26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdanê dîroka pêşketina fitbolê ya jinan

Nûçeya ragihandina damezrandina lîga fitbolê ya jinên Sûdanê, bi têkoşîna jinan a bi dehan salan tê, bi taybetî jî beşdarbûna wan di xwepêşandanên vê dawiyê de bû sedem ku jin di hikûmeta nû de cih bigirin.

Li welatên Rojhilata Navîn nemaze welatên ereban, fitbol werzîşek mêran tê hesibandin, lê di van salên dawî de, tîmên fitbolê yên jinan hatin damezrandin. Her wiha heya niha jî tu kesî piştgirî nedaye wan.

Li Sûdanê lîga fitbolê ya jinan

Di sala 1948’an de Sûdan beşdarî Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (EL-FÎFA) bû û bi Misir, Afrîkaya Başûr û Esyûbeyê re Yekitiya Afrîkî ya Futbolê ava kirin. El-Fîfa welatên ku lîgên futbolê yên mêran lê tên birêvebirin, wan mecbûr dike ku lîga jinan jî saz bikin.

Ji sala 1948’an ve fitbola jinan li Sûdanê rastî gelek dijwariyan hatiye. Yek ji van dijwariyan, nêrîna civakê ye ku nedihişt jin di fitbolê de cihê xwe bigirin. Sala 1983’yan, serokê Sûdanê Cafer Mihemed Nimêrî şerîeta îslamî li welat ragihand. Ji ber vê yekê fitbola jinan hat qedexekirin.

Sala 1989’an dema Îxwanî Mislimîn bi serkêşeya Ûmar Hesan Beşîr hatin ser rêvebiriyê, tiştek nehat guhertin û dewletê desteka ku ji hêla El-Fîfayê ve ji bo piştgirî bide klûbên jinan ên Sûdanê, bi hinceta ew ne li gorî nirx û pîvanên civaka Sûdanê ne, kontrol kir.

Akademiya Îslamî ya Fiqhê piştgirî da van rêgezan û fetwayek derxist û demezrandina tîmên jinan ku li derveyî Sûdanê dilîzin, qedexe kir. Tevî vê yekê jî gelek jinan lîstekvaniya xwe domand.

Tîma yekemîn

Sala 1950’yî, tecrûbeya fitbolê ya yekem li bajarê Helebê yê Sûriyeyê dest pê kir. Grûbek ji jinan damezrandina xwe ya yekemîn a futbolê li Rojhilata Navîn ragihandin. Di sala 2001’ê de tîma fitbolê ya jinan a yekemîn li Sûdanê hat damezirandin. Her wiha lîstekvanan bixwe qada lîstikê amade kir. Heta sala 2011’an bê ruxset dilîstin lê piştre ruxset bi dest xistin.

Tevî ku ruxset jî bi dest xistin Yekitiya Sûdanê heta sala 2014’an qebûl nekir ku tîm bi awayekî fermî li welat bilîzin. Tîm di sala 2010’an de, beşdarî tûrnûwayeke li Almanyayê bû û di sala 2013’an de piştî zextên Yekitiya Neneteweyî ya Fitbolê, Yekitiya Fitbolê ya Sûdanê bi şerta ku cilên girtî li xwe bikin û tu mêr li maçê tunebin, qebûl kir ku jin bikaribin bi fitbolê bilîzin.

Jinên Sûdanê di encama têkoşînê de, cara yekem kevneşopiyên civakên Sûdanê û kevneperest ên rojhilat şikandin û bi perwerdekirina tîmek mêran wekî pêşeng li welatê xwe Afrîkayê û tevahiya Rojhilata Navîn ket nav rectangleya kesk.

Çavkanî: Ajansa NûJINHA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê