4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG DFG û DÎSK Basin-Îş: Demildest hevalên me berdin

MKG, DFG û DÎSK Basin-Îş’ê ji bo rojnameger Abdurrahman Gok, Dîcle Muftuoglu û Sedat Yilmaz serbest bên berdan bang li raya gişti kirin ku tev li danişînê bibin. Saziyan xwestin hevalên wan demildest bên berdan.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamayayê (MKG) û DÎSK Basin Îş’ê têkildarî danişîna Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Abdûrrahman Gok û Sedat Yilmaz li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de parlamenter û hevserokên HEDEP’ê, nûnerên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Beşdaran bi kurdî, tirkî û îngîlîzi pankarta “Dê çapemeniya azad bêdeng nemîne”, “Ji rojnamgeran re azadî” vekirin. Seroka MKG’ê Roza Metîna bi kurdî û Sekretera DFG’ê Gulşen Koçûk jî bi tirkî daxuyanî xwend. Roza Metîna diyar kir ku li vî welatî yek ji pirsgirêkên ku mirovan diêşîne jî rewşa azadiya çapemeniyê û azadiya rojnamegerên girtîne û wiha got: “Ev pirsgirêk bûye wekî girêka kor û li pêş me ye. Îqtîdar ji ber polîtîkayên cudakariyê, kesên ku ne alîgir û hevkarê wê bin, şensa jiyanê nade wan. Rojnameger li kolanê dema nûçe dişopînin tên astengkirin û lêdanê dixwin. Amûrê wan tên şikandin û nûçeyên wan tên sansurkirin. Bi taybetî dema mijar dibe Rojnamegerên Kurd û Çapemeniya Azad, rêjeya tundiyê zêdetir dibe. Meha kanûnê ku em têde ne, dê bi dehan rojnameger li korîdorên edliyeyê ji ber sucên nehatine kirin bi awayekî neheq derkevin pêşberî dadgeran.”

Hevalên me raste rast dibin hedef

Roza Metîna, da zanîn ku hempîşeyên wan ên rojnameger ji ber nûçeyên xwe yên serkeftî tên darizandin û cezakirin wiha axivî: “Di meha kanûnê de dozên rojnamegeran ên herî zêde balê dikişinin, rojnamegerên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin Hevseroka  DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok in. Hevalên me yên rojnameger ku xebatên wan ên rojnamegeriyê wekî sûc tên dîtin, ji aliyê raya Hevalên giştî ve tên naskirin, nûçeyên ku di raya giştî de deng vedane çêkirine. Ji xwe hevalên Ji ber ku rojnamegeriya rast dikin tên darizandin û cezakirin. Wekî din ji ber ku şopdar û kedkarên kevneşopiya Çapemeniya Azad in raste rast dibin hedef.”

Dê 40 rojnameger derkevin pêşberî dadger

Metîna xelata Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglu ku ji aliyê Free Pres Umlimited hat dayîn, bi bîr xist û wiha domand: “Lê mixabin li Tirkiyeyê rojnamegerên baş li girtîgehan tên girtin û cezakirin. Ev jî têrê nake, em tên astengkirin û sankurkirin. Em bi lêdan û tundiyê re rû bir û dimînin. Der barê me de lêpirsîn û doz tên vekirin. Em tên cezakirin. Ji xeynî 3 hevalên me yên girtî, tenê di meha kanûnê de dê 40 rojnameger derkevin pêşberî dadger. Ev dîmen bi sere xwe rastiya ku em tînin ziman piştrast dike. Em weke rojnamgerên ku mafê ragihandin û agahdarkirina gel diparêzin, em vê rêveçûna xerab qebûl nakin.”

‘Zagonên dezenformasyonê’

Di dawiya axaftina xwe de Metîna anî ziman ku ew girtina rojnamegeran, zext, tundî û sansura li ser organên medya û çapemeniyê red dikin û ev tişt got: “Rojnameger mahkûkî şertên xerab tên kirin. Em “Zagona Dezenformanyonê” ku di raya giştî de wekî zagona “Sansurê” tê zanîn, wekî rêbaza rejîma îstîbdatê dibînin. Em van hemû zagon û polîtikayan red dikin. Em berî her tiştî ji rojnamegerên girtî re azadiyê dixwazin. Dê hevalê me Rojnameger Abdurrahman Gok di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê Dicle Muftuoglu di  7’ê kanûnê de li heman dadgehê derkeve pêşberî dadger. Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî dê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger. Em dixwazin hevalên me yên rojnameger demildest serbest bên berdan. Em bang li her kesî dikin ku di roja danişîna hevalên me yên rojnameger de li Edliyeya Amedê amade bibin.”

Pi daxuyaniyê de rojnamegeran bê navber dirûşmeya “Dê çapemeniya azad bêdeng nemîne” berz kirin.