê dezgehên sivîl û serbixwe ye. Ez piştgirekî civata sivîl ê dilsoz im. Bi ya min derfetên pir di wî alî de veşarî ne ku em kurd bi kar naynin.

Herî dawî gotinek we hebe…

Wek gotineke dawî zeman, zemanê xwepêşxistinê ye. Ger em tenê wextên xwe yên vala yên em li qehwexaneyan û li kafeyan derbas dikin, terxan bikin ji bo xwepêşxistinê sirf bi vî awayî jî em karin gelek bi pêş bikevin. Hêjayî gotinê ye ku civatên xwe pêş naxin bi paş dikevin. Îro li Bakur ciwanên me bêkar in û însanên me wexta xwe gelek li qehwexaneyan derbas dikin. Şûra zemanên berê, tivinga demên berê îro ziviriye û bûye qelem. Em qelemê bigirin destên xwe da ku em hişyar bin, da ku em bi pêş bikevin, hem di warên pratîkî de hem jî di warên dîjîtal de.

Em spasdarê we ne ji bo vê derfetê, we hişt em xwe û xebatên xwe bi hûrgilî bidin nasîn. Bimînin di xweşiyê de.

Koma Kurdish for Techê çi dike?

Koma Kurdish for Techê wek şaxeke Teknistê dest bi xebatan kir. Armanca wan bi giştî xwecihîkirin û kurdîkirina platform û xizmetên dijîtal e. Ev kar nexasim bi wergerandinê dimeşe, di koma wan de wergêrên xwebexş hene. Her yek jê hem bi komî li ser gelek projeyan dixebitin hem jî bi şexsî li ser hin projeyan dixebitin. Hin ji van projeyan WordPress, Google Werger, sepana peyamşandinê ya ewle Signal, platforma berhevkirina hevok û wergerên ji her zimanî Tatoeba, platforma blognivîsiyê e Steem û zimanê bernamesaziyê ya ji bo zarokan Scratch in.