26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur xetereya vîrûsê

Belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) hê jî li tevahiya cîhanê didome. Li gorî daneyan, li tevahiya cîhanê zêdetirî 13 milyon kes bi nexweşiyê ketine û nêzî 600 hezar kes jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha li Tirkiyeyê jî heman rewş heye û piştî ku pêvajoya asayîbûnê dest pê kir, baldariya ji bo xweparastina li dijî vîrûsê jî ji holê rabû. Navenda Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), piştî destpêkirina pêvajoya asayîbûnê li 243 nexweşxaneyên 51 bajaran lêkolîneke berfireh kir. Navenda SES’ê encama lêkolînê ji raya giştî re aşkera kir.

Li gorî lêkolîna hatî kirin, li nexweşxaneyan rêjeya şewba vîrûsê ji sedî 51 zêde bûye, li nexweşxaneyan tenê ji 4’an 1 şewb kêm bûye, ji 4’an 3 jî şewb zêde bûye. Di lêkolîna hatî kirin de wiha tê gotin: “Li nexweşxaneyan ji sedî 24 ji bo serwîsa Covid-19’ê hatiye amadekirin. Li nexweşxaneyên pandemiyê ji sedî 28 beş cuda kirine. Ji sedî 40’ê personelên nexweşxaneyê ji vê yekê ne agahdar in. Ev nîşan dide ku xebatkarên nexweşxaneyê tev li vê pêvajoyê nekirine. Piştî 1’ê hezîranê dîsa dest bi pergala xebata berê kirine. Li nexweşxaneyan ji sedî 77 xebata dorveger rakirine.”

Şîdet li xebatkaran tê kirin

Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku ji sedî 13’ê nexweşxaneyan beriya emeliyatan, testê ji nexweşan naxwazin û tenê ji sedî 20’ê nexweşxaneyan ji hemû nexweşan testê dixwazin. Di lêkolînê de ev dane hatin parvekirin: “Ji sedî 42’yê nexweşxaneyan jî tenê ji kesên biguman test tê xwestin. Ji sedî 27’ê nexweşxaneyan, heta nîşaneyên nexweşiyê xuya nebin, personelan didin xebitandin. Ji sedî 38’ê nexweşxaneyan, tenê kesên semptomê nîşan didin, testa wan dikin. Ji sedî 15, kesên temas kiribe jî testa wan nayê kirin.” Di daneyên SES’ê de şîdeta li hemberî xebatkarên tenduristiyê jî hat vegotin. Li gorî daneyan di pêvajoya şewbê û pêvajoya asayîbûnê de şîdeta li hemberî xebatkarên tenduristiyê ji sedî 30 zêde bûye.

Li Bakur hejmar zêde ye

Hevserokê Şaxa SES’ê a Amedê Şiyar Guldîken jî anî ziman ku 10 qatên nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ji bo pandemiyê tê bikaranîn, li nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbiyê 70-80, li ya Gazî Yaşargîlê 190-200 û li Fakulteyê jî 80 nexweş hene û rojê 100-200 kes tên tabûrcîkirin û li şûna wan nexweşên nû tên razandin. Guldîken, da zanîn ku li bajêr rojê nêzî 120 mirov bi şewbê dikevin. Guldîken, anî ziman ku ev 10 roj in hema bêje rojê 2-3 kes jiyana xwe ji dest didin û got ku li gorî hejmarên fermî li bajêr, ji roja destpêkê heya niha zêdetirî 80 kesan jiyana xwe ji dest daye lê belê li gorî hejmarên bi dest dikevin ev zêdetir e.

220 xebatkar bi vîrûsê ketin

Her wiha Guldîken diyar kir ku rojê 2-3 xebatkarên tenduristiyê bi şewbê dikevin û wiha domand: “Li bajêr 220 xebatkarên tenduristiyê bi şewbê ketine. Ji 1’ê hezîranê vir ve şert û mercên xebatê pir dijwar bûne. Beriya 1’ê hezîranê xebateke dorveger hebû. Di vê serdemê de xebatkarên tenduristiyê rojekê diçûn kar, 4 rojan nediçûn. Hevalên li beşa testên Covid-19’ê dişixulîn jî 15 rojan dişuxilîn, 15 rojan nedişixulîn. Bi vî awayî dikaribûn xwe biparêzin. Lê piştî 1’ê hezîranê rewş guherî. Hevalên li beşa testên Covid-19’ê dişixulin 15 rojan dixebitin, 15 rojên din jî li serwîseke din dixebitin. Bi rastî jî ev dûrî aqilan e. Wexta hevalên li wir bi şewbê bikevin, dibe ku semptom nîşan nedin lê diçin li beşeke din dişixulin.”